spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

 Girtîgehên Îranê bûne cihê îşkenceya keyfî

Dîmenên îşkence û kotekiyên li girtîgeha Evîn a Îranê ji aliyê komeke bi navê Edalet Elî ve  hatin hackkirin û li ser medyaya dijîtal hatin parvekirin.

Wekî di dîmenên hatine hackkirin de jî dixuyên karmend û gardiyanên girtîgehê îşkenceyê li girtiyan dikin, mafên girtiyan bin pê dikin. Hejmara van vîdeoyên îşkenceyê yên ku tên parvekirin rojane zêde dibin. Li gorî agahiyan koma Edaleta Elî kamerayên girtîgehê hack kirine û xwe gihandine van vîdeoyên îşkenceyê. Dîmenên kêliya hackkirinê jî hatin weşandin.

Di vîdeoyeke dawî ya ku koma Edaleta Elî parve kiribû de, hat îdiakirin ku kesek di tuwaletên girtîgehe de bi xwekujiyê rabûye. Her wiha vîdeoyeke ji qawîşa trans û hevzayendan hat parvekirin lêkdan û pevçûnên di qawîşê de cihê fikarê ne. Tora Six Colors a ku mafên trans û hevzayendên Îranê diparêze vîdeoyê cardin parve kir û bal kişand ser şert û mercên girtîgehên trans û hevzayendan ên li Îranê.

Digel ku ji gelek aliyên siyasî û aktîvîstan daxwaza lêkolînê hat kirin jî rêveberiya Îranê hê jî bê liv û tevger maye. Rewşa girtîgehên Îranê gelek caran di nav raya giştî ya cîhanî de jî bûye rojev û ji gelek aliyan der barê binpêkirina mafên girtiyan de hişyarî li rêveberî û qanûnsaziya Îranê hatiye kirin. Lê belê şert û mercên girtîgehan ên li Îranê her diçe sexttir û dijwartir dibin.