Friday, Çile 28, 2022

Gundê Ewîna

Kadîr Turgay

Gundê Ewîna girêdayî Stewra Mêrdinê ye ku weke şûnwar di devê geliyekî kûr de hatiye avakirin . Di warê dîroka avakirina gund a niviskî de nîşaneke têr û tije tune be ji şopên heyî berdest in û wek her kêliyên welatê rojê li benda lêkolîner û şûnwarnasan e. Şopên destên kedkaran, dayikan, listikên zarokan, evîna keç û xortên xama û lehengiya qehreman.

Ewîna, bi navê xweyî din ango navê lê hatiye danîn “Surgici”ye. Dem hatiye tenê wek gundekî hatiye naskirin,dem hatiye bi giştî navê herêmekê li xwe barkiriye ku temsîliyeta hemû herêmê li navê xwe hebandiye. Loma ji: Gelê welatê rojê bi giştî wek erdnîgarî herêma di navbera Çiyayê Mazî û Omeriyan de dimîne.
Belê ev jî ne bê sedem e ku ji kevneşopiyeke dîroka kurdewar tê. Gundê Ewîna di warê civakî de wek navenda sî û sê gunden surgici’yan tê zanîn û bi sedan salan wek pêşengî malovaniya vê yekê kiriye. Di warê xwezayî de bi şînkahiya dar û daristan, bax û baxçeyên xwe navdar e. Fêkiyên wek guz, mişmiş, incas, tû, hejîr, behiv, tirî, simaq û her wiha bi vî rengî lê hene. Dîsa bi darên xwe yî wek çinar, spîndar, bih, mazî, berû, kenêr û hwd. tê nasîn. Dîsa bi koniyên xwe ên xwezayî bi nav û deng e.

Kaniya masî û beybûnan

Kaniya feqîna, masiyên ku di nava ava wê de dijîn nayên xwarin, li gor baweriyan ziyaret e. Kaniya jinan, kaniya mêran, kaniya ezîm û himama Jinan a kevnar, gundê Ewîna watedar dikin. Gangilok, sosin,beybûn û her wekî wan gul û kulîlkên dîtir biharê rengîntir dikin. Çîke çîka çûkan, şîre şîra bilbilan, qebe qeba kewên gozel, ajalên dîtir ên kedî, bi reng û dengên xwe gundê evînê dixemilîne.

Kaniya feqîna, mesiyên bi ava xwe yî zelal û cemidî, taybetmendiya masiyên xwe yên nayên xwarin li derûdorê xwe tê nasîn. Bihar û havînan, niştecihên gund û bajarên derûdorê têne gund û kaniyê ziyaret dikin. Bi navekî din vê kaniyê pîroz dibînin ku cuda cuda rîtuelên olî li ser kaniyê dikin. Li gorî ji navê wê tê fêmkirin pîroz û gelekî kevnar û dîrokî ye. Bi baweriya yaresanî û arî ve têkildar e. Havînan ava kaniyê wek qeşayê cemidî ye û zivistanan jî tînşikestî û şîrgerm e. Li gor çavkaniyên herêmî tê gotin ava kaniya şêx feqî di bin ciyarê Elî Hemze re dizê û dide der. Tu kes newêre masiyên wê bigire. Bi lomeya qeda û bela dê li wan peyda bibe ditirsin masiyan bigirin. Hin jê rasterast pîroz dibînin û pê ewle ne ku masiyan nagirin. Carnan masî pir dibin ku wekî refên beytikên dema zeviyan, serxweş li bin guhê hev dikevin, carnan ji nişkê ve winda dibin ku tu kes zinanîn bi ku da diçin. Kaniya feqîan ji tirs û pirsên pîroz cudatir, malovaniyê ji seyrangeh û rojên betlaneyan re jî dike. Carnan şahidiyê ji evîna evîndaran re jî dike, carnan pevşabûnan jî dibîne ku bi stranên azadiyê bi evîna welatekî dagirtî diheje û ji reperepa lingên govenda ciwanan re hevaltiyê dike. Carnan êş û elema mirovên bi zerikê ne, ji bo şifayê werbigirin; parî parî nan hûr dikin û ji bo masî bixwin davêjin nava avê. Ên bawî çongê dixin nav avê kaniya feqîna. Hin mirov jî ajalan li ser qewl dikin û serjê dikin.

Pira Çarçav

Dîroka avabûna pirê nayê zanîn ji ber sedemên li jorê me behs kiribûn. Lê ji lênêrîn û mîmariya wê jî tê zanîn ku pireke gelekî kevnar e. Pir, li ser sê stûnan hatiye avakirin û bi çarçaviyan hatiye lêkirin. Kevirên pirê bi hosteyî hatine niqirandin û nexşkirin. Li hemberî pirê aşekî avê heye, bi navê “aşê Îso”. Ew jî aşekî gelek kevnar e. Li cihekî gelekî strateji hatiye avakirin. Lewre pira çarçav têkiliyan di navbera Ewîna û sih û sê gundan de datîne.

Du aşên avê

Li Ewîna du aşên avê hene û herdu jî gelekî kevnar in. Demên berê malovanî ji hemû gundên hawirdorê re kiriye. Niştecihên heremê genim dianîn û li van aşan dihêra û dikirin arvan. Yek jê aşê “Îso bû”, yek jî aşê “Hizmiyê bû”. İro herdu aşên heyî bi xetereya xirakirinê û hilweşandinê re rû bi rû ma ne. Lewre divê ew berhem neyên windakirin û demildest divê lê were xwedî derketin.

Çar ciyarên binav û şikeftên dirokî

Gundê Ewîna wekî ku di ava beroşekê de be dorhêlên xwe bi çar ciyaran pêşandiye. Ciyarê Kevirê, Şêx çolî, Dergûşa Qîza Qerê, Çiyarê Dûderê, Ciyarê Eli Hemza, Tahta Hesenê Eliya, Bersorkê, Çîçemkê, Tirba Şeref, Bîra Qeysim, Newala Barman,Darika Baqustan û her wiha cihên dîrokî hene.

Aboriya hemû gundan li ser xwezayê ye. Rezên tirî gelek in. Nisk, nok, genim, cih, fasûlî, firingî, îsot, pîvaz, kartol (petat), lehane, xiyar, qitî, sîr lê têne çandin.

Sewal Xwedîkirin

Bi giştî welatê rojê, şêniyên gundê Ewîna jî sewalkariyê dikin. Bizin, mih, çêlek û hwd. xwedî dikin. Hejmara mirovên li gund dijîn ji pênc hezaran zêdetir e.

Dawetên Gund

Li gundê Ewîna çandeke gelekî rengîn heye ku ew jî dawetên wan e. Dawetên gund bi girseyî û bi çoş derbas dibin. Hemû keç û xortên gund li meydaneke fireh tên cem hev û bi yekdestî govendê digerînin. Dîlan li ber dengê def û zirneyê û tembûrê du rojan li dar dimîne.