20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Girtîgeh kirine goristan

M.Alî Ertaş

Li girtîgehên Tirkiyeyê ji ber girtiyên nexweş nayên dermankirin û serbest nayên berdan her roj cenazeyên wan ji girtîgehê derdikevin. Herî dawî Mehmet Alî Çelebî yê 70 salî piştî hat berdan hefteyek şûnde jiyana xwe ji dest da.

Li girtîgehan girtiyên nexweş ji ber ku nayên dermankirin û serbest nayên berdan yek bi yek jiyana xwe ji dest didin. Li gorî raporan di sala 2020’î de 21 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî rapora Wezareta Dadê ya ji bo butçeyê şand ji Meclîsa Tirkiyeyê re li Tirkiyeyê 355 girtîgeh hene û li van girtîgehan 282 hezar û 703 girtî hene. Li gorî dane û rapora ÎHD’ê jî 604 jê giran bi giştî Hezar û 605 girtiyên nexweş hene. Ji van girtiyên nexweş jê 249 girtiyên jin in. Lê gelek girtiyên nexweş ên serî li îHD’ê nedane jî hene. Li gorî vê yekê hêjmara girtiyên nexweş zêdetir e.

Girtiyên nexweş ên li girtîgehê gelek nexweşî bi wan re heye. Nexweşiyên şekir, dil, tansiyonê losemê, şekir û gelek nexweyiyên din bi wan re hene. Girtiyên ku gelek nexweyiyên giran bi wan re hene, ji ber havînan girtîgeh gelek germ e û zivistanî girtîgeh pir sar e bandorek neyînî li ser tenduristiya wan dike. Dîsa xwarin û vexwarinê li gorî pêdiviyên girtiyan nadin wan. Girtiyên nexweş an bi kelepçe derman dikin an jî derman nakin. Niha jî bi hinceta vîrûsê an dixin qarantînayê an jî derman nakin. Girtiyên nexweş ji ber van şertan nikarin sûdê ji nexweşxaneyê bigirin.

Li gorî peymanên navneteweyî divê girtiyên nexweş bên berdan û rêgez û rêbazên Mandela (Kural 24-27), Rêgezên sincî û Tibbi (md. 1), Rêgezên Girtîgehan ên Komîteya Ewropa yên Konseya Ewropa (2006) li gorî tafsiyeya 2’an xala (md. 40.3) divê girtiyên nexweş ji mafê tenduristiyê sûdê bigirin û bên dermankirin. Li gorî belgeya Danezana Lîzbon a Yekîneya Tabkîban a Cîhanê ku di sala 1981’an, nexweş azad e ku bijîşkê xwe li gorî xwe hilbijêre. Xwedî mafe ku mafê dermankirinê erê bike yan jî red bike. Divê xizmeta tenduristiyê ya li girtîgehê li gorî xizmeta tenduristkiyê ya nava civakê bê rêxistinkirin.”

Li gorî Zagona Înfazê ya Ceza ya xala 16’an a Wezareta Dadê eger Saziya Tipa Edlî rapor bide, dikarin înfaza wan taloq bikin. Girtiyê nexweş her çendî hatibe cezakirin jî ji ber nexweşiya xwe cezayê wî dikare bê taloqkirin. Li gorî xala 16’an a Hêjmara Zagona 5275’an, dikarin li gorî 4 rewşan cezayê hikûmxwar taloq bike. Divê berê nexweş serî li dozgeriyê bide û sewqî nexweşxaneye bikin. Divê piştre rapora ATK’ê bistine û herî dawî ji Serdozgeriya Komarê nirxandina “Ji bo ewlehiya civakê talûkeya wan tune ye” bike.

Lê li gel mafê girtiyan ên dermankirin û berdanê heye jî nikarin ji mafê xwe yê zagonî sûdê bigirin. Girtiyên nexweş ji ber ku nikarin sûdê ji mafê zagonî bigirin li girtîgehê jiyana xwe ji dest didin.

Di 2 salên dawî de çend kesên li girtîgehê û piştî hatin berdan jiyana xwe ji dest dan wiha ne:

4 îlon 2021: Girtiyê nexweş Mehmet Alî Çelebî yê 70 salî ku di 25’ê tebaxê de ji ber nexweşiya giran ji Girtîgeha Sîncan a Enqereyê hatibû berdan, li Nexweşxaneya Bajêr a Başakşehîr ya Çam Sakûra jiyana xwe ji dest da. Di 31’ê tebaxê de şandin beşa  venêrtina awarte jî Mehmet Alî Çelebî yê 28 salan girtî ma, li nexweşxaneyê can da. Mehmet Alî Çelebî yê ku 28 salan emre wî tîra girtîgehê kir, hefteyekî têra derve nekir.

12 tîrmeh 2021: Girtiyê nexweş Huseyîn Îdîg ku 26 salan girtî mabû û înfaza wî hatibû taloqkirin, li Nexweşxaneya Dewletê ya Misircê ya Sêrtê jiyana xwe ji dest da. Îdîg, piştî ku 26 salan girtî ma, dema li Girtîgeha Amedê Tîpa D girtîbû, di sala 2018’yan de ji ber nexweşiyên wî înfaza wî hatibû taloqkirin û hatibû berdan.

22 nîsan 2021: Girtiyê nexweş Îsa Gultekîn ê 67 salî tevî hemû bangên berdanê jî nehat berdan û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Gultekîn li Girtîgeha Tarsûsa Mêrsînê dihat ragirtin û bi nexweşîna pencerê ketibû.

14 adar 2021: Hayrettîn Yilmaz ê 65 salî li Girtîgeha Afyonkarahisarê ya Tîpa T nexweş bû jiyana xwe ji dest da.

9 çile 2021: Girtiyê nexweş Hadî Yalçin ê li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê jiyana xwe ji dest da. Yalçin, bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” ji 4 salî zêdetirbû girtîbû û ji ber nexweşiya pençeşêrê dihat dermankirin.

11 mijdar 2020: Girtiyê nexweş Sitki Berktaş li Girtîgeha Tekirdag a Tîpa F’yê jiyana xwe ji dest da. Ji ber ku xwîn ji mîdeya Berktaş  hat ew rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Edîrneyê. Berktaş 28 salan girtî ma. Li gundê Dîlek ê navçeya Yeşîlyûrt a Meletiyê bê definkirin.

24 îlon 2020: Girtiyê nexweş Alî Boçnak ê 76 salî ku li Girtîgeha Tîpa L a Panosa Agiriyê jiyana xwe ji dest da. Alî Boçnak di sala 2009’an de li Qersê di operasyonekê de hat binçavkirin û pişt re jî hat girtin. 7 sal û 8 meh ceza lê birîn. Li girtîgehê nexweş ketibû.

19 îlon 2020: Takiyettîn Ozkahraman li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê nexweş ket û rakirin Nexweşxaneya Tipê ya Zanîngeha Wanê. Ozkahraman rojek şûn ve di 19’ê îlonê de li nexweşxaneyê jiyana xe ji dest da.

31 gulan 2020: Girtiyê nexweş Vefa Kartal ku li dijî binpêkirinên maf a li girtîgehan bi daxwaza tedaviyê ya ji ber nexweşiyên xwe ketibû rojiya mirinê, li girtîgeha Edîrneyê jiyana xwe ji dest da.

22 gulan 2020: Girtiyê nexweşê giran  Sabrî Kaya roja ku biryara berdanê der barê wî de dan li Nexweşxaneya Balcali ya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Çukurovayê jiyana xwe ji dest da. Kaya yê 3 caran rakirin beşa lezgîn,  di her sê caran de jî hat gotin ku “Rewşa wî başe” û cardin şandin girtîgehê. Herî dawî jiyana xwe ji dest da.

11 çile 2020: Girtiyê nexweş ê 74 salî Nebî Îlhan ê li Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê girtî bû, li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da. Îlhan ê bi hincetên siyasî hat darizandin û 6 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn, li Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê hat emeliyatkirin û li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da.

Li Panosê di salekê de 4 girtiyên can da

*Mustafa Aykol di sala 2011’yan de li Agiriyê bi îdiaya “endamê rêxistinê ye”  hat girtin û 13 sal û 6 meh ceza lê birîn. Akyol, Serokê Rêxistina BDP’ê yê berê bû. Di 16’ê îlona 2019’yan de jiyana xwe ji dest da.

*Kinyas Gulcan (59) di sala 1993’yan hat girtin. Piştî 10 sal girtî ma hat berdan. Di 1’ê îlona 2018’an de carek di bin îdiaya “endamê rêxistinê ye” tê girtin. 6 sal û 3 meh cezayê hepsê lê birîn. Gulcan di 30’ê îlona 2019’yan de ji ber enfeksiyon digire nexweş ket û ew radikin Nexweşxaneya Zanîngeha Wanê. Gulcan 6 rojan li nexweşxaneyê ma û di 6’ê cotmeha 2019’an de tevî hemû mudaxileyan jî jiyana xwe ji dest da.

*Alî Boçnak di sala 2009’an de li Qersê di bin navê “KCK’ê” de di operasyonekê de hat girtin. 7 sal û 8 meh cezayê girtîgehê lê birîn û di sala 2013’yan de cezayê wî pejirandin. Boçnak di sala 2017’an de girtin û şandin Girtîgeha Panosê. Alî Boçnak ê 76 salî 3 sal girtî ma û di 24’ê Îlona 2020’î de can da.

Li gori rapora ÎHD’ê di sala 2019’yan de 50 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan.