19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Goreke din a komî li Iraqê hat dîtin  

DAIŞ’ê di sala 2014’an de bi hovane êrişî Iraqê kir û ji 3’yan yek axa Iraqê dagir kirin. Di hezîrana 2014’an de li hemberî gelên Şengal û Mûsilê komkujiyên hovane pêk anîn. Ev komkujî û qetlîam di gorên komî de zêdetir derketin holê.

Neteweyên Yekbûyî (NY) di kanûna 2018’an de raporeke li ser êrîşên DAIŞ’ê ragihandibû û gotibû ku DAIŞ’ê li Iraqê herî kêm 12 hezar kesan qetil kiriye û daneyên wan kesan di 200 gorên komî de hatine dîtin.

Herî dawî di goreke komî de hestiyên însanan hatin dîtin. Tê diyarkirin ku DAIŞ’ê di sala 2014’an de êrîşî girtîgeha Badûşê kiriye.  Di vê êrîşa girtîgehê de misilmanên sunî hatine berdan û gelek  ji wan misilmanên şiî ne ku bi tevahî 600 kes hatine qetilkirin.

Di hefteyên dawî de şêniyên Iraqê li ser dîtina hestiyên di gorên komî de diçin DNA’yên xwe didin û li cenazeyên ferdên malbatên xwe digerin.