Saturday, October 16, 2021

Gula di navbera Dîjle û Ferêt de; Nisêbîn-2

Agîd Yazar
Keştiya Alalû

Tê gotin peyva ziyaret, ji zîguratê tê. Di xeleka derbasbûyî de me qala ziyareta Mîrê Cinan, Mîr Osman kiribû .Ev ziyaret li ser girê dîrokî Girnewasê ye. Dîsa min qala ziyareta li ser Girê Mirazan jî kiribû. Ev her du girên hanê, girên dîrokî ne û bi destê benîademiyan hatine çêkirin. Li ser her du giran jî ziyaret hene. Min Girnewasê jî, nola qutîka reş a Nisêbînê pênase kiribû: Te dît di her balafirê de qutîkek reş heye û ew qutîka reş, hemû razên balafirê di xwe de dihewîne. Lema jî min ji Girnewasê re gotibû, qutîka reş a Nisêbînê. Bi raya min Girnewas, gelek razên nayên zanîn di bin xwe de veşartine.

Her wekî tê zanîn li ser Girê Mirazan, ziyaret heye. Bi qasî 7-8 gavan li hêla başûrroavayê ziyaretê, zayînxane derketibû. Kevirê li ser dera deriyê zayîxaneyê jî, sûretê jineke di ber zayînê de bû, li ser hatibû kolandin. Jina zarokê xwe diwelidîne, bi awayekî eyan beyan diyar e. Niha ew kevir di muzexaneya Rihayê de ye.

Ger em vegerin ser ziyareta li ser Girnewasê, gelo di bin Girnewasê de jî tiştekî wanî heye tune ye, ev nayê zanîn. Lê tişta em pê dizanin ew e ku bi qasî 25 km li jêra Nisêbînê, ango di nav erdê Rojava de, Ûrkêş heye. Navê xwe yê din jî Girê Mozan e. Ûrkêş, paytexta pêşiyên me yên Hûrrî ye û dîroka wî xwe dispêre 4 hezar sal beriya zayînê. Ûrkêş û Girnewas, hevçaxên hev in. Ûrkêş, hem paytexta pêşiyên me yên Hûrrî ye, hem jî navendeke wan a olî bûye.

Baweriya bi xweda Teşûp, li Ûrkêşê belav dibe. Teşûp, serxwedayê pêşiyên me yên Hûrrî ye. Xwedayê birûsk, bahoz û baranê ye. Ev dema em qalê dikin, hîna bîn-berata Akadan/Asûran li vê herêmê tune bûye. Paşê ev qewmê samî ji çolistana nîvgirava ereban a îro tên. Hem jî çawa tên! Edetî nola pirpinîkên xwe li ronkahiyê bigirin, wanî xwe li erdê Hûrrî û Sumeran digirin û tên. Ev qewmê samî, cih li pêşiyên me yên li deşta Mezopotamyayê, diherimîne. 
Akadên pêşiyên Asûran, derdora 200 salî li welatê Hûrrî-Sumeran hukum dajon. Ûrkêş jî di nav de, hemû bajarên Hûrrî-Sumeran talan dikin. 

Berî zayînê di sedsala 22’yan de, pêşiyên kurdan ên di çiyayên Zagrosan de dijiyan, xwe berdidin jêr û dawiyê li hukumdariya Akadan tînin. 

Hingê, ji pêşiyên kurdan Gûtiyan re digotin, nola refên kuliyan ji pişt çiya derketin hatin. Heta hinekan ji wan ji pêşiyên me Gûtiyan re gotibûn “cinên çiyayan”. Qesta wan ji cinên çiyayan ew bû ku hew didîtin ji nişkan ve Gûtiyan nola nînjayan ew xistin dorpêçê û yekoderb Gûtiyan ew şaht dikirin. Lema jî Akadiyan, ev leqeba “cinên çiyayan” li Gûtiyên pêşiyên me kiribûn.
   
Baş e kî dikare bibêje Mîr Osmanê Mîrê Cinan yê li ser girê Girnewasê, ne mîrekî ji wan “mîrên cinan” yên pêşiyên kurdan e?

Bi vê hevok-pirsê em ê Mîr Osman li ser girê Girnewsê bihêlin û em ê berê xwe bidin nav Nisêbînê.

Zanîngeha yekemîn a cîhanê

Bila heranî dilê xwe nehêlin, lê wer tê fêmkirin ku di encama kolandinên arekeolojîk de, Nisêbîn dora zanîngeha yekemîn a cîhanê, ji heranê standiye. Qesta me ji zanîngehê ew e ku em qala Dêra Mor Yaqûb dikin. Dêr an jî zanîngeha Mor Yaqûb, hezar û 700 sal berê hatiye avakirin. Heta demeke nêzîk jî ev nedihat zanîn. Lê piştî ew kibêsê axê ji ser kavilên dêrê hat rakirin, dîroka wê derket ber ronkahiya rojê. 

Dêra Mor Yaqûb, piştî zayînê di sala 297’an ji hêla Romayê ve tê avakirin. Tê gotin ku dêr li ser perestegeheke zerdeştiyan, ango li ser agirgedehekê tê avakirin.

Alimekî bi navê Ezîz Yaqûb, ji Misrê tê û li vê dêrê perwerdeya olî her wiha perwerdeya gelek ilmên din ên wekî zimanê suryanî, tip, astronomî, felsefe, geometrî, matematîk û hiqûqê, dide şagirtên xwe.

Piştî Mor Yaqûb diçe ber dilovaniya xwedê, şagirtê wî yê bi navê Mor Efrem dikeve dewsa wî. 

Di binê dêrê de jûreke taybet heye. Tê gotin ew cihê Mor Yaqûb ê xwendin, nivîsandin û fikirandinê bûye. Çengelek hesinî di bin banê jûrê de heye. Dîsa tê gotin hingî Mor Yaqûb dixwend, carna jê li ser kitêban dihênijî. Ji bo di xew re neçe, porê xwe bi benekî girêdida û davêt wê çengelê, da ku wexta li ser kitêban bihênije, porê wî yê bi çengelê ve girêdayî were rakişandin û biêşe. Bi vî awayî bi xwe vehese û cardin rabe xwendina xwe bikudîne. 

Dêra Mor Yaqûb, li derdora 50 salî  xizmetê ji şagirtên Mor Yaqûb û Mor Efrem re dike. 

Di sedsala 4’emîn de, Sasanî bi artêşeke mezin digirin ser Nisêbîna di destê Bîzansiyan de. Lê Sasanî çer jî dikin, nikarin derbasî nav sûra zexm a li dora Nisêbînê bibin. Paşê radibin bendavekê çêdikin. Ava gewimandî ya bendavê bi qontrol diteqînin û arasteyî ser sûra bajêr dikin. Çawa ava bendavê li sûrê diqelibe, dîwarê sûrê hildiweşe. Lê nişkegaviyek ango sûprîzek nedihat hêvîkirin, Sasanîyan pêşwazî dike. Lewra Bîzansiyan, di hundirê sûrê de, sûrek duyemin ava kiribûn û gava ava bendavê li dîwarê sûrê yê yekemîn dikeve, hinekî sist dibe û hukmê wê yê dîwarê sûra duyemîm birûxîne, namîne.
 
Sasanî ji ya xwe nayên xwarê. Radibin ji nû ve tevdîr û tifaqa xwe digerînin, ka ew dikarin çi bikin çi nekin! Aqilmendek radibe dibêje em ê  bi hezaran dûvpişk û mahrên tirsnak ên jahrînî berhev bikin û bînin berdin nav bajêr. Wer jî dikin. Şahê Sasaniyan fermanê li nav welatê xwe belav dike. Ji derdora Hindê bigire heta çiya û zozanên welêt, bi sedan cirên tije mahr û dûvpişk berhev dikin û tînin bi mencenîqê wan cirên tije cinawirên jahrînî davêjin nav sûrên Nisêbînê. Bi vî awayî Nisêbîn teslîm dibe û dawî li pergala zanîngeha Mor Yaqûb û Mor Efrem tê. 

Ê te dît ev der Nisêbîn e! Me gotibû gula di nabera her du çemên pîroz, Dîjle û Ferêt de ye û feylozof jê xalî nabin. 
Em gera xwe ya li nav kavilên zanîngeha nisêbînê diqedînin û berê xwe didin gundê Sitîlîlê, li ser tirba fîlozofê serdema me, tirba Apê Mûsa.

Apê Mûsa

Xwînerên ezîz. Niha ez bi hêsanî dikarim bibêjim heke ez îro van reşbelekan dinivîsim û hûn jî van reşbelekan dixwînin, teqez ev bi saya serê Apê Mûsa ye. Ger ji bo hinekan Apê Mûsa fîlozof be, ji bo min hem fîlozof e, hem jî memosteye ye. 
Belê gorbihiştê bavê min carna ji me re şiîrên Cegerxwîn û kitêbên Ehmedê Xanî dixwendin. Lê cara ewil min xwendina metneke kurdî ji rojnameya Welat xwend. Nexasim jî min nivîsên Apê mûsa dixwendin. Xwendin çi ye! Min ew nivîs, nola qurtek av vedixwar. Gava rojnameya Welat dihat ber destê min û wê hefteyê nivîsa Apê Mûsa di rojnameyê de tune bûya, mîna ereb li talanê min bixîne, ez wanî xemgîn dibûm. Min ji wî nivîskarê ku wê hefteyê di dewsa Apê Mûsa de di quncika wî de nivîsandibû, qicix digirt. 

Vê carê me sînorê di navbera bakur û rojavayê welêt de, daye li ser milê xwe yê çepê. Dîsa em li FM’a Rojava guhdarî dikin û berê me li gundê Stîlîlê ye; gundê ku Apê Mûsa lê di aramgeha xwe ya ebedî de razaye.
 
Ez tu tiştî ji vê mesela “Bakur, Rojava” fêm nakim. Çi yanî! Her welatekî tu têlên rêsayî di nîvê wî re bikişînî qey alîyek dibe bakur û aliyê din jî dibe rojava?! 

Ez hezar tif û naletê li vê çarenûsê tînim. Wextekê ji bo kal û pîrên me, dinya bê sînor, bê ser û bê ber bûye. Lê niha yên ji çolistanê req û rût hatin, ji wan çolên tenê ji ajalan kêzik û gumgumok, ji dar-beran jî, kelem û dirîk lê hebû hatin û jiyan li ber me herimandin. 

Pêşiyê me Keyxwusrewê mezin ew têkbirin. Vêca parsekên ji derdora Hindistanê rahiştin defik û tipilkên xwe, rahiştin tûtik û fîrfîrkên xwe û hatin. Hîna deverên ku parsekên ji Hindê hatibûn lê mîztibûn giha lê şîn nehatibû, vêca pêxwasên ji kurên reqerût yên Asya Navîn, ji stepên xwe yên qeraç hatin. Li ser pişta hespên xwe yên hûrik û bipirçik siwarbûn, hatin. Hatin û nola dinyanedîtiyan bê ronî xwe li xweşikahî û dewlemendiya welatê me qewimandin. Nanên di destê zarokên me de, revandin. Firaxa li ber me herimandin. Bûn mişk û ketin nav girara me. Welatê me zîrtolzîrtolî kirin û sînor li ser sînga welatê me lêkirin…

Dara çinarê
Bi van hestên tevlihev em gihaştin gundê Stîlîlê. Jixwe hewce nedikir me mala Apê Mûsa ji kesekî bipirsiya. Lewra zir-çinara dara wî ya bilind, bangî kesên xerîb ên diçin serdana Apê Mûsa dike, dibêje weriiin, vaye apê we Mûsa li vir li binê siya guliyê min li benda we ye! 

Gava em daxilî nav bihuşta Apê Mûsa dibin, darên fêkî yên bihuşta wî, em pêşwazî dikin. Paşê refek çivîk bi firîneke çivûdûv, nola li pêşiya me bireqisin, wanî me pêşwazî dikin. Ez di dilê xwe de dibêjim, hebe tune be teyrikên bihuştê ev bixwe ne. Ango ev teyrikên hanê, yên li nav bihuşta Apê Mûsa, giyana generalên wî yên biçûk in, giyana Oxir Qaymaz, Ceylan Onkol, Muharem Taş, Cemîle  Cagirga û yên, yên, yên din in. 

Ez li dora çinara Apê Mûsa dizîvirim. Bi dehan movik û terhên nû li dora koka wê ya stûr dibînim. Dengê Hecî Mahmûdê stîlîlî di guhê min de dizinge: “Şêxo (Mûsa) tu dizanî ev dara çinarê tu yî. Ev katikên hanê yên ji ber koka wê çûne jî, ev gêncên me yên telebe yên li ber xwe didin, ew in!”

Paşê ez gavan ji gavan didizim û ber bi tirba Apê Mûsa ve dimeşim. Vêca Apê Mûsa li Hecî Mahmûdê Stîlîlî vedigerîne: “Belê Hecî! Îşê dinê wanî ye. Ez jî terha li ber dara Cegerxwîn, Mîr Celadet Bederxan û yên din bûm. Ew dar hişk bûn, niha ez hêşîn im. Sibê ez ê hişk bibim, ev terhên li koka min ketine ew ê hêşîn werin. Binêre Hecî Mahmût, mêrê çê di ser navê xwe de tê! Vaye ev ê porkurîşkê li ber serê min, yek ji wan e!…”