Rojnameya Heftane

HDP dê rêzika du serdeman bidomîne

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo kongreya xwe ya giştî xebatên xwe bi dawî kirin. Li navçe û bajaran kongreyên xwe, li herêman konferansên xwe û herî dawiyê jî bi dirûşma “Hin bêtir HDP’a bi hêz û hin bêtir têkoşîna bi hêz” li Enqerê konferansa xwe ya navendî li dar xistin. Di çarçoveya xebatan de biryarên girîng hatin girtin û plansaziya pêşerojê hat derxistin.

Xebatên kongreyê ya ku di 23’yê sibatê de bê lidarxistin bi dawî bûn. Desteya Rêveberiya Navendê (MYK) ya HDP’ê beriya kongreya giştî civîna xwe ya dawî li dar xist. Her wiha demên borî ji bo amadekariyên kongreyê Komîs yona Mûtabakatê hatibû avakirin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên HDP’ê hatin bidestxistin;prensîba rêzika  du serdeman neyê guhertin. Tê payîn ku 20 rêveberên HDP’ê yên du serdeman xebitîne dê di komîsyonên partiyê de wezîfeyê bigirin.

Di HDP’ê de yên ku du serdemên xwe tije kirine navên wan wiha ne: “Berdevkê HDP’ê Gunay Kubîlay, Cîgirê Hevserokên Giştî Hişyar Ozsoy yê ji Têkiliyên Derve Berpirsiyar, Cîgirê Hevserokên Giştî Azad Bariş ê ji Çapemeniyê û Propagandayê Berpirsiyar.”

Hat zanîn  Komîsyona Mutabakatê dê navên endamên Meclîsa Partiyê û kadroyên rêveberiyê jî zelal bike. Serlêdanên tên kirin ji aliyê komîsyonê ve tên nirxandin. Her wiha hat zanîn ku di nîqaşên ku di komisyonê de hatin kirin de  ji bo hevserokatiyê bêtir navê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî derdikeve pêş. ENQERE