20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Girtina derî zerarê dide bazirganiyê’ 

Serokê Odeya Bazirganiyê ya Dihokê Eyad Hisên girtina deriyê Sêmalkayê weke biryareke siyasî nirxand û got: “Di serî de gel ji girtina deriyan zerarê dibîne. Bazirganên başûr û rojavayê Kurdistanê zerereke mezin ji vê biryarê dibînin. Em bi van pirsgirêkan kêfxweş nînin, hêvî dikin derî vebin.”

Ji roja 16’ê kanûnê ve hêzên PDK’ê bêyî biryara Hikûmeta Herêma Kurdistanê deriyê Pêşxabûr (Sêmalka) li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girt. Du roj piştî wê di 19’ê kanûnê de deriyê bazirganiyê yê El-Welîd jî li ser Rojava de girt. Rêveberiya Rojavayê Kurdistanê diyar kir ku biryara PDK’ê xizmetê ji gelê kurd re nake. Tenê xizmeta Tirkiyeyê dike. Rêveberiyê banga vekirina deriyan û rakirina dorpêçê kir. Lê tevî nerazîbûnên gelê rojava û başûrê Kurdistanê jî PDK di polîtîkaya dorpêç û ambargoyê de bi israr e.

Ji sala 2013’an ve deriyê Sêmalka-Pêşxabûr di navbera herdu rêveberiyên kurd ên başûr û rojavayê Kurdistanê de vekiriye. Ji aliyê bakur û rojhilatê Sûriyeyê heywan, goşt, sebze û fêkî derbasî Başûr dikin. Ji başûrê Kurdistanê jî xwarin-vexwarin, pêwîstiyên înşaatan û hwd derbasê Rojava û Sûriyeyê dikin. Bazirganiya du alî derfeta kar ji bo gelek welatiyên Başûr û Rojavayê Kurdistanê çêdike, lewma bazirganên Başûrê Kurdistanê ji van pêkanînên PDK’ê yên li dijî Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê nerazîne.

Serokê Odeya Bazirganiyê ya Dihokê Eyad Hisên têkildarî mijarê ji ajansa Rojnewsrê re axivî û got: “Rojane guhertina berheman navbera Başûr û Rojava de hebû. Girtina derî zererê dide bazirganên herêmê û bandoreke xirab li bazarên Rojava û Başûrê Kurdistanê dike.”