25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gûtî

Piştî serdema qeşayê meşa mirovahiyê ji newala Rîfê ya ber bi Mezopotamya yê geşedanên gelek girîng bi xwe re afirandibû. Li deşt û zozanên Mezopatamyayê jiyanek nû destpê dikir. Ji vê wargeha jiyana nû re digotin Kevana Bereket an jî Kevana Zêrîn.  Bi hezaran gîha, kulîlk, dar û sewal li ser vê  erd û xweza ya bi bereket kom dibûn.

Gutî ji çiyayên Zagrosan daketin gelî û newalan. Lê beşek ji wan ji çiyayan dest bernedan. Wekî konfederasyonekê demek dirêj jiyan. Gelek zîrek bûn. Bi cotkarî û sewalkariyê jiyana xwe didomandin.

Şaristaniya Gûtî yan ji hêla Qral KAMASÎ ve di salên 2700’an de tê damezirandin.  Paytext Kirkûk e.

Hema li başûrê Gûtîyan Sûmeri hebûn. Wê demê Gûtîyan ji xwe re Aryenî û ji wan re jî samî digot. Mirovên çolê bûn. Ango  Amorît. Gutî yên çiyayî bûn. Bi hezaran salan wekî cîran bi hev re jiyan.

Lê Sûmerî her ku çû bi hêz bûn. Împaratoriyek mezin ava kirin. Bi Qasê ku bi hêz bûn qralên wan jî bi ewqasî har bûn.  Zîgorat û keleh ava kirin. Lê welatê wan çol bû. Dar û daristan tune bûn.  Diçûn ji daristanên Gûtîyan dar didizîn.

Qralek wan hebû. Bi qasî gamêşek mezin bû. Ji bo wê Gûtiyan jê re Girgamêş ango Gilgamêş digot. Gilgamêş kesek bi navê Enkîdû ji Gûtiyan girtibû gel xwe.

Enkîdû kesek Ariyen bu. Hevaltiya Girgamêş dikir, rê nîşanî wî dida û diçûn darên Gûtiyan didizîn.

Bi bêbextî û xiyaneta Enkîdû parazvanê daristanên Kurdistane Hûnbaba qetilkirin. Hemû sûcê tovê xirab, Enkîdûyê xayîn bû.

Sûmeriyan bênavber êrîşî Gûtiyan û cîranên xwe yên din dikir. Ciwanên Gûtiyan dîl digirtin û dibirin. Di Zîgorat û kelehên xwe de mîna kole dixebitandin.

Welatê Gûtiyan talan dikirin. Êdî hew tehemûla Gûtiyan mabû. Gelê Sûmerî jî ji qralên xwe bêzar bibûn.

Gelê Gutî û Sûmerî dibin yek. Di ser keleh û zîgoratên Sumeran de digirin. Kevir li ser kevir nahêlin.

Gelê samî ji xwe re bi navê Akad împaratoriyek nû ava dikin.

Gûtî parçeyek ji civaka Hûrî ne. Tevlî xwişk û brayên xwe Hûrî dibin û jiyana xwe berdewam dikin.