20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Govend û stranên xurfanî

Nêrgiz Ismayîl

Li rojavayê Kurdistanê berhema bi navê stran û govenda Xurfanî tê amedekirin. Ji bo ku em agahiyên berfireh werbigirin em bi Endamê Tevgera Mezopotamyayê ya Çand û Hunera Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê – Beşa Stran û Muzîkê Bêkes Darî re axivîn.

Bêkes Darî têkildarî xebatên xwe da zanîn ku herî dawiyê amadekariya klîbekî kiriye û ev tişt got: “Herî dawî amadekariya klîbekê hate kirin, bingeha vê projeyê jî li ser rewşa wan hunermendên ku çûne ser dilovaniya xwe û hetanî niha jî bandora xwe li ser strana kurdî, hunera kurdî hêliştine û di heman demê de mafên wan nehatiye dayîn. Me weke erkekê li ser şanê xwe dît ku em xwedî li van hunermendên me yên resen derkevin. Lewra me hunermend Eyaz Yusif hilbijart ku em jê re şahiyeke rêzdayînê çêkin. Gelek berhemên wî hebûn û zû şehîd bû, bi destê rejîma Baasê ya Iraqê. Gelek stranên wî yên bi nav û deng hene, weke Govend e Govend e û hwd. Rast e me ew şahî pêk anî lê belê paşê em hizirîn ku tenê şahiyeke rêzgirtinê kêm dimîne. Diviya em hîn gaveke din biavêjin.”

Mîrateya kurd û gelan

Darî axaftina xwe de dest nîşan kir ku herêma Cizîrê ji aliyê çand, ziman û kelepûra gelan ve gelekî dewlemend e û wiha axivî: “Bi taybetî jî rengek ji çandê heye ku navê wê Xurfanî ye. Di dawetan de diyar dibe, stranên ku têne gotin jî taybet in. Stranên Xurfanî hem bi rengê stranê ye hem jî bi rengê govendê ye. Wiha me xwest em bi projeyekê bikin yek. Mînak di vê herêma me de hunermendên ku ev stran digotin hemû jî çûne ser dilovaniya Xwedê. Ew stranên wan jî di kasêtan de bûn, bi rengekî nexweşik hatibûn tomarkirin. Nimûne rehmetiyê Yusifê Çelebî bû, Ehmedê Kinê, Hiznî Bavê Adil bû. Ne tenê ev û gelek hunermendan çanda kurdî, mîrateya kurdî di sînga xwe de hiştibûn. Me got em ê hinekî lêkolîn li ser van stranan bikin.”

Dest nadin reseniyê 

Endamê Tevgera Mezopotamyayê Darî der barê armanca klîba xwe de diyar kir ku armanc xwedîderketina li çanda xwe ya resen e û wiha domand: “Em erka xwe dibînin ku xwedî li cewhera wan hunermendên xwe derkevin. Min û hunermend Delîl Mîrsaz, me gengaşe li ser kir. Heşt mehan me li ser vê xebatê amadekarî kirin û ev mehek e ku wek klîb xilas kiriye. Di vî karî de em neçar man li wan stranên wan vegerin û baş guhdar bikin. Me xwest di stranan de em bi tu peyvên wan ên resen nelîzin. Lê tenê me xwest em hinekî ji aliyê muzîkê ve nûjeniyekê bidinê. Wiha me peywendî bi gelek hunermendan re danî. Nimûne weke; Şefîq Bavê Re’ad, Selîmê Temo bû, Beha Şêxo bû, Zûbêr Salih, Salihê Heydo bû. Em ji van kesan bi gelekî re şêwirîn. Em bûn çardeh hunermend. Di dawî de em gihiştin wê encamê divê em bi vî rengî çêkin.”

Tenê maye montaja klîbê

Bêkes Darî ragihand ku ji bo vê projeya xwe şeş stran hilbijartine û ev tişt got: “Me li studyoyê tomar kir. Me komên xwe yên Komîna Govendê jî anîn û bi wan re amadekarî hîn dewlementir bûn. Ji wan re jî spas dikin, ji ber di nava van komên me yên herêma Cizîrê de jî reqsa Xurfanî heye, reqseke cuda ye, giran e û xweş e. Wan jî provayên xwe temam kirin bi cil û bergên kurdî, cilên her çar perçên Kurdistanê li xwe kirin.

Du hunermend ji wan jî Şefîq Bavê Re’ad û Selîmê Temo ne. Ew jî her yek di vê klîbê de stranek gotine. Çardeh hunermendên me jî bi cil û bergên kurdî beşdarbûn. Di 22’yê gulanê de jî me klîba wê jî bi dawî kir. Êdî tenê beşa montajê ya van berheman maye, ew jî dê temam bibe û em ê pêşkêşî gelê xwe bikin.”

Pêkanîna şoreşa hunerî

Darî dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew li ku deverê bin hewce ye em li çanda xwe xwedî derkevin û wiha got: “Em di wê hêviyê de ne ku em li ku derê bin divê xwedî li çanda xwe ya resen derkevin. Em bikaribin şoreşa hunerê di nava şoreşê de pêk bînin. Em dixwazin şoreşa gelan bi hunera gelan pênase bikin. Ev yek erka me ye. Hunermendên ku dibêjin em serbixwe ne rastiyeke wiha nîne. Mirov ji resentiya xwe nikare serbixwe be. Em vê berhemê ji niha ve pîroz dikin. Û ne tenê ev berhema hunerî hîn amadekariyên me dê ji bo projeyên din û dewlemendtir hebin.”