19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

HDP dê xeta nû ya têkoşînê diyar bike

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li otelek Amedê bi sernavê “Em xwe rêxistin bikin, faşîzmê têk bibin, tecrîdê bişikînin” ji bo 3 rojan civînê li dar dixe. Civînê îro dest pê kir. Cîgirên Hevserokên Giştî yên HDP’ê Tayîp Temel û Alîcan Onlu, endamên Desteya Rêveberiya Navendî û Meclîs HDP’ê, rêveberên bajêr û navçeyan, rêveberên KCD, DBP, aktîvîstên TJA’yê û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl beşdarî civînê bûn. Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Alîcan Onlu destnîşan kir ku ew ê nexşerêya xwe ya nû bi pêkhate û hêzên demokrasiyê re diyar bikin.

Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Tayîp Temel jî anî ziman ku ji bo ew xeta xwe ya nû ya têkoşînê diyar bikin li hev civiyan. Temel bal kişand ser tecridê û wiha got: “Gelê kurd û birêz Ocalan di bin tecrîdek giran de ne. Êrîşên li dijî gelê kurd tenê ne li bakurê Kurdistanê, li tevahiya Kurdistanê heye. Li dijî HDP’ê polîtîkayek xistine dewrê. Lê kurdan di her şertan de berxwedan mezin kir.”

Temel bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha axivî: “Heta bi birêz Ocalan re hevdîtinê nekin tecrîd bi dawî nabe. Dê çareserî pêş nekeve.”

Civîn ji çapemeniyê re girtî didome.