spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hatîmogullari: Em ê li dijî çekên kîmyewî têbikoşin

Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogullari, bertek nîşanî îqtîdarê ya ku li Herêma Federe ya Kurdistanê çekên kîmyewî bikar tîne da û got: “Em ê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî têbikoşin.”

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya  navçeya Sariçamê, Kongreya Asayî ya 4’emîn li avahiya partiya xwe pêk anî. Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogullari, endam û rêveberên HDP, BDP û EMEP’ê tev li kongreyê bûn. Di kongreyê de Hevseroka HDP’ê ya Edeneyê Gulseren Tural, axivî û bal kişand ser girîngiya rêxistinbûnê.

Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogullari jî bal kişand ser doza Kobanê û wiha got: “Bi vekirina dozên girtina partiyê dê nikaribin partiyê bigirin. Nikarin HDP’ê bigirin. Her ku qeyrana aborî kûr dibe, gel bêtir xizan dibe. Gel nikare debara xwe bike. Ev xizanî dê dawî li îqtidara AKP’ê bine.”

‘Em ê li dijî çekên kîmyewî têbikoşin’

Hatîmogulllari, bertek nîşanî bikaranîna çekên kîmyewî jî da û wiha axivî: “Îqtîdar bi polîtikayên şer li ser piyan e. Îqtîdar li Herêma Federe ya Kurdistanê çekên kîmyewî bikar tîne. Em ê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî têbikoşin.”

Piştî axaftinan hilbijartin bi yek lîsteyê pêk hat. Di hilbijartinê de ji bo Hevserokên HDP’ê ya navçeya Sariçamê Ozlem Kurt û Bedrettin Kaya hatin hilbijartin.