25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Girtiyên siyasî dê bi rêbazên cuda çalakiyê bidomînin

Girtiyên PKK û PAJK’ê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bidorveger ku di 27’ê mijdara sala 2020’an de li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan dabûn destpêkirin, bi dawî kir. Li ser navê girtiyan Denîz Kaya di roja 290’an a grevê de li ser navê girtiyên PKK-PAJK’ê daxuyanî da. Kaya, diyar kir ku wê bi çalakiyên cuda tevlî pêngava “Dem Dema Azadiyê” bibin.

Denîz Kaya di daxuyaniyê de anî ziman ku girtiyên PKK-PAJK’ê di 27’ê Mijdara 2020’an de tev li pêngava “Dem Dema Azadiyê” ku salek berê hatibû destpêkirin bûn û wiha got: “Armanca me ya bingehîn, di sala duyemîn a pêngava ‘Tecrîdê Bişkînin, Faşîzmê Hilweşînin û bi Rêbertiyê re Azad bibin’ de ew bû ku gelê me hêj bêtir bikeve ferqa peywir û berpirsyariyên xwe. Hatiye dîtin ku gel ketiye tevgerê. Armanca girtiyên PKK-PAJK’ê bi aweyekî xurt beşdarbûna pêngava azadiyê bû. Di asta nû ya pêngava Dem Dema Azadiyê de hêj zêdetir berpirsyarî dikeve ser milê gelan û saziyên demokratîk. Tê dîtin ku berxwedêrên destanî û pêşengên fedaî yên vê pêvajoyê gerîlla hemû berpirsyariyên xwe bi cih anîne. Weke girtiyên PKK-PAJK’ê em amade ne ku ji bo azadiya welat, gel û serokatiya xwe bedel bidin. Em ê jî li gorî rihê têkoşer ê kevneşopiya lêgerîna heqîqet û azadiyê Mezlûm Dogan, Çaran û 14’ê Tîrmehê heta rêbertiyeke azad, Kurdistana azad û Tirkiyeya Demokratîk têbikoşin. Em weke girtiyên PKK-PAJK’ê banga komîteya Zindanan a PKK-PAJK’ê esas digirin û çalakiya xwe îro bi dawî dikin. Weke girtiyên PKK-PAJK’ê em ê bi çalakiyên cuda bi awayekî zanist û birêxistinkirî tevlî pêngava azadiyê bibin. Di vê esasê de weke hemû rêhevalên li girtîgehan em ê hê bêtir tevlî xeta Rêber Apo bibin û bi Rêber Apo re bijîn.”