spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Goristana li gundê Şêxorzê hat talankirin

Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê komên çete yên bi ser Tirkiyeyê ve goristana li gundê Şêxorze talan kir. Hate gotin ku hin komên girêdayî dewleta Tirkiyeyê  kevirên goran rakirine, wan difiroşin an jî li baxçeyên malan datînin ku ev mal jî yên gel in û dest li ser danîne.

Ji Adara 2018’an û vir li Efrînê her tiş tê talankirin. Jêresazî, kanên dahatê milkên taybet bi rengekî sîstematîk têne talankirin. Her wiha ev êrîşa sîstematîk dibin ser goristanan jî. Goristana Avesta ku di dema êrîşên li ser Efrînê şervan û sivîl lê hatin veşartin, pêşî hatibû talankirin û ajansa fermî ya AA’yê gotibû goristan a sivîlên înfazkirî ye lê di demeke kurt de rayedarên efrînî û dîmenan ev îdîayan vala derxistibûn.