24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Guhdar bike ‘mêrê biçûk’

Piştî êrîşa nijadperest a li bajarê Almanya Hanauyê piraniyên wan kurd deh kesan jiyana xwe ji dest da. Êrîşên nijadperest ên bi taybetî li Almanyayê û bi giştî li Ewropayê ku roj bi roj zêde dibin, ne mijareke nû ye. Gotina ‘em ne di ewlehiyê de ne’ êdî ji zû de ye bûye peyveke gerdûnî. Her çiqas di rewşa heyî de çalakiya kujerê Hanauyê bi tu awayî wek êrîşeke takekes neyê dîtin û wek encama polîtîkayên krîmînalîzekirina penaberan, gotinên nifirîn ên tevger û partiyên rastgir ên nijadperest, gotin û praxîsên rasîst ên saziyan, ango wek êrîşeke bi rêk û pêk bê dîtin jî, hewce ye mirov li ser kujerî, li ser ‘mêrê biçûk’ bisekine.

Bîrdoziya nijadperest di serî de xîtabî ‘mêrê piçûk’ dike (Bora, 2000). Hêrsa wî ya kor tûj dike, jê re dijminan diafirîne, wî di nav stembariya wî de bilind dike. Bi vî awayî ‘mêrê biçûk’ ê ku biqasî serê derziyê bi kêrî tiştekî nayê, xwe girîng, mezin û cûda dibîne. Kompleksên xwe û tirsên xwe bi sûcdarkirinê piştperde dike. Tundiyê wek amûreke bingehîn bi kar tîne û wek ‘çalakiyeke mêrane’ lê xwedî derdikeve. Ji mêraniya xwe û xwerûbûna xwe razî ye.

Nijadperestî xwedî zayend e û ev zayend bêguman mêr e. Li gorî berjewendiyên hemzayendên xwe -dewletê, baviksalariyê û kapîtalîzmê- tevdigere. Lewma jî ligel dijminatiya yên ne wek wî, dijminatiya jinan jî dike. Di dîroka rejîmên faşîst de li gorî hişmendiya nijadperest rola jinan bi dayiktî, nanpêjî û xwedîkirina zarokan hatiye sînorkirin. Jin tenê di çarçoveya avakirin û domkirina ‘neteweya pîroz’ de xwedî nasname bûn. Ev helwest di zihniyeta netewe-dewletî de hîn jî berdewam dike. Ev sekna netewe-dewletî di heman demê de nêrîna sazumankirî ya gerdûnî ya li dijî jinê ye.

Li gorî vê mantiqê ji bo ‘mêrê biçûk’ jî jin dijmin e. Heta jinan wek berpirsiyarên rewşa xwe ya xerab dibîne. Di çalakiyên nijadperest ên ku ji hêla ‘mêrên biçûk’ ve -an wek takekes an jî rêxistinî- pêk hatine de motivasyona dijminatiya jinan gelek aşkera ye. Bi taybetî di êrîşên salên dawî yên li Ewropayê de kujerên nijadperest di vîdeo yan jî di nivîsên xwe yên ku diweşînin de ligel antîsemîtîzmê û penaberan yekser êrîşî femînîzmê jî dikin: “Jin êdî zarokan çênakin an jî zarokên wan ne xwînxwerû ne. Ji ber kêmhejmariya zarokan pêşeroja neteweyê di xeterê de ye. Lewma ye jî penaber tên vê derê. Hemî ban û saziyên me dikevin destên wan. Û berpirsiyara vê yekê jî femînîzm e.” Femînîzm an jî bi giştî têkoşîna jinan di vê astê de tirsa ‘mêrê biçûk’ bi awayekî tazî derdixe holê. Bêguman ne bi argumanên ku nijadperest diafirînin, lê di rewşa xerab a ‘mêrê biçûk’ de rola femînîzmê û tekoşîna jinan gelek mezin e. Ji ber vê yekê ye ku ji Rojava bigire ku çeteyên ‘mêrên piçûk’ ên DAIŞ’ê bi kuştina ji destê jinan û ji dojehê ditirsiyan, heta ‘mêrê biçûk’ Breivik ê ku li Osloyê 77 kes kuştin û di êrîşa xwe de bi taybetî jinên ciwan hedef girt, nijadperest nefreta xwe ya li dijî jinan bi her awayî vedireşin.

Bi kîjan motîfî dibe bila bibe yan jî ji kîjan hêlî tê bila bê, hişmendiyên nijadperest di bingeha zayendperestî û dijminahiya jinan de digihijîn hev. Li dijî vê hişmendiyê azadiya jinan wek temînata azadiya civakê dîtin û li ser vî esasî piştgirî avakirin dojeha ‘mêrê biçûk’ e.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê