spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

HDP bi bernameya “Xizaniya Jinan” dest bi çalakiyan dike

Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, roja 27’ê Adarê li hev kom bûn. Di vê civîna rû bi rû de, nîqaşên berfireh hatin hatin kirin û nexşerêyek hat diyarkirin. Mijarên mîna tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Peymana Stenbolê û kampanyaya “Edalet ji bo her kesî” û gelekên din hatin nîqaşkirin.

Di danezana encamnameyê de ku piştî civînê hat aşkerakirin, cardin hat destnîşankirin ku HDP partiyeke jinan e, bi biryar e ku dev ji Peymana Stenbolê bernede û ji bo jiyaneke hevpar têbikoşe.

Bernameya ‘Xizaniya Jinan’

Piştî civînê nexşerêya Meclisa Jinan a HDP’ê ya ji bo pêvajoya bê jî diyar bû. Dê meclis, pêngava duduyan a “Edalet ji bo jinan” ku di çarçoveya kampanyaya “Edalet ji bo her kesî” de bi rê ve dibe, roja 5’ê nîsanê bi civînekê ragihîne. Kampanya dê bi sernavê “Xizaniya Jinan” bidome.

Ji herêma Egeyê dest pê dike

Xebata pêşîn a bernameya “Xizaniya Jinan” di 5’ê nîsanê de, dê li herêma Egeyê dest pê bike. Meclisa Jinan dê hewl bide ku di çarçoveya kampanyayê de pêwendiyê bi jinan re deyne û li gor xweseriya herêman hevdîtinan bike.

Meclisa Jinan a HDP’ê li dijî biryara feskirina Peymana Stenbolê biryara têkoşînê girt. Her wiha dê HDP, ji bo betalkirina biryara der barê feskirina peymanê de serî li Şûraya Dewletê bide. Di çarçoveya Peymana Stenbolê de hevdîtinan bi jinan re bike û çalakî, mitîng û meşan li dar bixe.

Çend roj berê Meclisa Jinan di çarçoveya kampanyaya “Edalet ji bo her kesî” de bi jinên Partiya DEVA’yê re hevdîtin kiribû. Di vê çaçroveyê de dê serdana partiyên din ên muxalif din jî bike.

ENQERE