Monday, September 27, 2021

Gula Reş û efsûna axa Xelfetî

Bêrîvan Karatorak

Her rengekî xwezayê xwedî wateyekê ye. Her rengek bûye sembola hin hest û derûniyan. Hin ji wan dilê mirov geş dikin, germ dikin, aramiyê didin û dibin sedema xweşiya derûniya mirov.

Reş… Rengê şînê, matemê û xemgîniyê… Her wiha rengê torinî û jixwebaweriyê ye. Li erdnîgariyeke qedîm, rengekî esîl neqişiye li ser guleke xwedî çîrokeke qedîm. Her nebat, giha û gulek xwedî rengek e. Yek ji van gulan jî ‘Gula Reş’ e. Gula Reş taybetiyeke herêma Xalfetiyê ye.
Erdnîgariya Kurdistanê bi taybetiyên cur bi cur xemiliye. Her taybetiyeke welêt dibe rengek û rengîn dike keskesorê. Kurdistan serbilindtir dibe bi dewlemendiya çanda xwe. Bala her kesî dikişîne ser xwe wekî serkêşeke govendê.
Her bajarekî welêt rengekî xwe li ba dike li ber pêlên bayê bihara Kurdistanê. Hênkahiya çemên ji berfên çiyayên Kurdistanê heliyayî bêhna mirov fireh dike. Nebatên siruştê tên civata welatiyan, ba stranan difîte, xweza tabloya xwe ya biharê xêz dike, welatî dikevin temaşeyê û dilê wan geş dibe.
Helbet wekî her herêmeke Kurdistanê herêma Rihayê jî xwe ji taybetiyên erdnîgariyê paşde nahêle û berê gelê kurd dide xwe. Bi taybetî jî efsûneke navçeya Xalfetiyê heye ku kulîlka li wê derê şîn dibe li tu deverên din şîn nabe. Li tevahiya cîhanê tenê li Xalfetiyê Gula Reş şîn dibe. Heke şitlên wê bibirin û li devereke din biçînin jî gul ne bi rengê reş, lê belê bi rengê sor vedike.

Taybetiyeke ku dev ji xwezaya xwe bernade, pê ve girêdayî û dilsoz. Her çiqas gelek caran çandina gula reş li hin bajarên din hatibe ceribandin jî bi ser neketine û gula reş li ser axeke din bi rengê sor vebûye.
Hêj sedema vekirina gula reş a li Xalfetiyê nehatiye zelalkirin. Di der barê vê yekê de tu daneyên zanistî tune ne. Lê belê tê texmînkirin ku ji ber avhewaya Xalfetiyê hinekî ber vekiriye û avhewayeke nerm lê heye, Gula Reş li wir şîn dibe.
Dibe ku Gula Reş henûniya xwe ji aramiya navçeyê jî wergirtibe. Di nava dîrokeke qedîm de xwezayeke afrîner dibişire.

Her çiqas Gula Reş di nav cureyên gulan de were pênasekirin jî hin cudahiyên wê hene. Gula dilsoz ne bi qasî gulên din bilind e. Her wiha ji wan emir dirêjtir e. Guleke reş biqasî sê salan zindî dimîne. Heta heke baş were xwedîkirin dibe ku heta pênc salan jî zindî bimîne.
Piştî ku tovên Gula Reş dikevin bin axê divê mirov gelek avê bide wan. Piştî ku hêdî hêdî şitlên wan şîn bûn divê cihê wan zêde neyê guhertin. Heta car caran divê mirov qet cihê wan neguherîne.
Di mehên biharê de ango nîsan û gulanê de gulên reş dibişkivin. Dibe ku ji ber avhewayê be ku rojê du caran mirov dikare gulên reş bibire. Danên hênik ên sibehê û êvarê gulên reş tên birîn. Her wiha ji ber ku qayîm in heta destpêka zivistanê jî gul vedidin şitlên darên gulên reş.

Gula Reş li gor gulên din li xwe zêdetir bikin jî ji rengên din ên gulan derengtir dibişkivin.
Bi bayê hênik bêhna newaze ya gula reş belav dibe li herêmê. Bêhneke ew qas xweser e ku tenê li erdnîgariya xwe nahewe. Berê xwe dide hin bajar û welatên din jî û li her derî balê dikişîne ser xwe. Gelek welat bi dû bêhna Gula Reş ketine ku tovên Gula Reş li axa xwe biçînin. Lê belê Gula Reş tu caran terka welatê xwe nekiriye û li ser axeke din venebûye.
Rastiya wê her çiqas nehatibe piştrastkirin jî di der barê gula reş de çîrokeke efsûnî heye. Li gorî çîrokê, li Xalfetiya dîrokî ku di roja me de piraniya wê di bin bendavê de hatiye hiştin, berî zayînê qraltiyek hebûye. Di wan serdeman de keça hosteyekî ermen a bi navê Vartuhî heye. Vartuhî bi zimanê ermenan tê wateya gul. Vartuhî di bexçeyê xwe de gulên sor xwedî dike û tim guh dide wan. Di heman demê de li bajêr xortekî bi navê Firat hebûye û ew jî kevokan xwedî dike. Firatê bêkes ji kevokan malbatekê çêdike ji xwe re. Sebra Vartuhî bi gulên sor tê û ya Firat jî bi kevokan tê.

Rojekê kevokên Firat direvin û diçin bexçeyê Vartuhî, Firat jî li dû wan… Ciwan li wê derê hev nas dikin û dil dikevin hev. Dem derbas dibe û her du ciwan dixwazin bizewicin lê hosteyê ermen ango bavê keçikê destûr nade ku her du ciwan bi hev re bizewicin. Keç û xortê dildar biryar didin ku birevin, lê haya hoste ji vê yekê çêdibe û dike ku derdora wan were pêçan. Wî wextî her du dildar fêm dikin ku êdî bi tu awayî nagihin hev û ciwanên evîndar xwe berdidin nava çemê hênik û dawî li jiyana xwe tînin. Ji wê rojê û şûnde gulên bexçeyê Vartuhî û hemû gulên sor ên Xalfetî rengê xwe vediguherin rengê reş. Li gor rîwayetan ji wê rojê ve gulên reş li Xalfetiyê şîn dibin.
Her çiqas rastiya vê çîrokê neyê zanîn jî aniha tenê rastiyek heye ku Gula Reş konê xwe vedaye di nav rengên welat de. Navdar bûye li Kurdistanê û bûye taybetiyeke xweser.
Piştî ku hatiye dîtin Gula Reş li tu deveran şîn nabe welatiyan xwestiye berhemên wê bigihînin bajarên din ên Kurdistanê. Her çiqas serdêrên Gula Reş nikaribin gulê bi xwe re bibin jî qet nebe berhemên wê bi xwe re dibin bajarên din. Hin kes rîçala wê dibin, hin kes loqûmên wê û hin kes jî sabûnên wê dibin. Li gel bêhna xwe ya newaze wekî tamekê jî dilê hezkiriyên xwe xweş dike.

Bêhn û rengê bêhempa yê Gula Reş û çîroka wê ya efsûnî ji dîrokê gihaştiye heta roja me. Bi heman dilsoziya xwe berê xwe dide pêşerojê û mestkirina nifşên nû. Di nav senfoniya rengên welat de bi toriniya xwe cihê xwe digire û strana çanda kurdan distrê.