spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

GOG ji bo zarokan ji kêf û şahiyê wêdetir e

Kovara Wêneromana Kurdî a Zarokan GOG ku bi zaravayên kurmancî û kirmanckî weşanê dike, bi hejmara 3’yemîn a meha nîsanê, hat weşandin. Kovara GOG’ê bi awayekî online ango li ser dîjîtalê weşanê dike. Di vê hejmara nû de dîsa çîrokên xêzî yên Red Kît, Yakarî, Thorgal û Mîlo hene.

Têkildarî weşana kovara wêneromana kurdî rêvebirê giştî yê kovara GOG’ê Îmam Cîcî bersiv dan pirsên me.

Wêneroman xweîfedekirin e

Îmam Cîcî da zanîn ku parastina zimanekî tenê bi veguhêzana çandî pêkan e û wiha got: “Ger em bixwazin vê pêk bînin, divê em ji nivşên nû re weşanên ku bikaribin bi zimanên xwe bixwînin bigihînin ber destê zarokan. Weşanên xêzî jî ji bo vê rêya herî rast û kurterê ye. Wêneroman bi wêneyên ku hev dişopînin û bi hevokên kin xwendin û nivîsandina kurdî hêsan dike. Wêneroman li hemû cîhanê ji bo zarokan tenê ne kêf û şahî ye, heman demê xweîfadekirina hunerî ya herî bi bandor e. Di rewşek wiha de nebûna çanda wêneromana kurdî kêmeniyek pir mezin e. Bi GOG’ê re armanca me ya bingehîn ew bû ku em vê kêmaniyê ji holê rabikin.”

Îmam Cîcî

Zextên li ser zimanê kurdî

Rêvebirê giştî yê kovara GOG’ê Îmam Cîcî destnîşan kir ku tevî wan li hemû medyaya kurdî û medyaya tirkî ya muxalif a pir caran nûçe û roportaj weşandine, dîsa jî xwendekarên wan pir kêm in û wiha pê de çû: “Ligel hemû van piştgiriyan gelek sedemên negihiştina GOG’ê ya xwendevanan hene. Zextên li ser ziman û siyaseta kurdî, piraniya gelê me ku ne xwedî derfetên aboriyê ne ku bikaribin li ser onlinê bixwînin, ji neelimandina xwendinê û hwd. gelek sedem mirov dikare rêz bike.”

Xebatên ji bo weşana

Îmam Cîcî diyar kir ku ew dixwazin derbasî weşana çapê jî bibin û wiha axivî: “Bêyî ku em dereng bikevin em dixwazin bi awayê çapê weşana kovarê bikin. Lê mixabin ew hêza me tune ye. Bi piştgiriya hevalên me yên ku têgihiştine girîngiya kovarê encax karibin 12 hejmaran derxin ku em dikarin lêçûnên telîfên biyanî, werger û binesaziya webê derxînin. Em vê jî ji bo ku me ji xwendevan û yên piştgirî dane me re soz daye, dikin. Nexwe bi vê firotinê re wekî dîjîtal encax em dikarin salekî temam bikin. Em bi vê cerebeyê vî tiştî jî hîn bûn ku ev kar derbasî weşana çapê nebe dê nemeşe. Ji bo vê em hevdîtinên xwe didomînin.”

Rêwîtî dê bidome

Îmam Cîcî herî dawî di derheqê plan, armanc û bernameyên xwe de axivî û wiha got: “Ligel xebatên me yên temamkirina sala GOG’ê em ê weşana wêneromanê berdewam bikin. Tenê ji bo ku em wêneromanan çap bikin me Weşana Şemkûrê ava kir. Seruvena GOG’ê dê çawa bibe em nizanin, lê di dawiya salekê de em derbasî weşana çapê nebin em ê dest bi weşana albumên wêneromanên kurdî bikin. Her wiha bi komkirina xebatên xwe, em difikirin ku wekî çapê jî weşanê bikin. Bi vê re karakterek xêzî afirandin û bi awayek albuman çapkirin di nav armancên me de ye. Piştre bi teqezî ku em dixwazin zarokên kurd bixwînin telîfên romanên xêzî yên biyanî wekî album weşandin di bernameya me de ye. Her wiha em dixwazin bi dehan albumên wêneromanên biyanî û niştecih bi kurdî derbixin. Bi vê rêwîtiya ku me bi GOG’ê re dest pê kiriye, em difikirin ku hîn bi hêztir em ê berdewam bikin.”