20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Grevên birçîbûnê di roja 123’emîn de didomin

Çalakiya grevên birçîbûnê ya dorveger û bêdem a girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK’ê yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ku bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û bidawîkirina binpêkirinên mafên girtiyan 27’ê Mijdara 2020’î hat destpêkirin, di roja 123’yemîn de bi koma 25’emîn didome.

Mexmûr û Yewnanistan

Çalakiya grevên birçîbûnê ya li Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ku bi pêşengiya jinan li dijî tecrîda li Îmraliyê roja 18’ê kanûna 2020’an hat despêkirin, di roja 102’emîn de li Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê, di roja 102’emîn de didome. Her wiha çalakiya greva birçîbûnê ya welatiyên li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê ku bi heman armancê hat destpêkirin, 85 roj in didome. Çalakî bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê tê kirin.

Daxwa û banga hevdîtina bi Ocalan re

Hefteya borî roja 25’ê adarê, Mehmet Ocalan bi birayê xwe Abdullah Ocalan re bi telefonê axivîbû. Mehmet Ocalan têkildarî hevdînê diyar kiribû ku ew tenê 4-5 deqe bi birayê xwe re axiviye û di dema hevdîtinê de telefon hatiye qutkirin. Ocalan diyar kiribû ku Abdullha Ocalan jê re gotiye ku hevdîtina bi vî awayî ne hiqûqî ye û divê ew bi parêzerên xwe re rû bi rû hevdîtinê bike. Piştî vê agihiyê fikarên gelê kurd, partî, sazî û dezgehên kurdan zêdetir bûn û bang li dewlet, CPT, Konseya Ewropayê û sazî û dezgehên berpirsiyar ên mafên mirovan kirin ku li hemberî vê bêhiqûqiyê helwestê nîşan bidin da ku tecrîda li ser Ocalan bê rakirin.  

(ab)