25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gora bav û kalan

Yasemîn Elban

Hinek caran,  hinek mirov qenc an xerab her çi bijîn, dikevin nav wê kurahiyê û nikarin jê derkevin,  hay jê namînin ku sal û zeman  çawa dibohurin û pê nahesin ku emrê wan ê kurt, çawa virt û vala derbas dibe.  Marîa Robînson gotiye: “Kesek nikare li paş xwe  vegere, jiyana xwe ji nû ve bide destpêkirin, lê ji îro pê de  her kî bixwaze dikare dawiya jiyana xwe biguherîne.” Bav û kalên me jî vê yekê baş zanîne, loma di nav her çîrok, pêkenok û mesekokên wan de dersek an peyamek heye.  Bûyerên  di nav vê çîroka  li jêr de derbas dibe vê yekê pir baş dide  ber çav. Lehengên çîrokê  her çiqas nexwestine jiyana xwe biguherînin jî bi sedema kesekî bi aqil dawiya jiyana wan guheriye. Tê gotin ku ev çîrok rast e.

Rojekê mêrikekî diçe gundekî,  li mala gundiyekî dibe mêvan. Xweyê malê bi dil û can mêvanê xwe dihewîne.  Lê mêvan dibîne ku ne heye bixwin û ne jî heye bidin mêvanan. Maleke feqîr û belengaz in.

Mêrikê mêvan li xweyê malê vedigere û dibêje:

-Xalo qey zarokên te tune ne?

Xweyê malê dibêje:

-Xwedê bihêle, deh kurên min hene.

Mêrik dibêje:

– Kurên te naşixwilin?

Xweyê malê dibêje:

-Wele, sibê şeveqê diçin heya êvarê giya didurin. Lê zêde qezenca wan çênabe. Hema bêje nanezikî dişixwilin.

Mêrik dibêje:

– Bila karekî din bikin!

Bav dibêje:

-Li vî gundî ji xeynî giyadurinê tu kar tune ye.

Mêrik dibêje:

-Nexwe  hûn jî herin devereke din.

Bav mêvanê xwe  hildide,  dibe ser sê, çar gorên ku ji zûda hatine çêkirin. Nîşanê wî dide û dibêje:

-Bira, em ê çawa van gorên bav û kalên xwe li vir bihêlin û biçin?

Danê êvarê her deh kur têne mal, mêrik lê dinêre ku her deh jî ji hal ketine. Dest û piyên wan tev derikîne û terişîne. Dilê wî bi wan dişewite. Ew şev li wir radizê, hêj ku sibe nebûye, radibe diçe, ser her çar  goran dirî, dûre guyê xwe bi darikekî li ser goran digerîne û dide rê diçe. Sibêdahî bavê kuran diçe li ser gora  bav û kalên xwe ku fatihe bixwîne, dêna xwe didê ku çi  bibîne, tevda bûne gû. Pir li ber dikeve û pê dizane ku mêvanê wan ev kiriye. Bi bez diçe ji kurên xwe re meseleyê dibêje.

Kur dibêjin:

-Em vê yekê ji wî re nahêlin. Em rabin biçin lê bigerin, em wî li ku bibînin, em ê lêdin bikujin! Bav û her deh kurên xwe radibin bi rê dikevin. Pirs, pirs heya digihêjin Mêrdînê. Li wir pereyên wan diqede li xwe dimînin heyrî. Yek ji wan dibêje:

-Bavo, va me wî mêrikî nedît û perê me jî qedya. Em biçin ji xwe li şixwilekê bigerin. Eger me dît em bixebitin ku em pê vegerin biçin mala xwe.

Bav dibê:

-Baş e.

Her deh bira di demeke kurt de ji xwe re kar dibînin. Yek diçe zeviya nokan, yek diçe, zeviya nîskan, yek diçe nav rez, yek diçe ber pez.  Her yek ji wan gelek pere qezenc dikin. Bav bala xwe didê ku roj bi roj qezenca wan zêde dibe. Êdî naxweze paşve vegere biçe gundê xwe. Di navbera salekê de ji xwe re xaniyek û zeviyek distîne. Piştî du salan, gundekî distîne û dibe  axayê gund. Ew mêrikê ku bûbû mêvanê wan, çûbû hecê. Piştî vegerê bi tesadûfî dîsa tê dibe mêvanê wan. Mêrik çawa wan dibîne, wan nas dike. Lê ji ber ku wî rih û simbêl berdabû, wan ew nasnekir. Ji bo ku hecî bû gelek qedir û qîmet danê. Piştî îzet û îkraman, mêvan li bavê vegerî û got:

-Bira hûn qet naşibin mirovên vê deverê, gelo hûn ji ku hatine?

Bav dibêje:

-Bira em ne ji vî gundî ne. Em di gundê xwe de pir feqîr bûn, lê me nedixwest ku em terka gora bav û kalên xwe bikin, rojekê camêrekî hat, bû mêvanê me. Pişt re çû li ser gora bavê me rît û çû. Me jî da pey wî ku em wî bikujin. Em heya vir hatin. Me ew nedît. Li vir zarokên min ji xwe re xebîtin. Roj bi roj qezenca wan zêde bû. Dûvre me ev gund stand û em bûn axayê gund.

Mêvan dibêje:

-Gelo, îro ew mêrik niha rastî we bê, hûn ê wî bikûjin?

Bav dibêje:

-Na Wele em ê hêj di ser de wî bi xelat bikin.

Mêvan li xwe mikur tê û dibêje:

-Ew ez im.

Bav razîbûna xwe dide der û di ser de jî kîsikek zêr didê.