spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Guh bidin pêşniyarên sendîkayan

Li Tirkiyeyê her tim rewşa karkeran li holê bû û kesên dihatin parastin sermeyadar û alîgirbûn. Di pêvajoya vîrusa koronayê (Covid -19) de ev tişt bêtir derket holê. Ji bo karkeran tedbîrên pêwîst nehatin girtin û bi mirinê re rûbirû hatin hiştin.

Li Tirkiyeyê desthilat di bin navê “Mertala Îstihdamê” de “Pergala Teqawidiyê ya Temamker (TES)” xistibû rojevê. Bertekên li dijî vê yekê didomin. Bi vê pergalê tê xwestin tazmînata kidemê dewrî fonê bê kirin. Sekreterê giştî yê Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Adnan Serdaroglû bertek nîşanî vê yekê da û got: “Pêşnûmaya qanûn hêj ne amade ye lê tenê di çapemeniyê de hêlên wê yên baş tên serwîskirin. Hêlên wê yên xirab jî tên veşartin. Dixwazin civakê bi hêlên wê yên baş bixapînin.”

Nikarin plansaziyê bikin!

Serdaroglû, destnîşan kir ku dewrkirina tazmînata kidemê ya ji bo fonê ji hêleke şaş ve tê nîqaşkirin û got, heya niha desthilatê tim xwestiye tazmînata kidemê ji holê rabike û wiha dom kir: “Em behsa heqekî dikin ku 84 sal in pêk tê û qismek perê karkeran li cem karmendan dimîne. Dixwazim bêjim ne serkomar ne jî hin kesên din nikarin der barê perê karkeran de, hin plansaziyan û taserufê bikin. Kidem, ne bexşek e ku karmend an jî dewlet didin me. Parçeyek perê me yê ku me li cem karmend hiştiye. Loma ne rast e ev mesele di ser fonê re tê nîqaşkirin.”

Herî dawî Serdaroglû destnîşan kir ku desthîlatê şewb û krîza aborî ji xwe re kiriye firsend û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Lê divê deshilat bi aqilekî selîm tevbigere û guh bide pêşniyarên sendîkayan. Tazmînata kidemê pêşeroja we ye, mîrateyek e ku mezinên we ji we re hiştiye. Ji bo xwedîderketina li tazmînatê piştgiriyê bidin têkoşînê.”

Tedbîr nayên wergirtin

Nûnerê Sendîkaya Karkerên Soreşger ên Tekstîlê (Dev-Tekstîlê) ya Çûkûrovayê Ahmet Sûbaşi, diyar kir ku li herêmên pîşesaziyî vîrusa koronayê gelek belav bûye û wiha axivî: “Li herêma serbest ku nêzî 10 hezar karker lê dixebitin, ji ber ku bendergeheke navneteweyî ye ji bo belavbûna vîrusa koronayê şertên wê guncav in. Me ev rewş anîbû ziman. Lê hişyariyên me nehatin guhdarîkirin. Niha li 10 kargehan vîrus heye. Li gel vê yekê jî rayedarên şîrketê, ji karkeran re tenê dibêjin baldar bin û bergiriyen xwe bigirin. Careke din em rayedaran hişyar dikin ku bi sendîka û rêxistinên pîşeyî yên tenduristiyê re bi awayekî hevpar bergiriyên werbigirin.”

Alîgirên xwe girtin kar

Fabrîkaya tekstîlê ya bi navê Ozak a aydê Holdînga Ozak Global ku li Rihayê ye ji bo vîrusa koronayê navber dabû karê xwe. Piştî pêvajoya “asayîbûnê” dest pê kir, tekstîlê dest bi hilberînê kir lê belê cudakariyê xist navbera karkeran. Fîrmayê karkerên endamên sendîkaya Hak-Îşê ya nêzî hikûmetê girt kar lê belê tenê hin karkerên endamên Sendîkaya Tekstîlê ya girêdayî DÎSK’ê û gelek karkerên endamên vê sendîkayê negirt kar. Karker diyar dikin ku tenê sedemek wan venegeriyane karê xwe heye ew jî ji bo ku endamên Tekstîl Sen’ê ne. Rayedarên fîrmayê soz daye karkeran dê piştî 1’ê tîrmehê bigirta kar. Piştî serê mehê karker çûn kar lê ewlekar û leşkeran karkeran asteng kir û li karkerên bi navê Ahmet Yusuf Çali û Erkan Taş dabûn.

Erkan Taş û Abdulbakî Aksû ku endamên Tekstîl Senê ne û hêj venegeriyane karê xwe, diyar kirin ku wan xwestiye ew biçin kar lê li leşker û ewlekarên taybet li wan dane û tevî rayedaran soz daye wan jî dest bi kar nekirine. Karkeran got ku dixwazin hejmara karkerên sendîkayî ku xwe bi rêxistin dikin kêm bikin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê