20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Girtiyê Nexweş Mehmet Emîn Ozkan sewqî Xarpêtê kirin

Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan (83) ê li Girtîgeha Tîpa D a Amedê  ev 26 sal in girtî ye ji bo rapora heyetê ji bo wî bê dayîn sewqî nexweşxaneya Xarpêtê hat kirin.

Mehmet Emîn Ozkan digel ewqas nexweşiyên zêde bi salan e di girtîgehê de ye. Heta niha 5 caran krîza dil derbas kiriye, 4 caran anjiyo bûye û ji nexweşiyên wekî tansiyon, guatra bijehrî, helandina hestiyan, nexweşiya gurçik û roviyan, lawazbûn, dengnebihîstin û bîrereşiyê êşê dikişîne digel hemû serlêdanan nayê tehliyekirin.

Keça Mehmet Emîn Ozkan Selma Ozkan der barê rewşa dawî ya bavê xwe de parvekirinek kir. Selma Ozkan di parvekirina xwe de wiha got: “Ji bo rapora heyeta tenduristiyê bidin bavê min di 31’ê gulanê de bavê min biribûn Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê. Birayê min Ahmet ê li girtîgehê li bavê min mêze dike. Duh bi telefonê li me geriya û me hevdîtin kir. Birayê min got ku ji bo rapora heyetê dê bavê min sewqî Xarpêtê bikin. Lê negot dê bibin kîjan nexweşxaneyê.”

Her wîha Selma Ozkan diyar kir ku ew der barê tenduristiya bavê xwe de li girtîgehê geriyane û wiha berdewam kir: “Li gorî agahiyên me ji revîra girtîgehê wergirtine îro sibehê bavê min bi serwîsa nexweşxaneyê birin birin nexweşxaneya Xarpêtê. Rayedarên revîrê diyar kirin ku wan bavê min ji bo rapora heyetê şandine nexweşxaneyê.”

Selma Ozkan di der heqê rewşa bavê xwe de jî ev yek anîn ziman: “Bavê min kal e, di girtîgehê de nikare li xwe mêze bike. Em nizanin wî birine kîjan nexweşxaneyê. Wan di vî halî de ew li nexweşxaneyan gerandin. Ev yek rewşa wî xerabtir dike. Jixwe rewşa tenduristiya wî nebaş e. Êdî taqetê me nemaye ku em vê rewşê rabikin.”