Duşem, Mijdar 29, 2021

Gunay: Divê her kes li dijî tecrîdê rabe

Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay li navenda giştî ya partiya xwe civîna heftane li dar xist. Ebrû Gunay, di destpêkê de 1’ê Mijdarê Roja Piştevaniya Kobanê ya Cîhanê û 2’ê Mijdarê Roja Piştevaniya Rojava ya Cîhanê silav kir û destnîşan kir ku serketina li dijî DAÎŞ’ê ne tenê serketina gelê Kurd e, serketina tevahiya mirovahiyê ya li dijî barbariyê ye.

Gunay anî ziman ku desthilatdariya AKP-MHP’ê ders ji rabirdûyê negirtiye û careke din gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike hedef û got, “Polîtîkayên dijminatiya li Kurdan girantir dike. Desthilatdariya ku roj bi roj lawaz dibe û piştgiriya civakî ji dest dide, bi lîstikên nû yên şer re hewl dide temenê xwe dirêj bike. Desthilatdariya ku tu carî ji cîrantiya bi DAÎŞ’ê re aciz nebû bi DAÎŞ’ê re bazirganiya li ser sînor kir. Deriyên xwe li DAIŞ’ê vekir û bi TIR’an çek jê re şand, dema ku mijar bû kurd her roj gef xwar û van gefên xwe dewam dike.”

Ebrû Gunay anî ziman ku tezkereya operasyonên leşkerî yên li Sûriye û Iraqê bi dengên AKP-MHP û ÎYÎ Partî ji bo 2 salan careke din hate dirêjkirin û got, “Tezkereya Sûriye-Iraqê wê bibe tezkereya dawî ya koalîsyona şer a AKP-MHP’ê.”

Berdevka HDP’ê Gunay, bal kişand ser tifaqa AKP-MHP’ê û wiha axivî: “AKP-MHP bi dijminane nêzî kurdan dibe. Bi hezaran siyasetmedarên kurd girtî ne. Sedema girtina wan jî ew e ku daxwaza çareseriya pirsgirêka Kurd kirin. Sedem ew e ku daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê kirin, daxwaza xurtkirina demokrasiya xwecihî kirin.”

 Kras li ceza dikin

Ebrû Gunay destnîşan kir ku şênberiya bêedaletiya li Tirkiyeyê li Îmraliyê 23 sal in di şexsê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de tê kirin û got: “Li Îmraliyê timî bi hincetên pûç hevdîtina bi malbatê û parêzeran re tê qedexekirin. Bi vî rengî kirasekî li qedexeya hevdîtinan dikin. Bi hinceta ku Birêz Ocalan li salona sporê volta avêtiye cezayê qedexeya hevdîtina bi malbatê û parêzeran lê birîne. Li cîhanê her kes zane ku li zindanan liv û tevgera bingehîn a hikumxwaran volta ye. Cezakirina Birêz Ocalan a ji ber voltayê nîşan dide ku rastiya Tirkiyeyê ya heyî li Îmraliyê bi cih tê anîn. Em zanin ku bêhiqûqî û zilma li Îmraliyê tê kirin di serî de li dijî Kurdan li dijî tevahiya Tirkiyeyê tê kirin. Çend caran ne di nav de nêzî 6 sal in li Girava Îmraliyê hevdîtin tê astengkirin. Li devereke din a cîhanê pêkanîneke bi vî rengî nîne. Ji 5’ê Nîsana 2015’an û vir ve ji bilî çend hevdîtinan malbat nikare hevdîtinê bike. Haya malbatan ji tenduristiya xizmên xwe nîne. Ev bi tena serê xwe sûcê li dijî mirovahiyê ye. Bêdengiya li hemberî vê yekê nayê qebûlkirin. Divê neyê jibîrkirin ku kiryarên li Îmraliyê şênberiya şêweyê rêveberiya li Tirkiyeyê ye. Sûcekî voltayê gelo dibe? Gelo di dema voltayê de axaftin dikare weke sûc bê dîtin? Niha girtîgeh hemû veguherîne êşkencexaneyan. Mirovên ku divê bêne berdan jî nayên berdan. Wezîfeya destpêkê ya her kesên alîgirê demokrasiyê rabûna li ber van kiryaran e.”

 Dayik 24 rojin li ser sînor in

Ebrû Gunay bal kişand ser çalakiya li deriyê Sêmalka ya ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayan jî û got:  “Ez dixwazim li ser mijareke din jî bisekinim. Ev mijareke hessas e. Wek tê zanîn ev çend sal e li Tirkiyeyê wek polîtîkayeke taybet, kesên ku di şer de jiyana xwe ji dest didin, cenazeyên wan nadin malbatên wan. Ev sûcekî mirovahiyê ye. Niha ev polîtîka, li Başûr jî ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve jî pêk tê. Li Başûr ev 24 roj in dayik li deriyê Sêmalkayê çalakî dikin, cenazeyên zarokên xwe dixwazin. Hikûmet bila destûr bide dayikan, bila derî veke û dev ji van kirinan berde. Daxwaze me jî ew e ku bersivê bidin dayikan.”