Rojnameya Heftane

Wekî berxê li ber maka xwe

Veysî Varli

Nêçîrvanên dengên kurdî vê carê jî li pey dengbêjê ciwan Murat Akbaşli ketine. Murat wekî berxikê li ber maka xwe li gund xwe diparêze. Ew jî li bendê…

Furûxa tenha

“We în menem zerî tenha der astaneyî felî serd derîptîdayî derki hestî alûdeyî zemîn weyesî sadewu xemnakî asîman we natewaniyî în desthayî…

Gundê Şatiroxliyê

Birao ez e evd im,

Evda serreş û diljar,

Derdê neman çawa tevdim.

Wexta padşê zulm, xezevê,

Anî koka bavê min,

Cinyaz pê da dane tavê,

Qeland arg û avê min*

Ev cih û warê ku bûye mijara helbesta helbestvanê nemir Şikoyê Hesen û ketiye ber xezeva padşahê zilimkar, gundê Şatiroxliyê ye. Şatiroxlî girêdayî navçeya Dîgora Qersê ye.

Gundê Şatiroxliyê ji Qersê 30, ji Dîgorê 20 kîlometreyan dûr e. Li alî rojava, gund pala xwe daye girê Şatiroxliyê. Rasta pêşiya wê; çayira axê û kirê keraliyê ye, ev rast heya sînorê gundên Bazarcix, Gulheyran û Eylasinco fireh dibe. Li hêla bakur  Bazarcix û li hêla başûr jî Emançayir û Şîrînkoy ji Şatiroxliyê re cîrantiyê dikin. Riya gundên Şîrînkoy û Emançayirê  di nav gundê Şatiroxliyê re derbas dibe, çemê Çaço di bintara gund re dikişe. Mêrgên peşiya gund,  di mehên bihar û havînê de bi gulên reng bi reng dixemilin.

Li gorî arşîvên rûsan, di sala 1882‘yan de 26 malbatên êzidî, ji herêma Eyntabê (Dutaxê), ji destê Roma Reş û Hecî Ûsiv Paşayê dûvelangê wan  direvin, tên û li gundê Şatiroxliyê bi cih û war dibin. Wê gavê di gundê Şatiroxliyê de 203 kes dijîn; ji van 113 kes mêr û 90 kes jî jin in. Gundî debara xwe bi xwedîkirina heywanan û çandiniyê dikin.

Ezidiyên hatine vir, ji eşîra Sîpkî û berê Mûsêsaniya ne. Du jî malê Şerqiyan hene; mala Reşît û mala Teyo. Ji gund re malmeziniyê Çaçanê Mûso dike.

Hem bakurê gund hem jî li ser girê başûre gund, xirbeyên pir kevn hene. Dixuyê ku hêj berî hatina civaka êzidiyan gund li van deran avakirî bûye. Lê êzidiyan ne li ser van xirbeyan; gund, di bintara girê Şatiroxliyê de ava kiriye. Ev gir têra xwe bilind e û gund ji sir û seqama zivistanê diparêze. Gel ji xirabê alî başûr re dibêje kela Şatiroxliyê. Ev der wek ziyaretgeh e. Kevirekî qul li vê derê heye. Şêniyên gundên derdorê, hê jî tên li ser wî kevirê qul, qurbanan şerjê dikin û di kêvir re derbas dibin. Li gorî baweriyan; ên gunehkar diwerimin û nikarin derbas bibin.

Av û kaniyên vê heremê pir in, ji ber wê qasê deh sal berê, ji bo avdana erdê, bendavek di bintara kela Şatiroxliyê de hatiye çêkirin. Avê gundên Zeynik, Tirmaşîn, Emançayir û Şîrînkoyê bendavê dadigirin lê bi derbiharê re bendav ji peşiya lêhiyên berfa zivistanê li berxwe nade û derê bendavê vedikin.

Kurdên êzidî bi qasî 36 salan li vê herêmê û li vî gundî dimînin û pey şerê cîhanê yê yekemîn  ber bi Sovyeta berê koçber dibin. Zelûlî û neheqiya di dema rev û bezê de hatiye serê şêniyên Şatiroxliyê hê jî tê gotin.

Dema koçberiya êzdiyan, kurdên misilman jî ji Elegezê, Rewanê koçber dibin derbasî vî alî ava reş dibin. Ji wan qismek, hatine û ketine vî gundê Êzdiyan, hê jî di Şatiroxliyê de toremê wan dijîn.

Di gund de avahiyên ji dema êzdiyan hema bêje qet nemane. Yek du heb tenê mane. Ji wan yek ya mala Biro ye. Avahî li bintara riya Şîrînkoyê ye. Der barê vê malbatê de meselek jî tê gotin. Keçeke Biro ya bi navê Şerê, hêj berî revereva 1918’an, ji ber bi zorê dane mêr, ji mala bavê xwe diqete û diçe hêla Qaqizmanê û li wir dizewice û dimîne. Dema qîza xama Şerê û li Şatiroxliyê mala bavê xwe ye; gundiyên ji gundê  Arpeliya Dîgorê tên û di ser Şatiroxliyê re derbas dibin û diçin zozanê pişt girê Şatiroxliyê. Gundê şatiroxliyê ji xwe zozan e, ji ber wê naçin zozanan. Şerêya bedew û delaliya mala bavê xwe, tiranê xwe keç û bûkên Arpeliyê dike, dibêje  ‘keçikno, jinno, ez Şerê me Şerê, ez petîn û dotinê nizanim, lê def û dehat û reqasê ji min bipirsin, ji min.’ Niha nebîyên Şerê li malxalana xwe ya êzidî digerin. Ger ku ev nivîsa me bibe sebep û malbavistana Şerê an jî Êzdiyên me yên Şatiroxliyê, bi me re tekîliyê danîn dibe ku em bibin wesîle, wekî sed sal şûnda xal û xwarzî bigihîjin hev.

Ev gund di heman demê de gundê malbata helbestvanê nemir Şikoyê Hesen e. Di dema reverevê de Hesenê bavê wî hêj 12 salî buye. Ew helbesta ewil a me nivîs pê daye destpêkirin, bi serpêhatiyên bavê wî û malbata wî ne. Şiko ew êş û janên di dema fermanê de  hatine jiyîn, bi gotinên keçeke ji fermanê reviyaye, di helbesta ‘Du Gul’ de bi hostayî û dirêj dirêj aniye zimên.  Helbestvanekî mecnûn e Şikoyê Hesen, Zîn û Xeca wî, ziman û welatê wî ne. Ji her du helbestên wî yek, nîşaneya vê eşqê ye. Jê dipirsin ku ‘ji vê dinyaya kaw nazikî/ çi hiz dikî’ bêguman û bê destûr, dibêje ‘bi kurdî’. Ew strana ku hozanê nemir Aram Tîgran dibêje û bûye sirûda zimanê me ya bi navê ‘Zimanê Kurdî’ dengê dengvedana eşqa dilê Şikoyê Hesen e.

Bi xeml û rewş e

Şêrîn û xweş e

Şêrîn û xweş e

Zimanê kurdî

Bi xweş awaz e

Letîf û naz e

Letîf û naz e

Zimanê kurdî

Şikoyê Hesen xemginiya bêwelatbûnê, ji dil û ji kûr ve hîs dike. Mixabin bi xwe jiyana xwe bi dawî dike û emrekî hêj ciwan, ji vê dinyaya kambax û derewîn koça xwe bar dike. Birayê wî, dengbêj Hemoyê Hesen li pey mirina bêwext û şewat a Şikoyê birayê xwe, straneke pir bi jan çêdike, dibêje ku;

‘Cahiltî neçe

tê kuda herî

malşewitî gava tu herî venagerî

cahiltiya zêrîn tê kuda herî ‘

Çiqas rast e nizanim, lê çend kesên cuda cuda, ji min re gotin ku me ji Ehmedê kurê Hozan ‘Aşiq Veysel Şatiroxlî’ bihîstiye, şikra ku wî gotiye ‘bavê min ji şatiroxliyê ye.’ Ya tê zanîn Aşiq Veysel di sala 1894 de li Sêwazê hatiye dinê. Êdî nizanim, malbata wî ya êzîdî bû, ji cimûeta xwe qetiyan çûn, an jî ew kesên ku ji berî êzdiyan di şatiroxliyê de jiyane. Hewcedarî  bi lêkolîneke baş heye.

Di gundê Şatiroxliyê de niha 70 malbat hene û 550 kes lê dijîn. Goristana gund hêjî goristana dema êzdiyan e. Miriyên sedsale di hembêza hev de radizên. Gund zêde koçber nebûye, debara xwe mîna salên berîn bi xwedîkira heywanan û bi çandiniyê dikin, hal û wextê gundiyan baş e. Gundî gelek mêvanperwer in û bila riya we bi vî gundî bikeve. Ev gund gundê bav û kalan e.

Ax! Welato

 

Şikoyê Hesen : Payîz û Ba

Heciyê Cindî: Hawar

Wezîrê Eşo : Îtbarî

Candan Badem: Vîlayeta Qersê

Rohat Alakom: Kurdên Qersê