19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gunay: Xezeba wan ji tirsa nava dilê wan e

Berdevka Partiya Demkoratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay, têkildarî geşedanên di nava hefteyê de pêş ketin li Navenda Giştî ya HDP’ê civîna çapemeniyê li dar xist. Gunay, anî ziman ku HDP li ruxmê hemû zor, zahmetî û astengiyên li pêş wan 9 salên xwe dijî kir û çareserî HDP ye.
Ebrû Gunay, polîtikayên AKP’ê yên aborî, siyasî û şer nexne kir û wiha got: “Sal bi sal qeyrana aborî kûr dibe. Xizanî û betalî her ku diçe zêde dibe. Îktîdara AKP’ê li dijî karkerên kartonan şer daye destpêkirin. Di aliyê sûcê şer de, di nava 193 welatan de di rêza 12’an de cih digire. Hikûmeta Tirkiyeyê êdî bi şer hebûna xwe berdewam dike û sûcê şer dike. Niha ji bo qeyrana aborî û siyasî bincil bike gefên şer li Sûriyeyê dixwe. Ev îqtîdar îqtîdara şer e.”

Îqtîhar her tim şer dixwaze

Gunay,  da zanîn ku ji ber îqtîdar sûcê şer dike, dixwaze civakê û raya giştî jî bikin şirîkên xwe yên şer û wiha got: “Dixwazin her tiştî bi şer bi dest bixin. Xwendekar perwerdehiyê dixwazin, lê hikûmet şer dixwaze. Civak heq, hiqûq û edaletê dixwazin, lê hikûmet şer dixwaze. Ciwan kar û pêşerojê dixwazin, lê hikûmet şer dixwaze. Divê gel neyên lîstikan. Şer qet ne çareserî ye. Ji ber ku ev îqtîdar hemû çavkaniyên aboriyê li şer xerc dike. Divê ev ne politikaya dewletê be. Erka siyasete divê bi wêrekî û biryar pirsgirêkan bi riya aştî û demokrasiyê çareser bike. Em dîsa îqtîdarê hişyar dikin û dibêjin vê şaşiyê nekin.”

Her ku rêveberên HDP’ê digirin, HDP mezin dibe

Gunay, bang li raya giştî û hêzên demokrasiye jî kir û wiha lê zêde kir: “Divê her kes li dijî şer derkevin û ji bo aştiyê denge xwe bilind bikin. Her ku diçe lira nirxan xwe winda dike. Dolar roj bi roj zêde dibe. Lê ji ber ku dolarên wan hene ji bo wan ne xem e. Ev îqtîdar hewl dide bi şer û talankirinê xwe li ser piyan bihêle. Lê mirovên wî welatî her ku diçe di bin qeyrana aborî de dipelçiqin. Vê hikûmetê cenazeyê çotkar û sewalkaran rakir. Êdî çotkar, rençber û sewalkar nikarin çandinî, çotkarî û sewalkariyê bikin. Nikarin heqê gubre û mazotê bidin. Nikarin fatûreyan û kirayên xaniyên xwe bidin. Li vî welatî deyn, enflasyon, zem û xizanî her diçe zêde dibe. Em ê butçeye bi gel re diyar bikin. Em ê butçeye bi gel re ava bikin. HDP roj bi roj meh bi meh mezin dibe. Li Colemêrgê heta Edîrneyê meşa me ya demokrasiyê mezin dibe. Ev meş didome û belav dibe. Em bernadin vê dîlan û vê govenda azadiyê. Em vê govendê roj bi roj mezin dikin. Bi hezaran HDP hatin girtin. Gotin em ê bi heps û zindanan HDP’ê bigirin. Lê roj bi roj HDP her diçe mezin dibe. Ji ber HDP mezin dibe. Loma xezeba wan ji tirsa dile wan e.”