19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

HDP dest bi çalakiyên bênavber dike

Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay, li navenda giştî ya HDP’ê civîneke çapemeniyê li dar xist û Bernameya Serdema Nû ya Çalakiyan a partiya xwe aşkera kir. Gunay diyar ku wan di civîna meclisa partiya wan a di 11’ê cotmehê de û civîna Lijneya rêveberiya navendî ya di 2’ê mijdarê de nîqaşên berfireh kirine û wiha got: “Rejîma heyî riziyaye û ji cewherê xwe dûr ketiye. Ev pir aşkera ye. Ev yek hatiye tespîtkirin. Ji bo ku em vê rejîma faşîst ser û bin bikin em ê bê navber dest bi çayakiyan bikin.”

Gunay bi lêv kir ku biryar dane bi dûrişmeya ‘Li dijî faşizmê berxwedan, ji gelan re demokrasî û edalet’ Bernameya Têkoşîna Demokratîk bidine destpêkirin û ev tişt anî ziman: “Hûn dizanin ku em ji meha hezîranê ve di nav çalakiyên domdar de ne. Bernameya Têkoşîna Demokratîk ku me niha amade kiriye, gaveke nû ye. Ji ber em demokrasiyê dixwazin, asimîlasyonê red dikin, civakê diparêzin êrîşê me dikin.”

Banga tifaqa gelan

Di berdewamê de Gunay bal kişand ser armanca çalakiyên wan û der barê mijarê de ev tişt got: “Em naxwazin girtîgeh û goristan tije bibin. Ev bername ji bo pêşeroja zarokên me ye. Bi vê bernameyê, em xwedî li keda xwe derdikevin. Em dizanin zordar jî bêçare ne û êrîşî me dikin. Werin em li hemberî faşizmê tifaqa gelan ava bikin. Sebra me êdî nemaye. Lewma em bangî raya giştî dikin û dibêjin; tevgera me ya hêvîdaran e û cihê me ne li qesran e. Em li kolanan in. Em xwediyê heqîqetê ne.”

 ‘HDP partiyeke xurt e’

Di dawiya daxuyaniyê de Gunay, pirsa der barê daxuyaniya serokê giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû ku gotibû, ‘Dixwazin ji nav HDP’ê partiyek derxin’ de wiha bersivand: “Kes nikare ji nav HDP’ê partiyeke din derxe, partiyeke ava bike. HDP partiyeke pir xurt e, ev nêrîna wî ye lê bingeha vê yekê tuneye. HDP partiyek demokratîk e, her nîqaş bi awayekî demokratîk dikare xwe îfade bike.” ENQERE