spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Girtiyê nexweş Huseyîn Îdig jiyana xwe ji dest da

Girtiyê nexweş Huseyîn Îdîg ku 26 salan girtî ma û înfaza wî taloq kirin, li nexweşxaneya Misircê ya Sêrtê jiyana xwe ji dest da. Îdîg 26 salan girtî ma û ji ber nexwxeşiya wî dema li Girtîgeha Tîpa D a Amedê girtî bû di sala 2018’an de înfaza wî taloq kirin. MED-TUDAH-FED’ê li ser hesabê twîtterê agahî parve kir û diyar kir ku girtiyê nexweş Huseyîn Îdîg ê li nexweşxaneyê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest daye. Malbatê û rêveberê komeleya girtiyan piştî cenaze ji morga nexweşxaneyê ya Misirca Sêrtê girtin, li navçeya Misirc a Sêrtê defin kirin.  Endam û rêveberên TUAY-DER’ê yên Amed û Sêrtê û rêveberên HDP’ê tev li merasima cenaze bûn. MED-TUHAD-FED’ê destnîşan kir ku bi sedan girtiyên nexweş ên li sînorê mirinê hene û nayên berdan. Federasyonê xwest hemû girtiyên nexweş bêne berdan.