19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

HDK civîna serdema 11’emîn li dar xist

Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) civîna Meclisa Giştî ya Serdema 11’emîn li avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Navçeya Bagcilara Stenbolê li dar xist. Pankartên ‘Wê jiyana nû bi ser bikeve’ û ‘Bi biryariya şehîdên şoreşê em ê bi ser bikevin’ li ewyana civînê hatin daliqandin. Hevberdevkên HDK’ê Esengul Demîr û Cengîz Çîçek, Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû û gelek kes beşdarî civînê bûn.
Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr û Cengîz Çîçek di destpêka civînê de axivîn û bal kişandin ser gelek mijarên girîng û polîtîkayên înkarê. Hevberdevkan qurbaniyên komkujiyên li Madimakê û Çorûmê bibîr anîn.
Hevberdevkan destnîşan kir ku bingeha operasyonên derveyî sînor, tecrîda li Îmraliyê, talana ked, polîtîkayên tunekirina jinan û ciwanan bi neçareserkirina pirsgirêka kurdan ve girêdayî ye. Rizgariya tekane ya di destê gelan de têkoşîna hevpar e.
Piştî axaftina hevberdevkan civînê ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.