20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

HDP dadikevin kolanan

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di civîna Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) û Meclîsa Partiyê (PM) ku piştî doza girtina partiyê li dar xist de biryara dakeve qadan girt. Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar wê di çarçoveya “Kampanyaya Parastina HDP’ê” de li 7 bajaran mitîng û hevdîtinên gel pêk bînin. Starta hevdîtina ku Hevserokên Giştî ji du baskan ve bidin destpêkirin wê li bajarê Îzmîrê ku Denîz Poyraz lê hat hatibû qetilkirin bê dayîn.  Di rojeva mitîng û hevdîtinan de dê zext û doza girtina li ser HDP’ê hatiye vekirin, Doza Kobanê, Komkujiya Îzmîrê, operasyonên Tirkiyeyê yên derveyî sînor, tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan, çalakiya greva birçîbûnê, êrişên ser destkeftiyên jinan, qeyrana aborî, xizanî, talana xwezayê û desteserkirina mafan cih bigirin. Hevserokên Giştî ji xeynî mitîng û hevdîtinan wê bi dînamîkên bajêr re jî bicivin.  Dê her du hevserok jî tevlî mitînga di 8’ê Tîrmehê de li Îzmîrê bê li dar xistin bibin. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan di 13’ê tîrmehê de li Dîlokê, di 14’ê tîrmehê de li Rihayê û di 26’ê tîrmehê de jî li Kocaeliyê beşdarî bernameyan bibe. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar jî wê di 17’ê tîrmehê de li Aydinê, di 28’ê tîrmehê de li Agiriyê û di 29’ê tîrmehê de li Bedlîsê beşdarî bernameyan bibe.

Ji xeynî hevserokan wê di meha tîrmehê de cîgirên hevserokên giştî yên partiyê, serokwekîlên komê û berdevka partiyê, di çarçoveya xebatên rêxistinkirinê de li gelek bajar û navçeyan hevdîtinan bikin. Rêveberên partiyê yên navendî wê ji 9’ê tîrmehê heta 29’ê tîrmehê li Qers, Erdexan, Îdir, Manîsa, Mûş, Amed, Çewlig, Cizîr, Colemêrg, Bedlîs, Edene, Osmaniye, Hatay, Bûrsa, Balikesîr, Erzîngan, Meletî û Semsûrê beşdarî bernameyan bibin.