Monday, September 27, 2021

HDP dê heyetê bişîne Konyayê  

Desteya Rêvebir a Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), piştî komkujiya li Konyayê pêk hat û ji malbateke kurd 7 kes hatin qetilkirin, li navenda giştî civîna çapemeniyê li dar xist. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar daxuyanî da û wiha got: “Îqtidar daxuyaniyên wisa dide ku zemîna polîtîkayên komkujiyê amade dike. Ev ziman, ev feraset, ev polîtîkaya li Tirkiyeyê jiyana hevpar jahrînî dike. HDP’ê dikin hedef, lê di ser HDP’ê re li hemberî gelê kurd polîtîkayeke komkujiyê ya sîstematîk ava dikin. Çend roj berê li Afyon, Enqere û Konyayê êrîşên nîjadperest ên bi heman rengî çêbûn. Me tim diyar kir, ev berdewama êrîşa hov a li hemberî hevrêya me Denîz Poyraz in. Em baş dizanin berpirsiyarê sereke yên van êrîşan îqtidar e.”

Dê heyetê bişînin Konyayê

Sancar, anî ziman ku dê sibê bi heyeteke mezin biçe Konyayê û got: “Em bang li serokên partiyên muxalefetê û hêzên demokrasiyê dikin ku sibê ew jî bên Konyayê. Ez hemûyan vedixwînim nav biryara ji bo parastina jiyana wekhev û hevpar. Dê têkoşîna me bi biryardarî bidome.”