25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Guvenç: Em ê di nava du nifşan de bibin pir

Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) di 3’yê îlonê de bi dawîbîna dersên kurdî re spasnameyên zarokan bi pîrozbahiyê dan. Di pîrozbahiyê de zarokên ku tev li dersên kurdî bûbûn û koroyeke avakiribûn ji malbat û mamosteyên xwe re stran gotin. MED-DER, bi atolyeyên kurdî armanc dike ku di nava dun ifşan de bibe pir. Bi vê yekê dixwaze zarok, kal û pîran bigîne hev.

Em jî li ser atolyeyên ku qediyan û xebatên wan bi rêveber û mamosteyên MED-DER’ê Dîlan Guvenç û Rêzan Aktulum re axivîn.

Rêzan Aktulum di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku wan ji bo zarokan 7-10 û 10-14 salî du pol vekirine, bi giştî 25 zarok di atolyeya wan de cih girtine û wiha got: “Atolyeyên me mehekê berdewam kirin. Lê malbat dixwazin ev atolye bidomin. Li gor van daxwazan dê atolyeyên me berdewam bikin. Armanca me ya van atolyeyan, em dixwazin zarokên kurd bi ziman û çanda xwe mezin bibin. Heta bi zimanê xwe bikenin.”

‘Çi bikeve ser milê me em ê bikin’

Aktulum bal kişand ser polîtîkayên hikûmetê yên ku dixwazin bi çand û zimanê xwe zarokên kurdan asîmîle bikin û xeyalên wan tune bikin û ev tişt anî ziman: “Em dixwazin hem xeyalên zarokan bi kurdî bin û hem jî zimanê xwe pêş bixin. Ji bo vê çi bikeve ser milê me em ê bikin.  Di dawiya mehê de zarok hem ji aliyê axaftina rojane de hem jî ji aliyê muzîk û çandê de pêşketin. Zarokên ku tev li atolyeyan dibin ji bo pêşerojên xwe biryardar in. Zarokên ku li vir fêrî ziman bûn êdî li kolanan jî bi zimanê xwe diaxivin. Mînak dema kesek bi zarokan re bi zimanê tirkî biaxive zarok bi kurdî bersivê didin. Ji ber ku êdî refleks bi wan re çêdibe.”

Wê atolyeya çîrokan vekin

Rêvebir û mamosteya MED-DER’ê Dîlan Guvenç jî bi bîr xist ku zarokên kurd ji perwerdeya zimanê zikmakî bêpar mane û ev tişt got: “Em dixwazin bi van atolyeyên ziman bal bikişînin ser girîngiya perwerdeya bi zimanê zikmakî. Ji ber ku em van atolyeyan girîng dibînin dê xebatên me yên bi vî rengê berdewam bikin. Di nav xebatên me yên pêş de atolyeyeke me ya çîrokan jî heye. Heke şert û mercên pandemiyê guncav bin em ê perwerdeya xwe rû bi rû bikin, lê ger ew ne be jî em ê li ser online perwedeyên xwe bidomînin.”

‘Em ê bibin pir’

Mamoste Dîlan Guvenç li ser atolyeya çîrokan ya dê bê vekirin jî rawestiya û ev agahî parve kir: “Weke tê zanîn zarokên me di nav pergala tirkî de perwerde dibîn. Em ê ji bo wan atolyeya çîrokan vebikin û bi çîrokên gelerî dest bi atolyeyê bikin. Em ê ji zarokan re behsa çîrokan bikin û ji wan pirs bikin ew ji vê çîrokê çi fêm dikin, ji bo me mijara herî girîng ev e. Ji bo vê atolyeyê ji dapîr û bapîrên xwe bixwazin ku werin ji zarokan re behsa çîrokên xwe bikin. Yanî di vir de em ê di nav du nifşan de bibin wek pireke. Em dizanin ku zarokên me pêşeroja me ne, ew ji ziman dûr bikevin dê zimanê me têk here. Xebatên me yên heyî û yên di nav bernameyên me de hemû ji bo zindî hiştina ziman e.”

Bang li malbatan kirin

Mamoste Guvenç û Aktulum herî dawî bang li malbatan kirin û wiha gotin: “Bila malbat nebêjin ger zarokên me bi kurdî biaxivin dê li dibistanan zehmetiyan bikişînin. Na tiştek wisa tune. Z arokên ku bi du zimanan zanibe ji aliyê xeyalan û dîtbariyê ve jî pêşketir e.”