19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Girtiyê nexweş rakirin nexweşxaneyê

Girtiyê nexweş Nûrettîn Başaran ê ku li Cizîrê di pêvajoya qedexeyên derketina derve ya di 2015-2016’an de hat girtin û jî sedî 78 astengdar e, rakirin nexweşxaneyê. Başaran ku rapora wî ya “nikare di girtîgehê de bimîne” heye û tilîyên piyên wî pûç bûne,  bi palpişta biteker diçe û tê ji ber rewşa wî giran bûye, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê.

Birayê wî Mehmet Başaran agahî dan û wiha got: “Îro rêveberiya girtîgehê li me geriya.  Ji me re got ‘birayê we rakirine nexweşxaneyê’. Der heqê rewşa wî de agahî nehatin dayîn. Tenê ji me re gotin, ‘Divê hûn bi lezgînî bên nexweşxaneyê’. Em niha di rê de ne û diçin nexweşxaneyê.”

Nûrettîn Başaran li Girtîgeha Siwêrega Rihayê girtî ye.