20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gustîlka Pencereyê; Serpêhatiyên gelê Efrînê

Nivîskar û helbestvan Nêrgiz Ismayîl çîrokan dinivîsîne. Nêrgiz xwedî berhemên dewlemend e di qada nivîskariya jinan de û pirtûkên wê yên di warê çîrokan de her weke hafizeyeke dîrokî zindî dimînin. Niha pirtûkeke nû bi navê “Gustîlka pencereyê” li ser çîrokên wêjeya şoreşê çap kiriye, ev pirtûk ji 16 çîrokan pêk tê. Nivîskar û helbestkar Nêrgiz Ismayîl behsa berhema xwe kir.

Te berê pênûsa xwe daye warê helbestê, pexşan, çîrok û romanê, di vê ezmûnê de tu çawa dikarî rêwîtiya xwe bidî naskirin?

Bi rastî, ji ber xwe ve yan jî wisa bê şert û merc, yan bêyî ku serpêhatî bi serê mirovan de bên, wisa ji xweşiyê nivîs çênabin. Ez jî weke keçeke kurd a li Kurdistanê, ji malbateke welatparêz bûm. Piştî ku sînor di welatê me de hatin danîn, navên din li welatê me hatin kirin, mîna serxet û binxet yan parçeyê filan welatî, vê yekê pir pirs di serê min de çêkirin. Wisa pir bi şens bûm ku di wê zaroktiyê de ez li Qamişlo bûm. Di temenekî piçûk de ketim nava nakokiyên derveyî xewn û xeyalên xwe. Mînak dema sibehê zû tu radibî, wisa çavên te bi leşkeran, li sînoran û li qedexebûnan dikeve, pir nakokî di serê mirov de çêdibin. Her wiha di hundirê malbatê de ewqas germbûneke civakî hebû bêguman malbat jî koka xwe ji warê Omeriyan digire ku bi eslê xwe ji Mêrdînê ye û bi taybetmendiya mirovên vî bajarî yên civakî mezin bûne. Li aliyê din Kurmanciya ku dapîr û bapîrên min pê diaxivîn, pirr li ser hestên min bandor dikir. Her şev bapîrê min stranên dengbêjiyê ji dapîra min re digotin, her çiqas dapîra min wisa ne bi xeml û xêz jî bû, lê di wan stranên bapîrê min de ku wisa pesnê wê dida, weke jineke herî bedew ew pênase dikir, vê yekê bandoreke gelek hestên şêrînwarî li min kir. Min xweşahiya xwe di van civatan de didît. Di heman demê de bandora dapîra min hebû, her şev gazî me dikir, dixwest em guliyên wê bihûnin û wisa ji me re çîrok digotin. Dapîra min behsa zeviyên xwe yên li Omeriyan dikir, behsa weşiyên tirî, behsa mirîşkên xwe û malbata xwe dikir, ev hemû ji bo min hafize bûn ku ez dest bi nivîsê bikim. Di dibistanê de jî min zehmetî ji ber zimanê Erebî kişand, vê yekê bandor li min kir û pirsa, ‘zimanê min Kurdî ye, çima ez bi Erebî dixwînim?’ bi min re çêkir.

Di vê dema dawî de tu bêhtir çîrokan dinivîsî. Maneya çîrokan ji bo te çi ye?

Bi rastî, dema ez çîrokê dinivîsînim, bi hesteke ji dil dijîm. Ew bûyera li wî cihî qewimiye, ew serpêhatiya ku hatiye serê wê/î kesî, ez dixwazim her binivîsînim da ku her zindî bimîne. Ji bo wê, di nivîsandina çîrokê de ez li zindîbûnê, li jiyan, hêvî û li rastiyê digerim. Pirtûka min a “Rûpelên jînan” projeyeke min a demdirêj e, weke du cildan min çap kir û bi devoka dayikan ku ez tê de diparêzim û xwedî li wê devokê derketime, dinivîsînim. Di berhema min a nû de jî min xwest çîrokên şoreşê yên rasteqînî yên şoreşa me, zindî bikim.

Gelo dema ku çîrok ne rasteqînî be dibe çîrok?

Nivîskar yan jî çîroknivîsên wisa ji fantastîk û xeyalên xwe pir gotinan li hev tînin û çîroka xeyal tîne li ser ziman hene. Ji bo wê wêjeyê ez rêzdar im, ji ber ku bêguman warê wêjeyê pir berfireh e, xwedî hest e, ziman û nivîsa wê dewlemend e. Ez nikarim bibêjim ev ne rast e, ji ber ku tenê ji bo xwe ez dikarim bibêjim. Ez çêja nivîsê tenê dema ku ew çîrokên rasteqînî bi çavên xwe dibînim, dijîm û dikevim kûrahiya wê.

Serpêhatî bi min xweştir tê ku ez karibim wisa bi hest û zaraveyekî nazik binivîsînim. Ez dibêjim, dema ku kesek li ser mirovan dinivîsîne, heger jê hez neke, wê çawa binivîsîne. Kesek li ser welat binivîsîne, dema di wê hizra wê/î de Kurdistan ne yek be û ev welat ne bedew be, wê çawa bikare binivîse? Heger hezkirin nebe, wê çawa binivîse? Nizanim, ev li gel min her nakok e, mirov di nivîsê de nikare ne rast binivîse û wisa li gorî xwe gotinên ne bi xemil çêbike, li gorî min ev dûrî kesayetê ye. Ez pir dilxweş û kêfxweş dibim dema ku çêja her tiştî karibim di hundirê xwe de bihewînim û di heman demê de bikim peyv, wisa bi min xweştir tê.

Di berhema te ya dawî “Gustîlka pencereyê” de 16 çîrokên wêjeya şoreşê hene, çima?

Li tevahiya Kurdistanê kêlî bi kêlî şoreş û berxwedan heye, di heman demê de kurd li ku dera welatên cîhanê bin, zorî û zehmetiyan dikişînin.

Pirtûka min a nû “Gustîlka pencereyê” ev nêzî salekê ye ez pê re mijûl bûm, ji 16 çîrokan pêk tê, min behsa serpêhatiyên gelê Efrînê kiriye. Ez bi van kesan re rûniştime, min danûstandin kiriye û wan bandor li min kiriye. Her wiha serpêhatiyên xelkê Serêkaniyê min nivîsandine, hin ji van çîrokan xemgîn bûn. Di heman demê de ez bi hinek serpêhatî û pêkenokên wan şervanên YPG’ê daketim. Ji her çîrokê re min wêneyek xêz kiriye, min xwest di vî alî de şêweyekî nû bi rengê tabloyê bidim her çîrokê. Ev pirtûka “Gustîlka pencereyê” min diyarî dayikên cangoriyên azadiyê kiriye, yên bi rastî ji dilê xwe ji bo zarok û qehremanên xwe bi serfirazî û şehnazî lîliyandin. Ez dixwazim weke çîrokên şoreşê di bîra dîrokê de bimînin. Pêwîst bû em wêjeya şoreşê biparêzin. Ez ne li dijî çîrokên din ên civakî, hunerî, dîrokî û folklorî me, bêguman em hemû şêwazên çîrokan ên rengereng dinivîsînin, lê di heman demê de li welatê me li girtîgehan û li deşt û çiyayan berxwedan heye û pêwîstî heye em van serpêhatiyên şoreşê binivîsînin. Ez dixwazim balê bikşînim ser xisûseke girîng dema dayikek dibêje, “heya dîwarê hewşa min digiriya li ber çavên min û ew zeytûnên dara min li pişt man û giriyan.” Gelo em çima van hestên wêjeyî yên di nava civaka xwe de nekin çîrok?

Di vê berhema te ya nuh de tu dixwazî peyameke çawa bidî?

Her sibeh em ji xew radibin çîrokekê dijîn. Em herin kîjan herêmê bi sedan dîmen û tablo li ber çavên me tên jiyîn, şer çi aniye serê mirovan û heya berî vê kêliyê bi çend rojan di qada ragihandinê de dîmenê firokên keşfê yên dewleta tirk li Kobanê ku nîşan didin çi tînin serê zarokên me hatin weşandin. Zarokekî 6 salî çawa wê bi lingekî bimîne ev trajediyeke pir mezin e ku hê di nav ewqas zehmetiyan û qirêjiya şer de malbatên me û civaka me li ber xwe didin. Li ber çavên me ewqas berxwedan, qehremanî çêdibin çima em nenivîsînin? Ji ber wê ez dixwazim di pirtûka xwe de vê peyamê bidim; divê ku em li siya xwe binêrin pirtûkek derdikeve û bi hezaran çîrok dipejirin.

Tu warê nivîskariyê ji bo jinan çawa dinirxînî, gelo hêviyê dide?

Di warê wêje û nivîskariyê de helbest, roman û çîrok gav bi gav tên bipêşxistin. Ez dixwazim vî xisûsî bînim ziman ku em li Kurdistanê, li Mezopotamya û li Rojhilata Navîn dijîn, em ne li welatên biyanî dijîn. Rast e, dibe di warê hişmendiyê de heman pergal li ser civaka me hatibe ferzkirin, lê belê xweseriya her welatî heye û em jî li gorî welatê xwe dinivîsînin. Em nikarin bi pênûsekê welatekî biyanî bînin ziman, di vî warî de jin heta bi astekê hatine, bi taybetî li Rojavayê Kurdistanê, ku gelek navendên me hene, bi Kurdî dinivîsînin. Jin ji rewşa xwe haydar in û dixwazin di vî warê nivîskariyê de bi pêş bikevin. Gaveke pir rêzdar hatiye avêtin û nifşek ji jinên ciwan ên ku hê di ciwaniya xwe de dikarin çend berheman derxin, hene. Bêguman şoreşê ev berhem xist nav destên me. Divê jin karibin her êşa xwe gav bi gav bikin pirtûk û malê dîrokê. Her kêliya jiyana jinan hêja ye bibe nivîs, çîrok û helbest; ji bo wê bi nihêrîna min, di warê wêje û nivîsandinê de pêwîst e jin bi xwe xwedî li xwe derkevin. Bila jinên Kurd ji koka xwe ve li ser xwe binivîsînin.

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka