24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Googleyê reklama bi kurdî qebûl nekir

Nivîskar Rêzan Tovjîn ji bo danasîn û reklama pirtûka nivîskar Sîdar Jîr a bi navê ‘Şerm’ xwest di Google ADS’ê de sponsoriya pirtûkê bike. Google ADS’ê ev daxwaz bi sedema zimanê kurdî nayê destekkirin reklam red kir.

Googleyê bersiva “nehat erêkirin” da Tovjîn û wekî zimanê nehat destekkirin qebûl kir. Googleyê, di bersivê de got: “Ji ber zimanê nayê destekkirin û polîtîkaya reklamê îhlal dike nayê weşandin.”

Nivîsakar Tovjîn destnîşan kir ku ji ber zimanê reklamê bi kurdî ye reklam hat redkirin û wiha got: “Ev polîtîkaya Google Tirkiyeyê ye, divê em xwe bigihînin Googleyê û bikin ku kurdî li Google ADS’ê were zêdekirin.”

Tovjîn, bi bîr xist ku Google ADS servîseke reklamê ya Google’yê ye û wiha got: “Mirov wekî kes jî, wekî sazî jî reklaman didin vê servîsê, ji bo dema di Googleyê de li tiştekî bigerî reklama wî titî bibînî. Ev servîsa herî mezin a Googleyê ye ku jê qezencê dike ye. Google rojane bi milyonan dolar qezencê ji vê servîsa xwe dike. Mirov ji 25 qurişan heta 1 an jî 2 dolaran teklîfê didin ku kesek di Googleyê de dema li gotinekê giriya bila reklama wan derkeve pêşberî bikarhêneran.”

Reklama bi kurdî hat red kir

Rêzan Tovjîn ragihand ku wî jî li ser navê xwe pereyek razandiye hesabê Googleyê û xwestiye li cîhanê îro kî lê geriya, bila reklama roman Şerm a Sîdar Jîr derkeve pêşberî wan û bikaribin bitikînin û ji malpera weşanxaneya bixwazin û wiha  domand: “Mixabin, piştî min reklam amade kir û tevî wêneyê pirtûkê û lînka malpera weşanxaneyê weşand, Google ADS’ê bersivek şand û got ku ji ber polîtîkayên weşana reklamê ev reklam hatiye redkirin û sedem jî ew e ku reklam bi kurdî ye.”

Helwest a Google ADS Tirkiyeyê ye

Nivîskar Rêzvan Tovjîn herî dawî da zanîn ku wî di sala 2007’an de dîsa xwestiye reklama pirtûkeke Helîm Yûsiv di Facebookê de biweşîne lê bi heman sedemê hatiye redkirin û wiha got: “Wê demê min fêm kiribû ku Facebook Tirkiye ango berpirsiyarên naveroka tirkî wisa tevdigerin û min serî li Facebookê dabû ji bo zimanê kurdî li Facebookê were zedekirin. Wan jî qebûl kiribû û bi alîkariya gelek mirovên dilxwaz min wergera wê organîze kiribû. Lewma ez dizanim ku ev helwesta Google ADS’ê jî helwesteke herêmî ye, ango ya servîsa wê ya li Tirkiyeyê ye. Ji ber vê ez ê serî li navenda wê bidim ji bo zimanê kurdî li Google ADS’ê were zêdekirin da ku kurd jî bikaribin bi zimanê xwe reklaman bidin.” AMED