20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Guler: Leşkeran xaniyê me şewitand

Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan a li Amedê di roja 62’yan de berdewam dike. Malbatên ku li avahiya Baroya Amedê nobedê digirin, diyar dikin ku heta daxwazên wan pêk bê dê çalakiya xwe berdewam bikin. Her rojê nûnerên saziyekê diçin serdana malbatan û piştgiriyê didin malbatan. Malbatan di 4-5’ê çile de li Enqereyê bi CHP, SP, DEVA, EMEP, ÎHD,TÎHV’ê  û gelek rêxistinên din re hevdîtin kiribûn û bi dosyayekê daxwazên xwe anîbûn ziman. Dîsa malbatan xwestibûn bi Wezareta Dadê re hevdîtinê bikin, lê Wezareta Dadê deriyê xwe li wan venekiribû. Yek ji malbatên Nobeda Edaletê digirin endama Malbata Guler Încî Guler e. Încî Guler ji bo birayê xwe yê girtî Abdulselam Guler ê 28.6 sal in girtî ye nobedê digire.

Încî Guler Altindag, di sala 1974’an de li gundê Dêlikê yê navçeya Pasûrê ji dayîk bû. Di malbata 7 xwûşk û bira de mezin bû. Xwûşkeke wê hêj 16 salî bû bi nexweşîya pençeşerê jiyana xwe ji dest da. Dema malbata Guler li gundê Dêlik a Pasûre bûn, birayê Încî Abdulsamet Guler (Navîn) di sala 1993’an de tev li gerîlla bû. Piştî malbata Guler hatin Amedê Esat Guler (Mazlum) jî di sala 2000’î de tev li gerîlla bû. Leşkeran di sala 1993’an de ewil gund da ber topên hawanê. Rojek piştî topbaranê hemû gundî li qadê kom kirin û gund şewitandin. Malbata Guler ji ber tundî û zextên leşkeran ji gund koçî Amedê kirin.

’27 topên hawanê avêtin gund û piştre gund şewitandin’

Încî Guler ku di nava malbatan de nobedê digire çîroka malbata xwe û birayê xwe bi me re parve kir. Încî Guler anî ziman ku ew heta sala 1993’an li gundê Dêlikê yê Pasûrê mezin bûn û wiha axivî: “Leşkeran bi ser gund de girt û mala me û mala apê min şawitandin. Ji ber ku birayê min û pismamê min gerîlla bûn, her tim zext û zor li me dikirin. Rojek beriya xaniyên me bişewitînin 27 topên hawanê avêtin gundê me. Ji ber xaniyê me kevir bû, xanî xera nebû. Roja din leşkeran bi ser gund de girtin. Leşkerên hatin gund, xwe bi me re hêrs kirin û gotin ‘Çawa piştî avêtina ewqas topên hawanê hêj xaniyê we li  cihê xwe ye?’ Ji me re digotin Ermenî. Leşkerên ku bi ser gund de girtin gefa ‘Ji malên xwe derkevin. Em ê xaniyê we bişewitînin.’ xwarin. Hemû gundî li qada gund kom kirin û xanî şewitandin.”

‘Bavê min 6 mehan girtî ma’

Încî Guler da zanîn ku bavê wê di sala 1993’an de li Pasûrê di TEKEL’ê de kar dikir û wiha got: “Wê demê polîsan bavê min binçav kirin û jê re gotin ‘Te agahî daye kurê xwe. Kurê te û havalên xwe hatina TEKEL şewitandine’. Pişti polîsan bavê min binçav kirin, dadgehê bavê min şandin Girtîgeha Amedê. Bavê min 6 mehan girtî ma û piştre ew berdan.”

‘Me hemû dewarên xwe firot û me koçî Amedê kir’

Încî qala koçkirina malbata xwe jî kir û wiha got: “Dema bavê min girtî bû, ji me re got ‘Êdî ji gund derkevin. Hemû dewaran bifiroşin û bên Amedê’. Me jî hemû dewar û sewal frotin û me koçî Amedê kir. Me di sala 1993’yan de ji gundê Dêlikê yê Pasûrê koçî Amedê kir. Dema zext li ser gund zêde bû me Abdulselam şand Amedê. Wê demê birayê min Abdûlsalam li Amedê bû. Em hatin li cem wî bi cih bûn. Piştî bavê min hat berdan, me mala xwe anî taxa Bayramoglu.”

“Birayê min ê biçûk Esat (Mazlum) gelek caran ji Amedê diçû gundê me. Hînî hevalên xwe û gûnd bûbû. Jiyana wî li bajar gelek zehmet derbas bû. Diya min gelek caran ew ji gund dianî bajar û di got: ‘Edî mala me ev der e û em ê li vir bijîn.’ Esat li beşa Fizîkê ya Zanîngeha Dîcleyê qeyda xwe çêkir. Lê qet neçû zanîngehê. Piştre di sala 2000’î de tev li gerîlla bû. Di sala 2007’an de li Çiyayê Qato şehid ket.”

 36 sal ceza lê birîn

Încî anî ziman ku piştî hatin Amedê ji ber ku malbateke welatparez bûn dewletê birayê wê Abdulselam binçav kirin û girtin û wiha berdewam kir: “Birayên min Abdulselam di meha gulana 1993’yan de li Amedê binçav kirin û girtin. Salekê li Girtîgeha Amedê ma. Piştre ew û hevalên wî derxistin dadgehê. Birayên min ji dadger re got: ‘Hûn nikarin min darizînin. Yê me darizîne civaka me û gelê me ye. Piştî vê gotinê cezayê darvekirinê li wan birîn. Piştî cezayê darvekirinê xera kirin û 36 sal ceza lê birîn. Ji ber ku em malbateke welatparêz bû ceza li birayê min birîn.”

Li 6 girtîgehan gerandin

Încî Guler, bal kişand ser gerandina Abdulselam a li girtîgehan jî û wiha pêde çû: “Abdulselam di nava 28.6’an de li gelek girtîgehan gerandin. Birayên ewil li Girtîgeha Amedê ma. Piştî li Amedê 8 heval şehid bûn, di girtîgehê de çalakî pêk anîn û piştre ew şandin Girtîgeha Orduyê. Li Orduyê 5 salan ma û piştre koxuşa siyasî hat girtin ew şandin Girtîgeha Çewligê. Li Çewligê jî 4 sal ma û ji wir şandin Gîrtîgeha Amedê. Wê deme jî bûyera Serê Spî çê bû û hinek heval şehid bûn. Yek ji wan hevalan pismamê min Mahmut Guler bû. Wê rojê li Amedê gelek bûyer çê bûn. Birayên min wê şevê şandin Girtîgeha Sêrt ê. 7 salan jî li Sêrt hiştin. Piştre ew şandin Girtîgeha Bandirmayê. Ji ber dayika min nikarîbû biçe Bandirmayê, me gelek caran serî li saziyên eleqeder da. Piştî li Amedê girtîgeha Tîpa D  vebû  ew anîn Girtîgeha Amedê.”

28 sal û 7 meh in girtî ye

Încî bal kişand nakokiyên dewletê û wiha got: “Birayê min 28 sal û 7 meh in girtî ye. Niha li Girtîgeha Tîpa F a Amedê ye. Hemû hevalên Abdulselam 30 sal in girtî ne. Ligel cezayê wan xelas bûye ji wan bernadin.”

‘Nexweşiyên wî pêş dikevin’

Încî, bal kişand ser nexweşiyên Abdulselam û wiha lê zêde kir: “Piştî birayê min Abdulselam şandin Sertê  nexweşîna dil pêre çêbû. Gelek caran raporên tenduristiyê danê. Lê kes eleqeder nebû. Ez van rapora bidim dadgehê jî çareser nakin. Ji ber ku dadgeh jî û zagon jî yê wan in. Di raporê de dibejin nexweşî pêş nakeve û îlacê didin û ew qas.”

‘Em ji gelê xwe bawer dikin’

Încî Gûler roja 11’ê çile (sêşam) çû dîtina birayê xwe û çavderiyên xwe yên li girtîgehê wiha gt: “Di ketina girtîgehê de lêgerînek pir zêde û zirav hebû. Di her çûna girtîgehê de helwesta wan hişk bû. Lê vê carê zêdetir hişk bû. Heta davê me vekirin û li hundirê devê me nerîn. Zextên li girtiyan dikin, li derve jî nîşan didin. Di hevdîtinê de Abdulselam ji min re got ‘Baweriya min ne ji dewletê ye. Baweriya min ji gelê me ye. Ez tekoşina wan silav dikim. Gelek hevalên me yên înfazên wan hatiye şewitandin hene. Lê nayên berdan. Di zagonên Tirkiyeyê de berdana bi kontrol heye, lê dîsa jî girtiyên ku cezayê wan xelas bûne bernadin.’ Em jî wekî malbat li vir çalakiya xwe didomînin. Heta ku daxwazên me pêk bê dê çalakiya me bidome.”