20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

HDP’a Şirnexê: Daxwazên girtiyan qebûl bikin, ne mirin çareserî!

Çalakiyên grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan ên li girtîhan di roja 138’an de didomin.

Rêveber û endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Hezexê têkildarî grevên birçîbûnê li ber avahiya partiyê daxuyanî da. Rêveberên HDP’a bajêr a Şirnexê û rêveberên navçeyan, aktîvîstên TJA’yê û gelek welatî tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Bila daxwazên girtiyan bên qebûlkirin, ne mirin çareserî!” hat vekirin.

‘Tecrîd sûcê sîstematîk e’

Hevserokê HDP’a Hezexê Yasîn Oztaş daxuyanî xwendin. Oztaş anî ziman ku hikûmeta AKP’ê li Tirkiyeyê tecrîd veguherandiye pergaleke nû û wiha got: “Yek ji van rêbazên zext û şîdetê sûcê tecrîdê ye. Tecrîd sûcek îşkenceyê ye, betalkirina qanûna gerdûnî, makeqanûnê ye. AKP’ê bi tecrîdê bi awayekî sîstematîk sûc dike. CPT’ê ev yek belge kir. Tevî van belgeyan hikûmeta AKP’ê di tecrîd de israr kiriye. Ev rêbaz dibe sedema talan, şer û mêtingeriyê.”

‘Berpirsiyar hikûmet û wezîrê dadê ne’

Hevserok Oztaş diyar kir ku wan wek HDP bi dehan caran aniye ziman ku decrîdê bi dawî bikin lê hikûmetê tu gav neavêtiye û daxuyanî bi van gotinan bi dawî bû: “Heger tiştên nebaş biqewimin, berpirsiyar hikûmet û wezîrê dadê ye. Em li vir bang li hikûmetê dikin, girtiyên siyasî ji bo demokrasiyê û çareserkirina pirsgirêka kurdan tedikoşin û daxwaziyên wan jî ev in. Ji ber wê divê daxwazên wan tavilê bi cih bên. Xwedîderketina li girtiyên siyasî berpirsyariyeke exleqî û wijdanî ye.”

‘Bijî berxwedan zindanan’

Piştî daxuyaniyê HDP’iyan xwest ku çalakiya rûniştinê bikin, lê palîsan ew asteng kirin. Li gel hemû astengiyan jî HDP’î rûniştin û çalakî bi berzkirina dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.