spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gunay: Li Tirkiyeyê perwerdehiya ziman qedexe ye

Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay, li Navenda Giştî ya  HDP’ê civîna çapemeniyê li dar xist. Gunay serê salê pîroz kir û bal kişand ser qedexeya li ser ziman. Gunay, sersaxî j malbata Enes Kara yê li Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Xarpêtê dixwîne re xwest û wiha got: “Enes li pey xwe peyamek bi vîdeo hişt. Bi vê vîdeoyê rastiya Tirkiyeyê pir aşkere tîne pêş çavan. Heqîqetekê tîne ziman. Vê îqtîdarê hevî û kelecana jin û ciwanan winda kiriye. Xwendekaran mahkûmî derve dikin.”

Fatûrê têkçûnê li ser keda gel dibirin

Gunay bal kişand ser pirsgirêkên aborî jî û wiha  axivî: “AKP di sala 2022’an de têk çû. Ji niha de fatûra têkçûna xwe li ser keda gelê Tirkiyeyê dibire. Ev yek ji zemên roja ewil ên serê salê diyar in. Ceyran ji sedî 127  û xaza xwezayî ji sedî 100 zêde bû. Zexîre ji sedî 150 zem bû.”

Gunay bal kişand ser êrîşên li dijî HDP’ê jî û wiah got: “Êrîşên li dijî HDP’ê êrîşên li dijî demorasiyê ye Ev êrîş ne tenê li dijî HDP’ê ne. Di heman demê de li diji demokratîkbûna Tirkiyeyê ye.Êrîşa pêşeroja Tirkiyeye ye. Divê hemû hêzên demokrasiyê bi hevre li gel HDP’ê li dijî faşîzma AKP- MHP’ê têbikoşin.

Heta ku HDP hebe dê demokrasî û hêza demokrasiyê hebe. Heta ku HDP hebe dê gelên Tirkiyeyê, jin û ciwanên Tirkiyeyê bi ser bikevin.

Dê di 22’ê çile de li Amedê mîtîngê li dar bixin

Gunay, bal kişand ser mîtînga ku di 22’ê çile de li Amedê li dar bixin û wiha lê zêde kir: “Em ê di 22’ê çile de li Amedê mîtînga “Em HDP’ê diparêzin” li dar bixin. Em bang li gelê xwe dikin ku beşdarî mîtînga 22’ê çile ya Amedê bibin.”

‘Sersala kurdan pîroz be’

Gunay sersala kurdan jî pîroz kir û wiha bi dawî kir: “Îro sersala kurdan e. Ez  cardin kurdên ku sersalê pîroz dikin sersala wan pîroz dikim. Îro li hember kurdan, dijmantî, li dijî zimanê kurdan heps û zordarî li her derê berdewam dike. Herî dawî Momeste  Zara Mohhamedî li Îranê hate girtin. Sedem çibû dayîna perwerdê bû. Mixabin îro li Tirkiyeyê jî dayîna perwerdê bi kurdî qedexe ye. Li Îranê jî perwerdeya zimanê kurdî qedexe ye. Lê kurd li her derê li zimanê xwe xwedî derdikevin. Li her derê bi rêbazeke zimanê xwe didomîn in. Heya dawî em ê ji bo ziman têbikoşin. Herî dawî bi gotina Zara Mohhammedî, ez ê gotina xwe bêjin. Ya rast ji neyarên kurdan re ez dibêjim; “Xwelî li serê wan neyaran bû.” Ez jî vê gotinê dûbare dikim. “