19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Girtiyê herî kevin ê Filistînê serbest tê berdan

Piştî ku Serhan Bişar ê 53 salan ji ber kuştina senetorê amerîkî Robert Kennedy li DYA’yê di girtîgehê de ma, dadgehê biryara serbestberdana wî da. Dadgeha Eyaleta Calîfornyayê ya DYA’yê biryara serbestberdana girtiyê filistînî Serhan Bişara da. Bişara di 5’ê hezîrana 1968’an de sînatorê amerîkî Robert Kennedy bi çar guleyan kuştibû. Dema Kennedy berendamê serokatiyê bû û li bajarê San Diego daxuyanî dida çapemeniyê Bijara ew kuştibû.

Di wê demê Bişara gotibû ‘Ji ber wî li dijî Filistînê piştgiriya Israîlê dikir loma min jî ew kuştiye.’ Serhan Bişara di heman kêlîkê de hatibû girtin û di sala 1969’an de cezayê darvekirinê lê hatibû birîn. Paşê ji ber ku eyaleta Calîfornyayê cezayê darvekirinê rakiribû, cezayê heta hetayê lê hatibû birîn.

Di danişînê de kurê herî biçûk ê Robert Kennedy, Douglas Kennedy jî beşdar bû û piştî li Bişara guhdar kir wiha got “Dema bavê min hate kuştin ez zarokekî biçûk bûm. Lê niha jî piştî ewqas sal dema min li Bişara guhdarî kir hêsir ketibin çavên min. Ez di hemû jiyana xwe de ji navê wî ditirsiyam. Îro jî ez dibînim ku ew mirovekî hewcedarî heskirin û lêborînê ye.” Piştî ku Douglas gotinên xwe temam kirin Bişara bi çavên tijî nêrînên spasiyê lê mêze kir û jê re beşişî.

Piştî kar û barê Bişara yê fermî qediya, ji ber Bijara welatiyê Urdunê ye dê wî bişînin Urdunê.