spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gola Wanê ji feza û erdê ne wek hev e!

Gola Wanê li cîhanê gola herî mezin a bisoda ye û her wiha gola herî mezin a Kurdistanê ye. Hem xwezaya golê hem jî dîroka wê balê dikişîne û ji ber van taybetmendiyên wê her sal bi hezaran geştiyar tên ser golê.

Çend roj in, gola Wanê bi taybetmendiyeke xwe ya din di rojevê de ye û bal kişandiye ser xwe. Wêneyê Gola Wanê yê ji fezayê hatibû girtin ku astronot Kate Rûbîns di 12’ê îlona 2016’an ew girtiye, di ‘Tûrnûvaya Cîhanê’ ya NASA’yê de bû yekemîn û li seranserê cîhanê deng veda.

Temenê golê 25 sal in

Lê belê her tişt bi awayê di wêneyan xuya dikin nînin. Ji ber vê jî wêneyê golê yê ji fezayê hatiye girtin û yê li ser erdê hatiye girtin naşibin hevdu. Ji lewre nav û derdora golê bi gelaş û bermayiyên malan, bermayiyên endustriyî û biyolojîk tê qirêjkirin. Hin zanyar dibêjin heger wisa bidome, temenê golê 25 sal in.

Wêneyên Gola Wanê yên nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Mujdat Can girtine, rewşa golê ya dawî bi aşkerayî nîşanî me dide ku xetereya li ser golê çiqas mezin e.

Mîrateyên Cîhanê ya UNSECO’yê

Xetereya li ser golê berê gelek caran hatibû nîqaşkirin lê tu gavên berbiçav nehatibûn avêtin. Rêvebiriya HDP’î ku di hilbijartina 31’ê adara 2019’an de bi ser ketibû û şaredarî bi dest xistibû, der barê vê de bi nûnerên sazî û dezgehên bajêr re civîn li dar xistibû û di vê civînê de biryar hatibû girtin ku 17-24’ê hezîranê wekî “Rojên Hayjêhebûna Ji Hewzeya Gola Wanê” bê pîrozkirin. Rêvebiriya HDP’î ji bo vê komcivînekê li dar xistibû û di vê komcivînê de ji bo “Qanûna Parastina Hewzeya Gola Wanê” bibe qanûn û gol daxilî nav Lîsteya Mîrateyên Cîhanê ya UNSECO’yê bibe, biryara hin xebatan dabû.

Bi qeyûm re xebat sekinîn

Lê belê piştî ku cara duyemîn qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin, xebatên wê bihatana kirin sekinîn û rewş her diçe kambaxtir dibe. Niha peravên golê bi gelaş û bermayiyên cur bi cur tije bûne. Hema bêje li her derê şûşe, kîsik, metere, plastî, teneke û parçeyên caman hene. Her wiha ava pîs a nayê parzûnkirin diherike nav golê û qirêjiya golê hîn zêdetir dibe. Ji gelaş û bermayiyan bêhneke nexweş tê û molozên bi destê şaredariyên di destên qeyûman de li ber golê hatine valakirin, golê hîn bêtir qirêjî dikin.

WAN