Duşem, Mijdar 29, 2021

HDP kongreya xwe ya Amedê li dar dixe

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya bajarê Amedê, bi şîara “Em bi hêza xwe ya rêxistinkirî tecrîdê bişikînin, jiyana azad a demokratîk ava bikin” 3’yemîn kongreya xwe ya awarte pêk anî. HDP’ê kongre li eywana dewetê ya Kaplanê CTY ya li navçeya Peyasê pêk anî. Li eywanê pankartên “Hevserokatî xeta me ya mor e”, “Em bi rihê cîwantiya şoreşgre tecrîdê parçe dikin” , “Ji tecrîdê re na ji girtîgehan re azadî” , “Li dijî budçeya şer, qesrê û alîgiran em budçeya gel diparêzin” û posterê Denîz Poyraz vekirin.

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, hevserokên giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, hevseroka giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), nûnerên partiyên Kurdistanî, Federasyona Komeleyên Cîwanên Sosyalîst (SGDF), Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), rêxistinên CHP û Partiya Pêşerojê yên Bajar ên Amedê, Meclisa Dayikên Aştiyê,  Platforma Zimakê Kurdî, Federasyona Komeleyên Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Medê (MED TUHAD-FED), Komeleyên Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TUAY-DER), Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Badikan(BAD-DER), Komeleya Lêklînê û Şopandina Koçê ya Mezopotamyayê jî di navde bi sedan kes beşdarî kongreyê bûn. Beriya kongreyê jinan govend gerandin. Kongreyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Hevserokê HDP’ê yê Bajar ê Amedê Zeyyat Ceylan axaftina vekirinê kir û Hulya Alokmen Ûyanik û rêveberên xwe silav kir û wiha got: “Kesên ku digotin, ’em ê we tesfiye bikin’ tesfîye bûn. Heta kesên ku li dijî faşîzma AKP-MHP’ê li ber xwe bidin hebin wê kes nikaribe bi gelê kurd çok bide şikandin. Di şexsê Amedê de ji ber têkoşînê û berxwedanê em spasiya gelê kurd dikin. Di şer de israr dikin. Siyaseta şer veguherî siyaseta serdegirtinê. Em ê li dijî vê di siyaseta demokratîk de israr bikin. Em ê bi siyaseta demokratîk bi wan bidine windakirin. Siyaset şer siyaseta qeyûm e. Held didin kurdan bi vî rengê bêvîn bihêlin. Em ê weke HDP siyaseta xwe ya li dijî qeyûman mezin bikin.”

Buldan xîtabî Erdogan kir: Hûn dijminê kurdan û aştiyê ne

Hevseroka giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan jî di kongreyê de axivî û wiha got: “Herî zêde girtin û binçavkirin li Amedê pêk tên. Li gel vê yekê îro em kongreya heri bi coş li vir pêk tînin.”

Buldan, bal kişand ser doza Kobanê û wiha got: “Ew li salonên dadgehê me danarizînin. Em wan li salonan dadirizînin. Li vî welatî hiqûq tune. Perçeyên hiqûqê tune. Ev dozên li me têne vekirin dozên tolhildanê  ne. Çawa li vî welatî dadgehên îstîklalê bi ser neketin, dê dadgehên AKP û MHP’ê jî bi ser nekevin. Çawa ew dadgeh yek bi yek hilweşiya, ev dadgeh jî dê hilweşin.”

‘Em bi milyonan li qadan in’

Buldan, bal kişand ser girtinên partiyên kurdan û serkeftina siyaseta kurdan û wiha lê zêde kir: “Wan heta niha HEP, DEP, HAPED DEPAP girtin, wisa fikirîn ku bi ser bikevin û rê li siyaseta kurdan bigirin. Lê her çend partî girtin jî kurd li siyasetê xwedî derketin. Xebatê siyasî berdewam kirin. Her ku em yek hat girtin em bi milyonan daketin qadan. Îro em bi milyonan li qadan in. Niha hişmendiya ku vê yekê nabîne li ser îqtîdarê ye.”

‘Kujeran darizînin’

Buldan bang li hikûmetê kir û wiha axivî: “Em li vir bang li we dikin, kesên tacîzkar, tecawizkar, kujeran bigirin û darizînin. Yên li vî welatî mirovan qetil dikin nayên darizandin. Lê yên li vî welatî têkoşîna aştî, demokrasiyê didin û siyasetê dikin tên girtin. Yên li vî welatî bûn şaredar û hevşaredar îro hêj girtî ne. Îro şirîkê AKP yanî MHP jî  heqaretê li HDP’ê dikin.”

‘Kurd bi înkarê tune nabin’

Buldan, polîtîkayên înkarê yên Erdogan jî rexne kir û wiha bi dawî kir: “Li vî welatî êdî Serokê AKP’ê yê divê pirsgirêka kurd tune heye. Serokê AKP’ê li Amedê digot ‘Pirsgireka kurd pirsgirêka min e’ lê li Enqereyê dibêje pirsgirêka kurd tune ye. Serokê AKP’ê yê digot pêvajoya çareseriyê tune heye. Her tim li çavê gel dinere û derewan dike. Em dipirsin çima ew qas derewan dike? Hûn îro bêjin pirsgirêka kurd çareser bû û pirsgirêka kurd tune, hûn derewan dikin. Ji ber ku li vî welatî pirsgirêka kurd heye û pirsgirêkek pir mezin heye. Hêza tu kesî tune vê yekê înkar bikin. Mafê tu kesî jî tune vê rastiyê înkar bikin. Ez li vir carek din ji Erdogan ê digot ‘Me pêvajo xelas nekir ‘dipirsim. Me li Dolmabahçe mase danî. Lê piştre got ‘Maseya çi?, Dolmabahçeya çi?’ û mase înkar kir. Bi vê jî nehat ser piştî 2015’an tecrîda li Îmraliyê pêş xist. Piştî pêvajoya çareseriyê xelas kir Îdrîs Balûken ê ji bo aştiyê têdikoşiya girt û şand girtîgehê. Îdrîs Balûken bi daxwaza we çû Îmralî û Qandîlê. We rêya Qandîlê vekir. Kilîta deriyê Îmraliyê li cem we bû. We derî vekir. Hûn dijminê kurdan in. Hûn dijminê demokrasiyê ne. Hûn tu car naxwazin aştî were vî welatî. Ji ber hûn ditirsin hûn van qoltixan winda bikin. Ji ber aramiya gel ne xema we ye. Ev welat ne gul û gulîstan e. Li vî welatî xizanî û birçîbûn heye. Li vî welatî nelirêtî û dizî heye. Dîrok we ji bîr nake. Dîrok dê qeyûm û nelirêtiyê we jî ji bîrneke. Dîrok dê di hilbijartinê de vê bîne pêş we. Bi gotina ‘Pirsgirêka kurt tune’ pirsgirêka kurd çareser nabe. Kurd vê rastiyê baş dizanin. Kurd li rastî û heqîqetê dinerin.”