25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Girtî di tecrîdê de ne

Li girtîgehan mafên girtiyan ên paqijî, tenduristî, xwarin, av, ragihandinê tên binpêkirin. Girtiyên daxwaza mafê xwe dikin, daxwazên wan bê bersiv tên hiştin. Girtiyên nexweş nayên dermankirin û terkî mirinê têne kirin.
Komeleya Civaka Sivîl a di Pergala Înfaza Ceza de (KCSPÎ-CÎSST), di meha tebaxê de raporek li ser rewşa girtî û girtîgehan amade kir. KCSPÎ’yê li gorî serlêdanên girtî û malbatên girtiyan dane komkirin û rapor amade kir. Komeleyê ji destpêka şewba vîrûsa coronayê (Covîd-19) heta tebaxê ji 143 girtîgehên cuda serlêdanên girtiyan û malbatan girtin. Ji 143 girtîgehan 94 girtîgehên sergirtî û 49 girtîgehên vekirî ne. Komeleyê di beşa Kapasîteya Girtîgehan de bal kişand ser hejmara zêde ya girtiyan û wiha cih da raporê: “Li qawîşên girtiyan hejmar pir zêde ye. Doşekên wan pir nêzî hev in û ev rîska şewba vîrûsê zêde dike. Ji ber hejmar zêde ye, nikarin li dûrî hev razên.

Amûrên paqijiyê nadin girtiyan

Komeleyê di sernavê rewşa paqijiyê de bal kişand ser mafê girtiyan ên paqijiyê û wiha li raporê zêde kir: “Di destpêka şewba Coronayê de girtîgeh bi rêk û pêk dihat dezenfektekirin. Lê di demên dawî de êdî zêde dezenfekte nayê kirin. Li girtiyan doşek, betanî û şeltên qirêj didin girtiyan. Di nava betanî û şeltên ku li girtiyan belav dikin de kêzik hene. Amûrên paqijiyê nadin girtiyan. Deriyê qawîşê zêde venakin û hewa paqij nadin hundir. Şibakeyên qawîşan biçûk in û bi qasî tê xwestin ode hewaya paqij nastînin. Gardiyan di jimartinê de li gorî pîvanên mesafeya civakî tevnagerin.”

Avê ji ser girtiyan qut dikin

Komeleyê di raporê de bal kişand ser alav û amûrên ku difiroşin girtiyan jî û ev agahî di raporê de parve kir: “Li hin girtîgehan rêveberî sabûn, ava cilşoyan û dezenfektanê difiroşin girtiyan. Yên ku bê pere dide jî pir hindik didin. Girtiyên ku nikaribin bikirin, ji mafê amûrên paqijiyê bêpar têne hiştin. Rûpoşan nadin girtiyan. Rûpoşên li girtiyan têne belavkirin jî mirovan naparêzin. Li gelek girtîgehan amûrên paqijiyê naxin destşo û serşoyan û qirêj têne hiştin.
Li hin odeyan serşo û tuwalet tune ye. Li hin girtîgehan ava qirêj didin girtiyan. Dem bi dem av ji ser girtiyan tê qutkirin û ava germ pir hindik didin girtiyan. Li hin girtîgehan avê bi sînor didin girtiyan.

Xwarina paqij nadin girtiyan

Komeleyê di sernavê xwarin û vexwarinê de jî bal kişand ser xwarina bêqalîte û wiha lê zêde kir: “Li hin girtîgehan xwarina baş nadin girtiyan. Xwarina sar û ne paqij didin wan. Girtiyên ku nikaribin vê xwarinê bixwin neçar dimînin ku pêdiviyên xwe ji kantînê temîn bikin. Bêtir savar, riz û xwarina bifêkî didin girtiyan. Xwarina li qantînê tê firotin jî pir buha tê firotin. Dîsa xwarina li gorî diyetê nadin girtiyan.

Xwe nagihînin bijîşkan

Komeleyê di sernavê tenduristiyê de jî bibîr xist ku girtî nikarin ji mafê tenduristiyê sûdê bigirin. Komeleyê bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û wiha got: “Ji bo girtiyên nexweş û kal tedbîr nayên girtin. Girtî bi xwe amûrên paqijiyê distînin. Li hin girtîgehan bijîşk naçin revîrê. Girtî ji Wezareta Tenduristiyê re daxwaznameyan dişînin, lê daxwazên wan bê bersîv tên hiştin. Girtiyên nexweş li şûna karibin biçin revîrê û rû bi rû bijîşk bibînin, bi daxwaznameyan nexweşiyên xwe ji bijîşk re radigihînin. Bijîşk jî li gorî daxwaznameyê derman ji girtiyan re dişîne. Girtiyên bi şewba Covid-19’ê dikevin jî dema ku wan dibin nexweşxaneyê bêyî wan test bikin, îlacan didin wan û paşve dişînin. Gelek girtî nikarin biçin nexweşxaneyê. Gelek girtî jî nikarin xwe bigihînin dermanên ku bi rapora heyetê têne standin. Girtiyên ku gelek nexweşî bi wan re hene tenê dikarin ji bo nexweşiyekê biçin cem bijîşk.
Gelek girtiyên bi nexweşiya pençeşêrê ketine, li şûna bi rêk û pêk bêne dermankirin, nexweşiya wan bi rêk û pêk nayê şopandin. Girtî dîsa nikarin derman bistînin. Girtiyên diçin nexweşxaneyê jî wan bi kelepçeyan dibin û tînin û tevî kelepçeyan tedawî dikin. Gelek girtiyên nexweş bi hev re dixin rîngê û demek dirêj wan di rîngê de didin hiştin.

Di karantînayê de li erdê radizên

Girtiyên nexweş ku ji nexweşxaneyê vedigerin heta 14 rojan di karantînayê de tên hiştin. Ji ber vê yekê gelek girtiyên nexweş naxwazin biçin nexweşxaneyê. Girtiyên nexweşiya wan giran jî dema ji nexweşxaneyê vedigerin, di hucreyê de têne girtin û nikarin bi sere xwe pêdiviyên xwe temîn bikin.
Girtiyên nikarin bi serê xwe bimînin jî dîsa di karantînayê de têne girtin. Girtiyên di karantînayê de dimînin nikarin ji mafê tenduristiyê sûdê bigirin. Hin girtî ji ber şewba vîrûsê 15 rojan zêde di karantinayê de dimînin. Li girtîgehan kawîşên karantînayê ne paqij in. Li hin odeyan gelek girtî bi hev re dimînin. Gelek girtî li erdê radizên. Nikarin ji mafê rojname, radyo, TV, pirtûkan sûdê bigirin. Mafê wan ê telefonê tê astengkirin.

Rewşa hin nexweşên giran

Hayati Deniz Kaytan li girtîgeha Tîpa F a Boluyê girtî ye. 18 sal in girtî ye. 16 sal in di hucreyê de girtî ye. Ji sedî 60 rapora wî ya astengdariyê heye. Bi nexweşiya kronîk e.
Serdal Yildirim li Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê girtî ye. Felç bûye. Bi palpişta bi teker tevdigere. Nikare destava xwe bigire. Saziya Tipa Edlî di raporê de diyar kiriye ku bi tena serê xwe nikare bijî. Lê tevî raporê bi hinceta ‘Ewlehiya civakê dixe xetereyê’ nayê berdan.
Abdurrahim Demîr li girtîgeha Tîpa F a Edirneyê girtî ye. 58 salî ye. 26 sal in girtî ye. Bi nexweşiya gurçikê ya kronîk e. Di hucreyekê de tê girtin. Demîr nikare bi serê xwe bijî.
Mehmet Salîh Fîlîz li Girtîgeha tîpa T a Odemîşê ye. 23 salî ye. Bi nexweşiya pençeşêra roviyan ketiye.
Denîz Yildirim li Girtîgeha Hêjmar 1 a Ewlehiya Bilind a Xarpêtê ye. 4 sal in girtî ye. Ji roviyan emeliyata pençeşêrê bû. Hin roviyên wî li derve ne. Tedawiya kemoterapiyê didomin.
Abdulsamet Durak li Girtîgeha Tîpa L a Hêjmar 1 a Turkoglu ye. Qeyrana dil derbas kir. 3 rojan li nexweşxaneyê bi kelepçeye hat dermankirin.
Mehmet Emîn Ozkan li Girtîgeha Tîpa D a Amedê girtî ye. 82 salî ye. Bedena wî ji sedî 87 erka xwe winda kiriye. Nexweşiyên Alzheimer, guatr, tansiyon û dil pê re hene. Heta niha 5 caran qeyrana dil derbas kiriye. 4 caran anjiyo bûye. Di 10 rojan de 7 caran bi kelepçeyê birin nexweşxaneyê. Tevî hemû rapor û serlêdanan Ozkan nayê berdan.

Girtî di tecrîdê de ne

Girtî nikarin ji mafê xwe yê telefonê bi rêk û pêk sûdê bigirin. Bi hinceta şewba Coronayê girtî nikarin bi malbatên xwe re hevdîtinên rû bi rû bikin. Hevdîtinên girtî yên saetekê daxistine 35-40 deqîqeyan. Girtî ji ber li girtîgehên dûrî malbatê ne, malbat nikare biçe hevdîtinên wan. Mafê girtiyan ên pirtûkxaneyê û qada hevpar tê astengkirin. Dema girtî bi rêya telefonê giliyên xwe dikin û malbatan agahdar dikin, telefon li ser wan tê girtin. Îtîraz û daxwazên girtiyan nayên qebûlkirin. Bi cezayê dîsîplînê gefan li girtiyan dixwin. Nameyên girtiyan hin caran 30-40 rojan dereng didin girtiyan. Hin girtî nikarin bi rêya kargoyê alav bişînin û bistînin.