25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gokkan: Li Amedê15 jin bi nexweşiyên giran in

Berdevka Demê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan a li Girtîgeha Jinan a Amedê dimîne têkildarî rewşa girtiyên nexweş ji tevgerên jinan ên Tirkiyeyê re name şand. Gokkan bi îmzeyên Fatma Gul, Feyza Aksoy, Zelal Bîlgîn, Jiyan Arikboga û Fatma Narin name şand û anî ziman ku rejîma înfazê ya xwe dispêre tecrîdê sûcê li dijî mirovahiyê ye

Ayşe Gokkan di nameyê de diyar kir ku rejîma înfazê ya xwe dispêre tecrîdê, sûcekî li dijî mirovahiyê ye û cih da nameyê: “Di nava zanayiyên gerdûnî de parastina mafê mirovan divê di serê peywirên mirovî de cihê xwe bigire. Îşkence, tecrîd, mûameleya xerab, şikandina îradeyê, binpêkirina mafan li gor danezana gerdûnî ya ku Tirkiye jî li terefê wê cih digire, sûcên li dijî mirovahiyê ne. Parastina mafê jiyanê peywirên rewa, mirovî, wijdanî, exlaqî, hiqûqî ne.”

Gokkan di berdewama nameya xwe de wiha dewam kir: “Mirovahî dibe şahidê sepandin û rewşên ku wijdanê mirovahiyê wan qebûl nake. 15 jin bi nexweşiyên dil, tansiyona bilind, penceşêr û astimê ketine û bi van nexweşiyanan jî xetereya jiyanê dibe mijara gotinê. Her wiha kesên pîr û astengdar mehkûmî şertên fîzîkî yên ne li gor wan tên kirin. Zekiye Tekin (65), Semire Direkçi (49), Gulli Kara (41) hîn di Girtîgeha Jinan a Amedê de tên girtin.

Li gor daneyên Odeya Tabîban a Enqereyê  (ATO) li girtîgehan 1941 girtî û hukumxwar ên zarok hene. Dîsa li gor rapora Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya 15’ê kanûna 2021’ê li girtîgehan 604 jê giran 1605 girtiyên nexweş hene. Hat gotin divê li dora 600 nexweşên ku rapora wan a nikare li girtîgehê bimîne heye ji girtîgehê derkevin û ev yek bi raya giştî re hat parvekirin. Hat diyarkirin ku ‘di 48 saetan de 3 kes’, ‘ji serê 2020’î heta îro 7 jê piştî înfaza wan hat taloqkirin di demeke kurt de, herî kêm 59 cenaze ji girtîgehan derketine’. Di sedsala 21’emîn de rejîma înfazê ya xwe dispêre tecrîdê ‘wekî mirina sîvîl’ ketiye lîteratura hiqûqê ya gerdûnî. Girtîgehên wekî cihên mirina sîvîlan e dibe sedema hilberandina nebaşiya tendirustiyê, dane bi awayekî eşkere derdixe holê ku îşkenceya li dijî girtiyên pîr û hukumxwaran vediguhere îdama fîîlî.

Hêj dereng nebûye berpirsiyariya exleqî pêk bînin

Em weke jinên girtî yên polîtîk ên li jêr îmzeya wan hene di serî de ji bo Aysel Tûglûk û hemû girtiyan ku berpirsyartiya xwe bînin cih, parazvanên heq, hiqûq, edaletê, saziyên hiqûqê, baroyan, partiyên siyasî, tevgerên jinan li dijî van pêkanînên fîîlî yên darvekirinê, ji bo girtiyên nexweşên giran, nexweş û pîr bi lezgînî werin berdan, dixwazin bêrî ku bibe dereng berpirsyartiya xwe ya mirovî, exlakî, hiqûqî bînin cih û tevbigerin.”