20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Guleyên hêviyê

Derya Ozdemîr

Zelîxe: Berê xwe dabû êgir; ji navçeyeke bajarekî eşîr û axayan. Ji ber lêdana ku bavê wê li dayika wê dikirî; ji ber ku çavdêriya jinên derdorê dikir û didît ku hemû hevparên qedereke nikarin biguherin bûn. Ji ber ne xwediyê jiyana xwe bû û qedrê hebûn û fikrên wê tune bû…

Serap û Nazê: Berê xwe dabûn agir; ji navçeyeke derd û kulên wan tenê zik û berîka wan, ji ber malbata wan bêyî qayiliya wan bi zorê, her du jî nîşanî kiribûn û dikirin ew bizewicandana û jixwe sibê hina her du xwişkan bû…

Fatme: Ji gundekî xwediyê zivistanên dirêj havînên kurt, sermayên pir û germahiyên hindik, zor û zehmetiyên jiyanê pir bû lê ew ne xema wê bûn. Derd û kulên wê çîrokên mekapsoran bûn. Ev çîrok û xeyalên zarokatiya wê bûn, ji ber wekheviya keçik û kurikên mekapsoran berê xwe dabû êgir…

Binevş: Ji gundekî qerekol lê ji ber agirê bi mala wan xistibûn; îşkenceyên li wan kiribûn, ji ber ku leşkeran bav û xwişka wê biribûn û xwişka wê bi awayekî perîşan vegeriyayî lê bavê wê venageriyayî….

Hewê: ji metropoleke tirkan, ji ber zilm û zora li ser gelê kurd bi ser û çavên xwe didît û li bajarê ku lê ji bo pêşîgirtina vê zilmê tiştek ji dest nedihat, ji ber şerma dewleta xwe berê xwe dabû êgir…

Janîe: ji welatekî ewropî, ji ber nerehetiya ji rehetiya xwe, ji ber sîstema kapîtalîst û bêwekhevî, ji ber wijdanê xwe..

Pelîn: ji bajarekî tirkan, ji taxên feqîran, ji ber ku ew jî kurd bû lê bi salan nizanî bû û levzeke bi kurdî nizanîbû; ji ber ku zimanê wê qedexekirî bû, kurd bû û feqîr bû…

Gulê: li zanîngehê, di encama lêgerîn û xwendinên xwe de gihabû encama nepêkanbûna jiyana di van şert û mercan de û ya di van sîstemên riziyayî de..

Emîneyê jî weke hevalên xwe yên li jor ji bajarekî mezin, ji ber xwendinên xwe yên feminîst ku tu rê ji çareserkirina kuştina jinan re nedidît, berê xwe dabû êgir.

Berê xwe dabûn êgir; wan kesên di temenên biçûk de guherînên mezin dikirin. Ji jiyanên bêhêvî berê xwe dabûn hêvî û azadiyê. Ji jiyanên bêhêz û bêîrade reviyabûn û xwe kiribûn hêz. Tunebûna xwe dikirin hebûn. Ji qad û bajarên neewle û lê dîlgirtî berê xwe dabûn çiyayên heybet. Carinan ji qefesên zêrîn û jiyanên bêtanq û top berê xwe dabûn cengên giran. Destên bi qelem û lênûskan, tix û dantêlan, hevîr û şîvan bûne destên bi keleş û guleyan; bûne destên guleyên hêviyê, guleyên ku bûne hêviya gelekî û rizgarbûna jinên cîhanê. Guleyên parastina rewa, tirs û xofa hovan û kelemên çavên dijminan…

Li ser civaknasiya gelê kurd bi piranî demên hilbijartinan xebat û lêkolîn tên kirin. Di van xebatan de jinên ku dikarin xwe îfade bikin, dikarin derheqê siyaseta kurdan û navdewletî biaxivin, hejmara jinên xwenda, jinên xwedî îrade û li mafên xwe derdikevin û xwe biparêzin jî wekî nexşeya encamên hilbijartinan in. Cihên ku tevgera azadiyê gihayî, hatine rêxistinkirin ji aliyên tundiya nav malê û kuştina jinan ve jî li gor cihên rêxistin nebûyî baştir in. Li wan deveran zilam nikarin zordestiyê li ser jinan bikin û ji aliyê hişmendiyê ve jî her çi qas em têr nebînin jî di astekê de ne. Rêxistinbûna tevgera azadiyê, asta azadbûn û mercên jinan bi hev re paralel in. Hêzê ji hev digirin. Dema ku yek jê qels dibe ya din jî kêm dibe.

Têkoşîna sih û heft salên tevgera azadiyê hêz da jinan. Rê û rêbaz dane wan û ji wan re bû sîwanek, alternatîfek. Di jiyana wan a bêçare de ji wan re bû çare û bo rêyeke sêyemîn. Ev kurteçîrokên ku li jor hatine behskirin pir in. Her çîrokek bi tena serê xwe dibe romanek. Sê pirtûk jî têrîi vegotina emrê  Sakîne Cansiz nekiriye. Ew navên hatine nivîsandin ne rast in lê çîrok rast in. Ev jiyanên van lehengan her yek ji aliyê jineolojî û civaknasiyê ve dibin mijarên tezên berfireh.

Belê berê xwe dabûn êgir gulîmor û kezîzerên xwediyên van çîrokan, weke teyrên ji her welatî ref bi ref ji sermayan ber bi germahiyê ve koç dikin. Berê xwe dane êgir, tifing û guleyên hêviyê. Pêşiyên me berevajî negotine ‘zêr zane, zor zane, devê tifinga mor zane.’