25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Girtiyê nexweş kelemçekirî birin nexweşxaneyê

Mehmet Emîn Ozkan 83’ê salî ye û ev 25 sal in girtî ye. Heta niha 5 caran krîza dil derbas kiriye û 4 caran jî anjiyo bûye. Nexweşîyên wek dil, tansiyon, guatra bijehrî, helandina hestiyan, nexweşiya gurcik û roviyan, zeîfbûn, dengnebihîstin û hişçûnûhatin û hê gelek nexweşiyên wî yên din pê re hene.

Rewşa girtiyê nexweş Ozkan ji meha gulanê ve her diçe xirabir dibe. Ozkan di navbera 17,18,19,20 û 25’an de bi giştî 6 caran wî rakirin nexweşxaneyê.

Herî dawiyê di 25’ê mehê de rewşa girtiyê nexweş Ozkan giran bû û ji aliyê leşkerên girtîhegê ve kelemçe li destê wî dan, ketin milê wî bi awayekî destê wî kelemçekirî birin Newxweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîla Amedê.

Piştî testên wî hatin kirin Ozkan li nexweşxaneyê bi textê razanê ve hat kelemçekirin. Di dîmenên li ber nexweşxaneyê hatine girtin de tê dîtin ku Ozkan bi zehmetî xwe li ser pêya digire û gavên xwe diavêje. Herdu destên wî ji pêş ve kelemçekirî ne.

Malbata Ozkan ji bo ku li nexweşxaneyê lê binêrin serî li Serdozgeriyê û Rêveberiya Girtîgeha Amedê da.