20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Golikê dadger

Cemîl Oguz
Cemîl Oguz
Cemîl Oguz serra 1975î de dewa Zengê ya qezaya Lice ya Amedî de ame dinya. Mîyanê 1998-2003an de rojnameyê Azadîya Welatî de karê rojnamegerîye, edîtorîye û redaktorîye kerd. Heta nika zaf kovar, rojname û malperan de nuşteyê ci vecîyayî. Azadîya Welat, ANF, Tîroj û Dîwar de kar kerd. 21ê nîsana 2005î ra nat edîtorîya diyarname.com keno. Roja ke rojnameyê Xwebûnî dest pê weşaneyî kerd ra nat quncik nuseno. Xeylê kitabî nuştî û belgefîlmî amade kerdî.

Gavanek hebû li gundekî gavanî dikir. Di nav naxirê de goligek şivên û golikek dadger hebû. Rojekê her du golik li rex newalekê li hev didin. Her du bi qiloçan diçin hev. Çawa ku golikê gavan li yê dadger dide golikê dadger di newalê werdibe û dimire.

Gavan zilamekî biaqil û têgihiştî ye. Diçe cem dadger û dibêje hakim beg golikê min û yê te li hev xistin, golikê te li golikê min da û golikê min di newalê werbû û mir.

Dadger dibêje gavan her du jî sewal in tu cirma wan tune ye. Gavan dibêje dadger beg ez mirovekî belengaz im, xizan im di qanûnê de tu tiştekî ku tu bidî min tune ye?

Dadger rûpelên pirtûka pêşiya xwe ya qanûnê li hev dixe û dibêje na gavan tu cezayê xwe tune ye. Gavan dibêje ya rast berevajî tiştê ku min ji te re vegotine. Dadger dibêje çawa?

Gavan dibêje golikê min li yê te xist, golikê te mir. Dadger dibêje bisekine ez careke din li pirtûka qanûnê binihêrim. Gavan dibêje hakim beg tu dizanî. Dadger li pirtûka qanûnê dinihêre û dibêje, gavan ji bo ku ez karmendê (memûr) dewletê me hewce ye tu golikê xwe bidî min. Gavan dibêje çawa? Dadger dibêje qanûn wisa dibêje. Gavanê belengaz nizane çi bibêje, hema di ber xwe de dibêje tu û xwedê. Îca hêjano, qanûnên ereb, tirk, ecem û yên mîna wan ji bo wan e ne ji bo me ne.

Di makezagonên wan de kurd tune ne û mafê kurdan jî tune ye.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê