25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Halay an govenda kurdan ?

Bate Romî

Di sala 1992’an de li Stenbolê, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê tê vekirin. Di merasîma vekirinê de kesên ji aliyê kurdan ve baş tên naskirin hene.

Musa Anter, Ismaîl Beşîkçî, Ebdurehman Dure û hwd. Li wir, Ebdurehman Dure wisa dibêje: “Ew govenda me teva ye! Hûn tev hatinê vê govendê ser çav û ser serê me re hatine! Ez ê ji we re şiîrekî min nivîsiyê di heqê vê govendê me de bixwînim, guhê xwe bidinê!” Di dîmenên wê rojê de dilgeşî û kelecaniyê kesên ku beşdariyê vekirina Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê bûnê zêde zêde tê heskirin.

Ne tenê li wê derê, di hemû bûyerên diqewime de an jî belasebeb(?) pir caran hestek tê dilê kurdan û radibin govendê digirin. Gelek aşkera ye ku govend di jiyana kurdan de cihekî fireh digire.

Fikra netewbûnê

Li piştî belavbûna fikrê nasyonalîzmê; hemû dewletên derketine holê fikrê nasyonalîzma xwe li ser hinek hêmanan ava kirine; wek ziman, çand, folklor, dîrok û her wekî din (hwd). Wek endamê çand, dans jî bûye yek ji wan hêmanan. Mirov dikare bibêje li bakurê Kurdistanê ku ji sedsalî zêdetir di bin bandora fikra netewebûnê tirkî de ye, guhertina dansa kurdî ya bi navê govend di du alî de diherike; di aliyê kurdan de û di aliyê tirkan de.
Di aliyê kurdan de; divê rewşa govendê bi sê awayî bê rexnekirin:

Govendên berê û eslî

A yekemîn; mirov dikare wisa tarîf bike; çiqas li sînorê bakurê Kurdistanê ji navenda Tirkiye dûrtir be, govend jî ew qas dişibe zemanên berê û eslî. Hê jî kurd wekê berê şahiya xwe çêdikin û wek berê govend digirin. Gora herêman hin caran bi dahol û zirne, hin caran bi erbaneyan, rebaban govendê çerx dikin. Hin caran amûr disekinin tenê bi deng û stranan govend tên girtin. Yekî stran û govendan baş dizane deng digire û belav dike.

Ew ne para her kesî ye ku herê têkeve pêşiya govendê an jî kilaman bigerîne. Hin govend hene ku tenê kal û pîr digerinîn, hin caran tenê jin. Hin caran jî xort serê govendê digirin. Lê belê ew ên ku jê re xort tên gotin ne kesên panzdeh-bîst salî ne, divê dora sîh salî bibin. Wextê ku yekî mezintir tê dikeve serê govendê, yên xort bi rêzdarî cih didin wê/wî. Mîrov dikare bêje ew forma herikîna govendê yê herî eslî ye.

Bandora amûrên elektrikî

A duyemîn; di piraniya wan herêman û herêmên din ê bakurê Kurdistanê de awayê govendê gelek guheriye. Dibe bê gotin ku qeydeya lîstikan hema hema ji sedî bîst-sih bileztir tê lêxistin. Amûrên tên lêxistin jî guherîne. Cihê dahol û zirne, baterî û elektro-baxlama girtiye û hinek amûrên wek org lê zêde bûne. Bi saya amûrên elektrikî, dengê muzîkê bilind derdikeve û êdî tu kes bi stran û kilaman govendê nagerîne. Melodî û qeydên strana ku pê govend tê girtin jî guheriyê û şibiyê hin curêyên muzîkên din, wek pop, tekno û hwd. Wek guhertina qeydeyan, qelafeta govendan jî guhertiye. Bi bandora muzîka populer û dansan, lîstik jî êdî bi awayekî wekî break dans, dansa hîp-hop, dansa ferdî tê lîstin. Ew qas e ku hin caran mirov dibîne ku hin xort li qada govendê qilozan/teqle(?) diavêjin. Ne pir berê, sih-çil sal berê kesekî reftareke wisa bikira, ê bibûya qeşmerê wî heremî û carek din nikaribû derkeve qada govendê. Cihgirtina govendê jî gelek guheriye.

Kesên kal û pîr edî hema hema qet govend nagirin û tenê temaşe dikin. Pir caran xortên panzdeh-bîst salî serê govendê digirin û heta dawiyê şahiyê bernadin. Ji bo kurdên ku koç kirine rojavayê Tirkiyeyê rewş hinek kêm hinek zêde eynî ye. Tenê cudatiyek derketiye hole, ew jî kurdên li wir ji kurdên li Kurdistanê zêdetir ji kolanan bar kirine xeyatan. Di navbera kurdên ku koçî dewletên rojava kirine de jî rewş di derekî navbera du awayên ku li jor hatiye tarîfkirin de ye. Li wir jî bandora kultura popûler ketiye nav şahiyên kurdan û govendê, lê hê jî fîgûrên marjînal wek qiloz/teqle avêtin zêde neketiye nav govendan.

Govend ketiye destê saziyên dewletê

A sêyemîn; di aliyê sazûmanbûnê de, govend hê jî negihîştiye asta sazûmanbûnê. Li Tirkiyeyê govend hema hema bi temamî ketiye destê saziyên dewleta tirk. Li wan saziyan, govend wek standardên ji aliyê wan saziyan hatiye ravekirin tê hînkirin û lîstin. Kurdên ku li ser govendê dixebitin jî bi rêya wan saziyan dixebitin. Wekî din, hinek komele jî perwerdeya govendê didin, lê ew jî zêdetir dişibin ‘folklor kulubu’ ya dewleta tirk û piraniya wan herêmî mane. Li dewletên rojavayî, her çiqas têde hêmanên çanda kurdan zêdetir bibe jî, dibe ku bandora ji Tirkiyeyê hatibûn an jî parçeya tevgera siyasî ya bakur bûn sebeb ku ew jî pir xurt nebûne. Di salên dawî de hinek kes û saziyên taybet dest bi fêrkirina “govenda kurdî” kirine, lê belê ew hê pir nû ne û hê jî qadeke pir mezin nagirin.

Di aliyê tirkan de; bi taybetî ji niviya yekemîn a sedsala bîstan, dewleta tirk hewl daye ku dansa kurdan bike hêmanekî fikra neteweya tirk. Lîstikên kurdan bi hin dansên neteweyên din wek ‘Bar’ (Barlarımız) a ermeniyan , ‘Khoros’ (Horonlarımız)a ruman; çerkezan û hinek jî bi dansên tirkan hatiye berhevdan. Ji temamiya wan re navê ‘Turk Halk Oyunlari’, ji govenda kurdan re jî navê ‘halay’ danîne. Lîstik li gorî bajaran tasnîf kirine; û bi rêya navendên perwerdeya gel (Halk Egitim Merkezleri), beşên folkloran li zanîngehan û federasyonan lîstikên gelan bi cih kirine, hewl dane ku wan lîstikan li gorî sazûmanî û çandeke hevpar saz bikin.

Her çi qas dewleta tirk hewl daye ku govendê bike çandeke hevpar jî mirov dikare bêje civata tirk di aliyê bişaftina (?) govendê de du reaksiyon daye.

Di aliyekê de, kesên ku zêdetir Tirkiyeyê wek dewleteke Rojhilata Navîn ku li ser çanda tirkan û Anatolyayê ava bûye dihesibînîn govendê wek parçeya çanda xwe rave dikin. Wisa ye ku di hin parçeyên Tirkiye de tê dîtîn ku hinek civata tirkan di şahiyên xwe de govend jî digirin. Li wir, bandora kurdan ku di demên cuda de koçkirina welatên din a Tirkiyeyê zêde ye.

Pêşverûtî û dansa hiriman

Di aliyekî din de tirkên ku Tirkiyeyê wek dewleta ku divê bibe parçeya rojava dibînîn û zedêtir xwe pêşverû dihesibinîn jî pir guh nadin govendê û govendê wek dansekê nahesibinîn. Dansên latînî, waltz, dansa yewnanan (sirtakî), balfolk, dansa modern û hwd. wek dans dihesibinîn, lê govendê wek çandeke berbajaran û hiriman dibînîn. Bi gelemperî, ew kesên ku xwe kemalîst û pêşverû tarîf dikin vê yekê dikin. Di demên dawî de, di aliyê kurdan de jî hin kesên ku di nav pergala kemalîzmê de mezin bûne û xwe pêşverû dihesibînîn govendê wek dansa hiriman dibînin û rexne dikin, biçûk dibînîn.

Dans ji serdemên kevnar vir ve her dem guheriye. Ê her tim jî biguhere, ew rasteqîniyek e. Lê belê, taybetiya folklorê ew e ku ji dema berê tê. Wek hêmana çandî, govend jî ji bo kurdan wisa ye. Wextê ku li derekê govend bê girtin, divê wek eslê xwe bê girtin. Ji bilî vê, edî ew nabe govend, ê bibe dansekî din û ê forma xwe ya eslî wenda bike. Wek zimanê kurdî. Çawa ku zimanê kurdî roj bi roj taybetmendiyên xwe wenda dike û dihele, dansa kurdan jî ê wisa bihele û ji holê rabe. Ji ber wê, divê kurd van hêmanên çandî bi xwe bigîhînîn asteke sazûmanî û bikin parçeyekî nasnameya kurd.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê