Rojnameya Heftane

Gundê Qizilquleyê

Li Qizilquleyê ciwan pir kêm in, dengê zaran hatiye birandin. Kal û pîr xemgîn in ji vê bêdengiyê. Xwaziliya xwe bi salê berîn tînin. Cihên wêran, nabin hêlîna tu kesan

Ewrên spî û bedew, ên mija serê çiyayê Sîpanê Xelatê hilgirtî, bi ketina gund, me pêşwazî dikin; ji çiyayên Çemçê û Zixçiyê, li dû xwe hiştine û esmanê Qizilqulê yî çîk spî dineqişînin. Qasekî bi gundê Qizilquleyê re şa dibin û hêdî hêdî xwe dihejînin, ber bi Elegezê ve.

Gundê Qizilquleyê girêdayî navçeya Dîgora Qersê ye. Sînorê gund ji alî rojhilat ve digihêje ava reş; gundê Beyremkoma Xerab e. Ji alî rojava ve cîranê navçeya Dîgorê ye. Li alî bakur bi Bacelî û Mevregê û li alî başur jî bi Elem, Taşnîga Ecema û Dîgora Xerabe re cîraniyê dike.

Di sala 1882’yan de 23 malbatên êzidî yên ku ji herêma Eyntabê (Dutaxa Qerekosê) tên, li gundê Qizilquleyê bi cih dibin. Wê gavê li gund 190 kes dijîn; ji wan 102 kes mêr û 88 kes jî jin in. Gundî debara xwe bi xwedîkirina heywanan û çandiniyê dikin.

Êzidiyên hatine vir, ji eşîra Sîpkî û bi berên Ûtî û Çîlî ne. Navên çend malmezinên gund ên ku gihêştine roja me ya îroyîn ev in; Okiz û Bedoyê Mamo, Merûfê Okiz axa, Keleşê Xişo, Egîdê Şemo, Mûsoyê Casê, Silî û Îbrahîmê Temo, Celîl û Sêvdînê Osê, birangê Kemo û Çaçan û Rizgo ne.

Axatiya gund, di dema xwe de Okiz axa dike, li pey wî jî Merûfê kurê wî dewsa bavê xwe hildide.

Dema ku êla Sîpkiya, yê di sala 1882’yan de, ji Eyntabê bar bikin û bên xwe bispêrin ber bextê rûsan, ji bo destûrê bistînin, şandeyekê dişînin ba rûsan. Di vê şandeyê de Okizê Mamo jî heye. Heta li ser mêrxasiya Okizê Mamo stranek jî tê gotin;

Siyarê Şapoş, bavê Merûf,

kekê Elîfê,

Berê xwe daye alî Ûrisêtê,

Êl û eşîr benda xebera wî ne,

Dibêjin eskerê romê ketiye

teqîbata Siyarê Şapoş, bavê

Merûf, kekê Elîfê,

Wey mala bavê min merûmê gelo ku man,  çima nayên, her pênc mêrê Êzidxanê

Ji Elegezê heta Zixçiyê

Fêza gund ber bi rojava girekî bilind heye. Li ser vî girî bi qasî barê 200 erebeyî, kevirên sor û çêkirî hene. Li gorî salixdayînan, demên berê li ser vî girî birceke bi kevirên sor çêkirî hebûye û gund navê xwe ji vê birca sor a di dema xwe da navdar bûye hildide. Mena sor bi tirkî qizil e. Birc jî Qule ye. Ji ber wê jê re dibêjin Qizilqule ango birca sor. Mirov dikare li birceke bi vî awayî bilind, ji çiyayê Elegezê heya çiyayê Zixçiyê çavdêriya hemû deştê bike.

Li ser gund, şikeftên pir mezin hene. Ya tê xuyakirin, di demên pir berê de ev şikeft wek avahî hatine bikaranîn. Ji ber ku şikeft xwezayî ne, behtir dişibin şikeftên çekirî. Kevirên wan antîke ne. Hema li bintara şikeftan dema ku mirov lingê xwe li erdê dixe, dengekî wisa jê tê, mirov hay dibe ku binî vala ye. Dibe ku li van deran jî şikeftên cuda hebin.

Hespê herî cins Nîgar bûye

Di bintara gund re çemê Dîgorê dikişe. Ev çem barê xwe ji çavkaniyên gundên; Zeynikê, Tirmaşînê, Emançayirê, Şîrînkoyê, Şatiroxliyê, Bazarcixê, Gulheyranê, Eylasinco û Dîgorê hildigire; kibar kibar di ser Qizilqulê, Mevregê, Baceliyê, Duzgêçîtê, Çataxê, Qerebaxê û Pakranê re dikişe, li vir tevî ava reş dibe. Serê salên 1900’î li ser vî çemî; yek li serê gundê Qizilqulê û yek jî li bintara gund, du aş hebûne. Yek aşê Teyo beg bûye, yê din jî aşê Markar axayê Ermen. Dîsa, li ser vî çemî, di gundê bintarê, Mevregê de jî, aşek hebûye. Dora vî çemî berê hemû bostan bûne. Rasta ber wê ya fireh jî, qada cirîtê bûye. Gundên der û dorê tên Qizilqulê û bi cirîtê dilîzin. Hespê Qizilquleyê yê herî bi cins, Nîgar bûye. Siwarê Nîgarê Celîlê Osê jî mêrekî li serxwe bûye. Lê niha cirît nayê lîstin, qada cirîtê bûye daristan, çanda danîna bostanan jî hatiye terikandin.

Avahiyên gund dişibin hev

Avahiyên gund hemû yek plan in. Oda mêvana, aşxane û li pêşiya wan hewliyeke piçûk heye, ji vir deriyekî piçûk jî, bi ser êxur re vedibe. Berayiya dîwaran dibe ku ji ber sermayê ye, hema hema metreyek û nîv an jî du metre ye. Di banê aşxanê de kulekek heye, ev hem ji bo ronkayê tê bikaranîn, hem jî dûyê tendûra bintara xwe dikişîne. Tendûr jî; hem ji bo pehtinê, hem jî ji bo germbûnê tê bikaranîn. Kurnekî bi kevirê sor hatiye çêkirin û çar pênc dolim avê hildide jî, di aşxanê de ye. Ava kaniyan wê demê jî kêm bûye, ava çemê Dîgorê tînin û kurnan tijî dikin, av hem zelal dibe, hem jî sar dimîne. Li aşxaneyê di heman demê de bixêrikek jî heye û di hundirê bixêrikê de kuçik vêdixin û li ser vî kuçikî xwarin tên çekirin. Ser aşxaneya; bi daran û li qupekî hatiye avakirin lê li ser odeyê mêvanan bi textên birandî wek sindoqan hatine avakirin. Di odeya mêvanan de jî bixêrikek entîke heye. Kevirê wê, bi şiklê rojê û nîşaneya ebedê hatiye neqişandin. Dîwarê xaniyan ji hundir ve bi xerceke xweliya zer û kayê,  hatiye sewaxkirin. Paceyên odeya mêvanan, hem ji bo ronkayê, hem jî ji bo germê berberoj in û piçûk in.

Her du keçên din Xezala Şemo û Şênêya Çaçan, ji gundê Qizilquleyê ne. Wan, ji şêniyên gund re behsa malbavistanên xwe û halê gund ê berîn kirine. Kîjan xanî yê kîjan malbatê ye, tê zanîn. Heta malbata ku, di mala bavê Xezala Şemo de bi cih bûye, dibêje ku; ‘dema bêhna Xezalê teng bûya dihat ber derê me û di ser hîmê mala bavê xwe de digiriya.’

Teyo li vî alî dimîne

Kurekî Merûfê Okiz Axa, Teyo yê dozdeh salî jî di dema reverevê de li vî alî dimîne. Evdilmecît Beg lê xwedî derdikeve û ew li Qaqizmanê di gundê Pifîka Şêxa de bi cih dike. Mezin dibe û bi keçikeke wek xwe êzidî, bi Emînê re dizewice û dibe xwedî mal û hal.

Casîmê Celîl û Xanima Rizgos

Ev gund di heman demê de gundê Casîmê Celîl û hevjîna wî Xanima Rizgo ye. Her du jî di dema revereva 1918’an de; dê, bav û malbatên xwe di şer de winda dikin û di sêwîxaneyan de mezin dibin. Casîmê Celîl pêşengiya gelek karên bi nirx kiriye; vekirina Radyoya Rewanê, Enstîtûya Mamosteyên Zimanê Kurdî, beşa çapxaneya pirtûkên kurdî û hwd.

Xanima Rizgo jî jineke xwenda û wek navê xwe xanim e. Ev malbata kurdewar, çar jî ewledên wek xwe ku dilê wan tim bi welat û milletê wan re diavêje, mezin dikin; Ordîxanê Celîl, Celîlê Celîl, Cemîla Celîl û Zîna Celîl. Endamên malbatê bi şev û roj, wek akademiyê dixebitin. Bi hezaran stran, destan, çîrok, metelok û pêkenok berhev dikin û bi barê pirtûkxaneyekê, pirtûkan çap dikin.

 

 

Niha 30 mal mane

Ji gundên Dîgorê yê herî pir koçber daye Qizilqule ye. Di gund de niha bi qasî 30 malbatî dijîn. Ciwan pir kêm in, dengê zaran hatiye birandin.

Kal û pîr xemgîn in ji vê bêdengiyê. Xwaziliya xwe salê berîn tînin. Pir dest nedane avahiyên berê, avahiyên sedsale hê jî li piya, lê bêxweyî û bêxudaniyê ew hejandine. Bêhna heznîtiya binaliyên berê ji wan tê. Cihên wêran, nabin hêlîna tu kesan.

Sed sal in, ji bo xizmetê li vîgundî kevirek nehatiye danîn. Bi xwe jî pênc kîlometreyan dûrî navçeya Dîgorê ye. Pirsgirêka gund a ava vexwarinê hê jî didome. Riya gund hê jî     tune ye.

Lê dîsa jî bila riya we bi vî gundî bikeve. Ev gund, gundê bavû kalan e.