Yekşem, Hezîran 13, 2021

Golên Firatê yên li Rojava ji ber qutkirina avê zuha dibin

Tirkiye wekî avê wekî çekeke şer û qutkirina avê wekî rêbazeke şerê xwe bi kar tîne. Ev derdora 4 mehan e Tirkiye ava Çemê Firatê bi ser rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê ve qut kiriye.

Tirkiye, Iraq û Sûriye li ser ava Dîcle û Firatê gelek caran pev çûne û her wiha di navbera xwe de peyman jî danîne. Li gorî peymana sala 1987’an ya di navbera her 3 dewletan de, diviya ava Çemê Firatê li ser sînorê Tirkiye û Sûriyeyê, di  nuqteya Cerablusê de, di çirkekê de 500 metrekab av biherike. Lê îro ev rêje daketiye 185 metrekab avî.

Teknîsyenê Odeya Operasyonan a Bendava Firatê Nesan Nebî der barê mijarê de axivî û wiha got: “Av niha pir kêm e, pêwîstiyên xebitandin û îstîsmarkirinê di van demên dawî de bi cih nayên, li gel wê demsala avdaniyê heye, rêjeya ava ku ji çem ji bo avdanê tê kişandin, pir e.”

Nebî di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku ji ber ku ji bo avdaniyê pirr zêde av tê kişandin ava golên Firat, Tişrîn û Huriyê kêm bûye û wiha pêde çû: “Di 3’yê hezîranê de asta Gola Firatê 3 metre ji  pileya deryayê daket, ji dema qutkirina avê vir ve, kêmbûn daket 5 metreyan anku rojane 5 cm kêm dibe ku digihêje asta golên bendavan ên mirî û di encamê de stasyonên kehrebe û avê yên bendavê nikarin xizmetê bikin.”

Nebî bal kişand ser domdariya Tirkiyeyê ya di qutkirina avê de û wiha got: “Heke Tirkiye wiha dewam bikeli herêmê dê piraniya îstasyonên avdanê û ava vexwarinê nikaribin xizmetê bikin. Ev yek jî dê bibe sedema karesateke mezin û gel dê ji ber vê yekê pirr tahdeyiyê bikêşe. Derdora 7 milyon mirov dê ji vê yekê bandor bigirin.Her wiha dê bandorê li çandiniyê bike û ev yek jî xala sereke ya aboriya herêmê ye.”

Nebî di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ji ber kêmbûna avê qirêjî jî bêhtir dixuyê û wiha got: “Di kanalizasyon û pîşesaziyê de asta qirêjiya avê zêdetir bûye. Lewra vn her du qadan jî xwe dispart ava Firatê. Ev hem ji bo masiyan hem jî ji bo şêniyan xetereyeke mezin çêdike. Bi vî awayî nexweşî zêde belav dibin.