25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gustîlk

Takî Çîftsuren

Îro gustîlk, bo xemilandinê, nîşana zewacê û nîşankirinê tê bikaranîn lê berê tenê ne ewqas bûye; gustîlk wekî nasnameya mirovan jî hatiye bikaranîn.

Marcel Proust, di pirtûka xwe ya ‘Li Alîyê Swannan’ de dibêje gava mirov radikeve bi saetan, bi salan û bi dinyayan tê dorpêçkirin. Gava şîyar dibe, bêzanatî be jî ji wan piştgirî digire ku bizanibe li ku ye.

Dibe ku hatibe serê we jî. Mînak, carna gava ez şîyar dibim, hişê min ji ber ku tevlihev e ez nizanim li ku me û li mala kê me. Ez li dora xwe, li dîwaran, li nivînan dinêrim. Ez ji van tiştan piştgirî digirim. Wisa wisa ez tim serê hişê xwe.

Di destana Memê Alanî de, gava şahbanû Zînê dibin cem Memî, Mem wê dibîne bo fam bike li ku ye li dora xwe dinêre. Dibîne ku li mala xwe ye. Gava Zîn jê re dibêje ji oda min derkeve, ew jî ji Zînê re dibêje li derdora xwe binêre. Zîn dibîne ku ne li oda xwe ye. Di vir de hem Zîn hem jî Mem ji heman tiştê pişt digirin: ji odeya Memî.

Piştî ku rakevin, gustîlk diguherînin. Bi zanebûn an nezanî, ne girîng e. Lê di vir de hin armancên metnê hene.

Di fîlma “Inception” a Christopher Nolanî de tiştek bala min dikişîne.

Gava tev li xewn û bênhişa mirovan dibin, têkilîya wan ji dem û dinyayê qut dibe. Bi rastî gava hûn tev li binhiş û xewnên mirovan bibin an jî yek tev li yên we bibe, hûn nizanin kîjan dinya ya rasteqîn e û kîjan a derewî ne. Bo hûn tê derxin divê hûn ji xwe re objeyek hilbijêrin. Di filmê de Cobb (Leonardo Dîcaprîo) ji xwe re govek (virvirok) hildibijêre. Gava rêya xwe şaş bike, yanî nizanibe li kîjan dinê ye, govê digerîne. Ger gov, piştê gera xwe bikeve dizane di dinyaya rasteqîn de ye. Ger qet nekeve û tim bigere dizane di ya derewîn de ye. Ew tişt bo min gelek balkêş e. Çimkî armanca guhertina gustîlkan û ya govê hemam tişt e. Gelo tiştên qewimîne rasteqîn in an derewîn in?

Di destana Memê Alanî de, gava Zîn û Mem her yek di odeya xwe de şiyar dibin bi saya gustîlkê fam dikin ku tiştê qewimiye ne xwen e, rasterast jiyan e û tiştên wan bi çavan dîtine parçeyek ji jiyana wan e.

Ger ne ji gustîlkan bûya wan dê bigota qey her tişt xewn bû.

Di Mem û Zîna Edmedê Xanî de jî hemen tişt heye. Bînin bîra xwe, Mem û Tajdîn, Zîn û Stî ger ne ji gustîlkan bûya wan dê bigota tiştên qewimîne tenê xewn û xeyal in.

Yek armanc ew e lê yeka din jî heye. Ew jî piştî ku gustîlkan dibînin rêyeke din li ber wan vedibe.

Gelo piştî ku êdî dizanim ne xewn e dê çi bikin?

Yan dê rabin bi pey xwediyên gustîlkan bikevin an jî di cihê xwe de rûnin. Ger bikevin ser rêya yekem, di vir de îhtîmala du armancan heye; yan bo gustîlkan bidin xwediyên wan û yên xwe ji wan bigirin  û bakevin mala xwe yan jî dê bi xwediyên gustîlkan re têkiliyên xurt deynin. Di dawiya her du rêyan de jî dê hevdu bibînin.

Ez ê ji lîstika Şeva Dozdehemîn (TWELFTH NIGHT) a Shakespeareyî  jî mînakek bidim.

Piştî ku keştiya Vîola û birê wê di behrê de serûbin dibe, deryavan wê ji avê derdixînin. Ew xilas dibe lê haya wê ji birayê wê nîn e. Deryavan wê dibin li welatekî datînin. Ew jî cil û bergên xwe diguherîne û yên lawan li xwe dike. Ji Dukê wî walatî re dibe xulam.

Dilê Dukî ketiye Olîvîayê. Olîvîa ji Dukî hez nake. Loma Duk tim xulaman davêje bextê wê. Rojek Vîolayê jî dişîne. Lê Olîvîayê çawa Vîolayê dibîne aşiqê wê dibe lê nizane ew ne zilam e, jin e. Gava Vîola derdikeve der, Olîvîa gazî xulamê xwe dike. Gustîlka xwe dide, dibêje bibe bide wî xulamî û jê re bêje xanima min diyariya Dukî qebûl nake. Lê jê re bêjî bila xulam carna we re mala min.

Di vir de armanca Olîvîayê çi ye?

Bi rastî Olîvîa dixwaze Vîolayê cardin bibîne. Ger gustîlka wê qabûl bike dê were û wê bibîne; ger qebûl neke jî dê were gustîlka wê bide wê. Dawiya dawîn dê Vîolayê car din bibîne.

Armanca guhertina gustîlkan yek jî ev e. Yanî bo cardin hevdu bibînin. Lê hem di destana Memê Alanî de hem jî di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de, wek min li jor jî nivîsandiye, gustîlk bi her awayî di wezîfeya nasnameyê de jî tên bikaranîn. Li ser gustîlkan nav hene, ger ne ji wan gustîlkan be nasnameya wan jî dernediket holê. Di metna Shakespeareyî de ev armanc kêm e.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê