spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gula di navbera Dîjle û Ferêt de; Nisêbîn-1

Agîd Yazar
Agîd Yazar
Di sala 1973'yan de li gundê Banqîrê bi ser navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê ji dayik bûye. Di sala 1997'an de li Mêrsînê di rojnameya Azadiya Welat de dest bi rojnamegeriya kurdî kiriye. Rojekê di xewna xwe de dibîne, di nava kevne-bajarekî dêrîn de, axa kendalekî dikole. Her ku axa kendêl vedixepirîne, qelemên her yek bi rengekî cûda, bi dest wî ve tê. Ew dem û ev çax, miqîm di nava kar û barên nivîs, lêkolînerî û geştiyariyê de ye, ne kêm ne zêde.

Yek caran meriv dike nake li gorî dilê meriv nameşe. Meriv çer jî dike xwesteka meriv nayê cî. Xwestek û armanca meriv dibe nola teyrikê şevxapînok yê şivanan. Tu dibêje aha va êdî min ew girt! Dema tu destê xwe dirêj dikî da ku wî bigrî, hew tu dibînî careke din got pirt û ji nav tilîkên te firiya çû.

Girtina wî teyrikî jî li te dibe gir, dibe hesteke jêneger, dibe miraz û mexseda te ya jiyanê. Mîna kurmê tiryakê, xwe di nav xwîna te de tevdilivîne. Meriv bi lerz û cizba ji serhişêxweçûyînê dikeve. Rojek tê, meşa li dû wî teyrikî, ji girtina wî xweştir û bi coştir dibe. Êdî ne tu dixwazî teyrik bigirî û ne te divê ji dû wî teyrikî vegerî. Mîna meriv dibêje qey tu teyrik bigirî, ew ê sêr xera bibe. Lema jî meriv dibe dewrêşekî bêşekal û xeftan hulhulî. Lê dîsa jî meriv ji dû teyrik venagere. Teyrik te li dû xwe digerîne. Tu jî bi vê xwexapandinê bextewarî…

Ez jî wer dikim. Digel ku ez dizanim ez ê negihîjim dawiya vê razê, dîsa jî ez li dû vî teyrikê biraz im. Lewra kelecana gera li dû wî, ji girtina wî xweştir e. Teyrik gurekê dide xwe û ez li pey wî dikevim.

Sibe zû ye; sorekî soringî li asoyê berbangê belav dibe. Em Çinara Amedê derbas dikin. Dîwarê keleha Zêrzewanê, nola dêwekî reş, serê xwe di nav berbanga soringî de bilind kiriye.

Nizanim çima, her gava ez di Sultan Şêxmûs re derbas dibim, dengê gufegufa erbaneya Sofî Şêxmûs, di guhên min de deng vedide. Paşê jî ew dîmenê wî yê ji fîlmê Mem û Zîn li ber çavên min zindî dibe. Te dît çaxa jinika ji Sitiyê re pîriktî kiribû, mizgînê dide Tajdîn ku xwedê lawek daye wî. Hingê Sofî Şêxmûs jî li ber derî rûniştiye, defê li ser destê xwe direqisîne û dicoşîne. Dibe ew dîmen be ya di bin hişê min de hatiye kolandin.

Te dît payîz e û demsala mehserê ye. Li ser riya Mêrdînê li vî alî û li wî aliyê rê, mehservanan di bermîlan de dimis dikeland, bastêq çêdikirin û benî di helawê re dikirin.

Em Mêrdînê derbas dikin. Dengê radyoya FM a Rojava, me motacî stranên youtubê nake. Strana Zeriyên Şeşdara diqîre. Me têlên di navbera me, xwişk û birayên me yên Rojava de ye, daye ser milê xwe yê rastê û berûberê têlê ber bi Nisêbînê ve dimeşin. Têl û dîregên sînor, nola perdê li ser darê tembûra Hemed Şêxo, bi ahenga stranên diçerixe û li pişt me dimîne. Em digihîjin Nisêbînê. Stran bi dawî dibe û FM nûçeyên serê saetê pêşkêş dike: Xwînerên ezîz, êdî dema em jî dîroka Nisêbîna rengîn ji we re pêşkêş bikin hat.

Deriyê Mezopotamyaya jorîn

Nisêbîn, nola deriyê Mezopotamyaya jorîn tê pênasekirin. Dîroka wê xwe dispêre çar hezar û 500 sal beriya zayînê. Li gorî kolandinên arkeolojiyê, cara ewil ji hêla Sûbarûyan ve hatiye avakirin. Sûbarû, pêşiyên kurdan in. Di roja me ya îroj de, jî eşîreke bi navê Zebarî heye. Ev eşîr, navê xwe ji Sûbarûyên pêşiyên kurdan digire. Wezîrê karê derve yê Iraqê yê berê, Xoşyar Zebarî ji vê eşîrê ye û paşnavê xwe ji vî navê qedîm yê pêşiyê kurdan girtiye.

Li gorî kevaleke hatiye dîtin B.Z 3 hezar sal berê, qralê Someran, Lûgazakîs navê Nîrbo li vî bajarî kiriye. Di nav demajoya dîroka şeş hezar û 500 salî de, gelek nav li Nisêbînê hatine kirin. Hin ji wan navan ev in: Nîrbo, Nisîbîs, Nabîla, Kenge, Nas-û-bîna, Meppîn-sûba, Antîmosya, Nasîbîna-sarbo, Ahwaz, Nasîbeyn, Nisêbîn û hinekên din.

Lê navê avakarê wê yê yekemîn, ango navê ji hêla Sûbarûyan li Nisêbînê hatiye kirin, hîn nayê zanîn. Dibe ku navê Nisêbînê yê bi sûbarûkî, di bin girê Girnewas de razayî be. Kî çi dizane?

Gava meriv dibêje Nisêbîn, yekser Girnewas tê bîra meriv. Bi raya min, Girnewas, qutiya reş a Nisêbîne ye. Heke kolandineke bi rêkûpêk li Girnewasê were kirin, ew ê gelek tiştên nayên zanîn derkevin li ber ronkahiya rojê. Girnewas, bi vê raza di bin xwe de veşarî, dişibe candareke avis ya derengmayî. Îro nebe sibê; îlim ew ê çongan bide erdê û bizê. Rojeke bi nîşane û vaye min got!

Mîrê Cinan ê li ser Girnewasê

Girê Girnewas, bi qasî 4 km dikeve bakûrê Nisêbînê. Girnewas, bi her awayî girekî biraz e. Li serê gir tirbek heye. Jê re dibêjin “ziyareta Mîr-Osman”. Li gorî baweriya hinek xelkê herêmê, Mîr Osman mîrê cinan e û Mîr Osman mîrekî mêrxas û ew çend jî xwedî edalet e. Kesên xwe bavêjin dexlê wî û destê xwe li ber wî vegirin, wan destvala venagerîne. Heta hinek ji wan serlêdêran bi şev jî li ber tirba wî dimînin. Ta seherê li ber serê tirba Mîr-Osman dua û îbadetê dikin.

Di quranê de sûreya 72’yan a Cin heye. Tê bawerkirin ku ew sûre, bi vê ziyaretê ve girêdayî ye. Loma jî gelek bawermendên misliman bi vê bîr û baweriyê nêzî ziyareta li ser girê Girnewasê dibin.

Di nav xelkê de tê gotin, rojekê xortikek gava bi dasê guliyê darê dibire, ji nişka ve şeple lêdixe. Bavê kurik ti bijîşk namîne lê nagerîne, lê lawik baş nabe.  Bav, ji neçarî lawê xwe tîne ser ziyareta Mîr Osman û bi şev li wir radizê. Di xewna xwe de Mîr Osman dibîne. Derdê xwe jê re dibêje. Mîr Osman jê re dibêje, gava lawê te guliyê darê biriye, dasa wî li zarokekî cinan ê li ser wî guliyê darê bûye dikeve û dibe sebê kuştina wî. Loma jî bavê wî kurikî li lawê te daye û ew bi şeplê xistiye.

Li ser vê yekê Mîr Osman bangî wî cinê li lêwik xistiye dike û ji wî dixwaze ew lawik efû bike. Lê dike nake ew serwext nabe û ji ya xwe nayê xwarê. Mîr Osman hêrs dibe û serê wî li şûr dixîne.

Xwedê giravî gava li wan dibe sibe, bav dinêre lawê wî sipîsax bûye(!)

Çi gava tu biçî li ser girê Girnewas, teqez tu yê li çend heb serdêran rast werî.

Ez jî hez dikim gera xwe ya Nisêbînê, ji Girnewasê bidim destpêkirin. Gava em çûn ser Girnewasê, em li komeke serdêr rast hatin. Jixwe wan jî çavê xwe li hinek kesan digerand, da ku loqim û puskuwîtên ji bo xêrê anîbûn li ser ziyaretê, bidin wan.

Ez yekser diçim li gel wan kesan. Ew jî qutiya loqim û puskuwîtan dirêjî min dikin. Ez çend pirsan ji wan dipirsim. Her yek ji wan xwedî derdek e. Yên zarokên wan nexweş in, yên zarok ji wan re çênabin.

Ez hîn bi wan jinikên li ber serê tirba “Mîrê Cinan” Mîr Osman re dipeyivim, hew dibînim kalemêrek çawa bi girgincik bi berpala girê Girnewasê ve radipelike û tê! Eynê nola gaboxeyekî çavsorî, dibe gufegufa şelwerê wî û ji wê de tê. Ji beşerê tê fêmkirin ku hatina wî ne ji xêrê re ye. Çawa xwe digihîne serê gir, dest bi dujûnan dike. Ez tê derdixînim jineke ciwan a ku di emrê qîza wî de ye, hevjîna wî ye. Her çiqas min xwe avêt navbera wan jî, mêrik li min hovenade. Nola lokê hêç, kef li ser deva ketiye û hema hey pelepela wî ye ji hevjîna xwe re dijûnên pîs dide.

Nizanim çima min jî zîq li devê wî yê bikef, li simbêlê wî yê tibabeke dem di ser boyaxkirina wî re derbas bûye, heta nîvî şîn, ji nîvî berjor ve jî reşekî gemarokî dinêrim. Gava ez li wî kelpoxî yê nola zebeşê payîzê li ber tavê rewiqî dinêrim, hingê ez sebeba ka çima zarokek ji wê jina ciwan re çênabe tê derdixim.

Kalemêr, koma jina dide li ber sînga xwe û wan nola kerî ber bi jêr ve dajo. Ew rewşa hanê, hespên revo tê ber çavê min. Bê çawa hespê revo, mihînên di mahrema xwe de dide ber defa sînga xwe û ber bi çolbeyaran ve dajo, kaloyê min û we jî wan hurmetan wanî dide ber xwe û ber bi jêr ve dajo. Heyteho û heybera wan, qiyameta reş radike!

Ez ji xwe re li wê rewşê dimînim heyirî. Ez xwe bi xwe ji xwe re dibêjim, hebe nebe ev daweta cinan bixwe ye û Mîr Osman jî, mîrê vana bixwe ye.

Girnewas; girê Miraza

Xwînerên ezîz. Her efsane, îlim xwe dispêre rastiyekê. Lê di nav demajoyê de, benîademiyan li gorî pêdiviyên xwe hinek tişt bi ser ve zêde kirine. Bi vî awayî bêmecalî û lawaziyên xwe, bi riya wan efsaneyên pilore, hestên xwe derbirîne û xwe avêtine dexlê razê gerdûnê.

Kesên li ser dîroka girê Mirazan, bi navê xwe yê din Xerabreşkê lêkolîn kiribin, pê dizanin ku li ser girê Mirazan jî ziyaretek hebû.

Girê Mirazan, Girnewas, ziyaret, Mîr Osman!… Xwînerên ezîz. Gelo di bîra we de jî pirîskên ronahiya razeqê birq veda?

(Didome)