23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Grev bi telefonekê bi dawî nabin’

Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK’ê, 27’ê Mijdara 2020’an li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê ABdullah Ocalan û binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan dest bi greva birçîbûnê ya dorveger û bêdem kirin. Greva li girtîgehan 136 in didome û vê hefteyê koma 28’an grev dewr girt.

Grevên birçîbûnê yên bi heman armancê yên li Wargeha Mexmûrê (114) û wargeha penaberan Lavrîo ya li Yewnanistanê (98) hatin destpêkirin jî didomin.    

Arafat Kardagi ê keça wî Elîf Kardagi li Girtîgeha Tarsûsê ya Jinan girtî ye û heya niha 3 caran li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ketiye greva birçîbûnê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.

Bav Kardagi got ku keça wî Elîf 3 sal berê dema xwendekariyê hatiye girtin û 6 sal û 3 meh ceza lê hatiye birîn.

‘Dibe ku vegehere ya nedorveger’

Bav Kardagi diyar kir, dibe ku greva birçîbûnê veguhere ya nedorveger û wiha got: “Ez di sala 2010’an de 90 rojan di greva birçîbûnê de mam. Greva niha naşibe yên bere û ne çalakiyeke ku bi hevdîtineke telefonê bi dawî bibe. Divê dewlet vê yekê bibîne. Meseleya sereke şikandina tecrîdê ye. Lewma divê ev daxwaz bên qebûlkirin. An na dê bibe sedema karesatên mezin.”

Kardagi destnîşan kir ku tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bêhiqûqî ye û di şexsê Ocalan de civak tê tecrîdkirin û wiha lê zêde kir: “Êdî polîtîkayên tecrîdê bi kêr neyên. Çawa ku bi salan e polîtîkayên wan bi kêr nehatine, dê polîtîkaya tecrîdê jî wisa bi kêr neyê. Sedema hemû pirsgirêkan tecrîd e. Mirov bifikar in û ditirsin. Difikirin gelo wê sibê çi bibe.”

‘Rojek beriya rojekê’

Kardagi destnîşan kir ku fikara wan a herî mezin ew e ku xebera mirinê ji girtîgehan bê û axaftin xwe wiha bi dawî got: “Divê rojek beriya rojekê parêzer hevdîtinê bi Ocalan re bikin. Çalakiyên greva birçîbûnê bi vî awayî ancax dikarin bi dawî bibin.”

MÛŞ